03 mars 2017

Çavuşoglu: Heger hêzên YPGê ji Minbicê paş da venekişin emê lêxin.


Ev çend roj in Tirkiyê dîsa bela xwe di YPGê û kurdên rojava daye, her roj gundên kurdan topbaran dikin.
Serokkomar Erdogan, serokwezîr Bînalî Yildirim, wezîrê karên derve Mevlud Çavuşoglu yek bi yek kurdan gefê li kurdan û heta li Emerîkayê dixwin, dibêjin gerek PYD Minbicê teslîmî me bike û emê jî dû ra teslîmî ”xwediyên Minbicê” bikin.
Çavuşoglu îro di civîna çapemeniyê da got, Tirkiyê ji Amerîkayê ra  gotiye eger hêzên YPGê ji Minbicê venekişe, ewê êrîşî wan bikin û wan bi darê zorê ji Minbicê derxin.
Tirk bûne xwîna kera reş, bûne mukir, bûne qîr û bela û ketine deriyê me kurdan...
Em çi dikin ji me nagerin.
Kurdên bakur ne bes e, nuha jî bela xwe ji kurdên rojava venakin, dixwazin ew jî wek kurdên bakur wer bindest bimînin, li Sûriyê nebin xwedî maf û desthilat.
Erdogan berê mitefikê Daîşê bû, bi salan xwe ji cîrantiya Daîşê aciz nekir, pê ra tîcaret dikir.
Nuha dibêje Daîş terorîst e.
Erdogan berê digot gerek Esed here, gerek rejîma wî biguhere.
Nuha dev ji çûna Esed berdaye, îcar dibêje gerek PYD û YPG nebîne. Nuha dixwaze bajaran ji PYDê paqij bike, dibêje heger PYD ji Minbicê venikişe emê lêxin.
Îro ji bo Tirkiyê dijminê herî mezin ne Esed e û ne jî Daîş e, kurd in, PYD û YPG ye. Tirkiye li hemberî kurdan û ji bo kurd li Sûriyê nebin xwedî mafekeî herî biçûk kane bi her kesî ra tifaqê jî û şer jî bike.
Heqîqet ev e. Dibê kurd viya bibînin….
Kurdên hîn jî bi AKPê ra ne piştgiriyê didin vê siyaseta Erdogan…

Çavişoglu dibêje Minbîc bajararekî ereba ye. PYDê ev bajar bi zor ji ereban stendiye. Em wek Tirkiye dixwazin vî bajarê ereban ji PYDê bigrin û teslîmî xwediyên bajêr yên eslî bikin.
Berî her tiştî Minbîc ne bajarekî ereba ye, piraniya erebên wir di çarçeweya ”Kembera Erebî” da ji alî rejîma Baasê ve li wir hatin bicîkirin.
Minbîc, tarîxî jî, sosyolojîk jî û coxrafîk jî bajarekî kurda ye.
Lê helbet ereb jî li wir hene.
Û kurdan tu carî ereb ji wir dernexistine.
Ji xwe hêzên HSDê nîvî ereb û tirkmen in, tenê ne kur din.
Lê em ferz bikin ku Minbîc bajarekî ereba ye û kurdan girtiye. Ev meseleyeke di nabêna ereban û kurdan da ye, meseleyeke di nabêna Sûriyê û PYDê da ye, çi îşê Tirkiyê pê heye?
Minbîc ne bajarekî Tirkiyê ye û ereb jî ne tirk in, de îcar Tirkiye çima xwe tevî meselê dike û dixwaze bajêr ji kurdan bigre û bide ereban?
Di vir da meriv neyartîya Tirkiyê ya bi kurdan ra dibîne.
Ji bo ku kurd nebin xwedî maf, berpirsiyarên hukûmetê hezar û yek derwan dikin, dixwazin bi Esed ra bibin alîkar.
Ka xwedêgiravî li dijî Esed bûn?
Mesele vekirî ye, tirk dibêjin emê nehêlin kurd li Sûriyê ji bindestiyê derkevin û welatê xwe rizgar bikin. Heger Sûriye nikanibe şerê kurdan bike, emê bikin.
Û di vî warî da biryara xwe dane, mirina xwe kirina çavên xwe, bi rastî jî ewê êrîşî kurdan bikin.
Bi qasî meriv dibîne ji bo ku bela xwe ji kurdan vekin û êrîşî kurdan nekin emerîkiyan gelek hewil da.
Lê garantî û hewildanên emerîkiyan pere nekir û tirkan dev ji israr xwe berneda.
Li ser vê, ji bo ku rê li ber êrîşa wan bigrin Emerîkayê leşkerên xwe li Minbîcê bi cî kirin. Gotin belkî bi vî hawî dev ji êrîşê berdin.
Lê wer xuya ye vê tedbîr Emerîkayê jî pere nekir.
Du roj berê bi balafiran li hin Minbîcê û der û dorên leşkerên emerîkî xistin. Gotin Rûsyayê bi şaşî lê xist, lê vir e, tirk bûn.
Tirk wiha bêperwa hereket dikin ji ber ku zanin Emerîka ewê bi kurdan ra şerê wan neke.
Ji ber ku viya zanin lema jî vê stûriyê dikin.
Emerîka zorê bi kar nayne, dixwaze bi gotinê îqna bike, lê tirk bi gotinê îqna nabin.
Emerîka ne bi xwe zorê bi kar tîne û ne jî dihêle kurd xwe biparêzin û bersîvê bidin wan.
Ev yek jî tirkan bêtir har dike.
Li gorî hin xeberan dibêjin YPG ewê Minbîcê teslîmî hêzên Sûriyê bike ya jî tew hin herêm teslîm kiriye.
Heger ev rast be, bi îhtîmaleke mezin ev pêşniyara Emerîka ye, Emerîka dixwaze tirkan bi vî hawî rawestîne.
Çimkî ji bo Emerîka ne mimkûn e bi YPGê ra şerê dewleteke endamê NATOyê bike.
Tirk viya baş zanin. Lema jî vê stûriyê û çavsoriyê li kurdan dike..
Dersa em kurd ji vê şêla Tirkyê ya antî-kurd derxin, Tirkiye ji bo kurdan welatekî pir neyar e. Û ji bo ku em li tu beşekî Kurdistanê nebin xwedî maf û xwedî dewlet kane her tiştî bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE