13 mars 2017

Bi vî aqilî tirk ewê hîn pir bibin pêkenînên dinyayê

Mevlûd Çavuşoglu par(sala borî) di civîneke çapemeniyê da mizgîna rabûna wîzeya Ewrûpayê dabû tirkan, gotibû heta dawiya meha hezîranê(2016) tirk ewê kanibin bêwîze herin Ewrûpayê.
Lê feqîro wa ye nuha ew bi xwe nikane here Ewrûpayê, Hollandayê wîze neda wî û wezîreka din...

XXX
Xortekî bi navê Muslumovski Azades gotiye, ”Xayinên welat û netewê xwe, dibin welatparêz û netewperwerên xelkê.”
Rast e. Ji xwe heta kurdek nebe xayinê qewmê xxwe nikane bibe neteweperwerê tirk.
Tirk tu carî bi çavekî baş li kurdekî welatparêz nanêrin, her kurdê welatparêz di çavê tirkan da xayin e…yê
Lema jî meriv nikane di eynî wextê da him bibe welatparêzekî tirk û him jî welatparêzekî kurd.

XXX
KDP Însîyatîfa Yekîtiyê di referandûmê da ewê bibêjin ”Erê” !
Yanî ewê bi AKPê û MHPê ra ji bo serokatiya Erdogan bixebitin.
Ser xêrê be.
 KDP Însîyatîfa Yekîtiyê, li ser referandûma 16ê nîsanê li Midyadê civîneke çapemeniyê çêkir.
Li ser navê KDP Însîyatîfa Yekîtiyê Ahmet Acar beyan xwend û got ewê di referandûmê da bibêjin ”Erê”
Ez bi xwe di vê biryara wan da tu ecêbibiyekê nabînim. Baştir e hevaltiya bi dizî eşkere bibe…

XXX
Gotinên Erdogan:
“Li Hollandayê hilbijartin heye. Yek tam irqçî ye. Ji tirkan ra dibêje Hollandayê terk bikin. Tu kî ya law ? Hedê xwe bizane ! ”
Bi Xwedê Erdogan û tirk kanin holandiyan ji Hollandayê biqewitînin jî.
Ma Tirkiye ji Bîzansan û Kurdistan ji kurdan bi fisgenikî nestendin.
Li Hollandayê kanin eynî tiştî bikin.

Xxxx
Serokê meclîsa Tirkiyê  Îbrahîm Kahraman gotiye:
”Hollanda, bêrîka me ya berdiranka ye(bêrîka çakêt ya biçûk). 41 hezar kîlometer çargoşe ye, heta hinekî din jî biçûk e. Yanî ji Konyayê biçûktir e. Tu kî yî?  Hûnê nikanibin pêşketina me bisekinînin.
Hollanda…Serokwezîrekî wê heye, Rutte ye ya jî Hîtlere? Ya jî Benîto ye, Benîto Mûsolonî ye… Ya jî Franco Rutte ye…”

Merivê cahil him cesûr e û him jî bêedeb e…
Hollanda ji Konyayê biçûktir e lê 400 hezar tirkên birçî, bêkar ji Tirkiyê reviyane û xwe avêtine dexlê Hollandayê, li Hollandayê stirî ne…
Lê 4 holand
î ji Hollandayê nereviyane Tirkiya te ya mezin…

Pîvan, marîfet, qalîte ne di mezinahiyê da ye, di berhemê da ye, di marîfet û berhemên dide dinyayê û însaniyetê da ye, di refaha û demokrasiyê da ye, di pêşketina ilim û îrfan da ye…
Tirkiye mezin e lê birçî ye, paşdamayî ye, ji medeniyetê dûr û ji demokrasiyê bêpar e, bi qasî serê derziyê jî feyde negîhandiye dinya yê…

XXX

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE