07 mars 2017

Almanyayê Tirkiye kir qûna kûçik û derxist !


Ji bo civîna wezîrê karên dervey yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu, tirkan sê cî girtin, almanan hersê cî jî îptal kirin.
Ynî Almanyayê destûr neda Mevlut Çavuşoglu li Almanyayê civînekê çê bike…
Welatek ji viya bêtir nayê biçûkxistin!
Ev tê maneya hukûmeta Almanya, dewleta alman naxwaze Çavuşoglu li welatê xwe bibîne…
Li ser vê, Çavuşoglu ala xwe bi balkona(şaneşîna) seferatxaneya Tirkiyê ve kir û ji balkona sefaretxaneya Tirkiyê ya li Hamburgê xîtabî çend tirkên faşîstên îslamîst kir.
Ez bawer nakim almanan di dîroka xwe da heqareteke hewqasî mezin li wezîrên welatekî din kiribin û weletek hewqaî rencîde kiribin…
Gava wezîrên dewletekê nikanibin li welatekî wek Almanyayê lokalekê bibînin, civînekê çêkin, ev bûyereke ji skandalê jî mezintir e. Ji bo wî welatî rûreşiyeke mezin e.
Lê tirk li ber xwe nakevin, şerm nakin.
Heger şerm bikirana, heger dirhemek heya bi wan ra hebûya xwe nedixistin vî halî.
Ewrûpî zû bi zû tiştên wiha nakin…
Lê medyaya tirk di ser da jî gotiye, hey Almanya:
”Hadê viya jî nehêle !
Çavuşoglu yasaxa Almanya wiha qul kir !”
Kurro hûn li ber xwe nakevin, heger we şerm bikira, ev halê hûn ketinê ji mirinê jî xerabtir e.
Ancax meriv kane welatekî hewqasî pîs bike . Biçûkxistin û rencîdekirineke ji viya mezintir nabe…
Lê vana her tişt heq kirine…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE