29 mars 2017

Ala Kurdistanê bîna Abdullah Gul jî teng kiriye

Abdullah Gulê gelek kurdên totikvala jê pir hez dikin û pir pesnê wî didin, li dijî hildana ala kurd li Kerkûkê derketiye, gotiye
” Hildana ala IKBY li Kerkûkê ji bo têkêliyên tirkmen, kurd û ereban gefek e. Ev biyareke li dijî qanûna esasî ya Îraqê ye û ewê bibe sebebê hin gelşên nuh. ”
Wek hemû neyarên kurdan Gul jî naxwaze bibêje ala kurd ya jî ala Kurdidtanê, ji dêlî wê dibêje ”ala IKBY. Yanî ala Hukûmeta Herêma Kurdistana Îraqê.
Tirk û medyaya wan heta pir ne mecbûr bin navê Kurdistanê û ala Kurdistanê bi kar naynin. Naxwazin navê Kurdistanê û ala Kurdistanê meşrû bibe û têkeve devê milet. Dixwazin wek tabû bihêlin.
Em werin ser gotinên Abdullah Gul.
Hûn dibînin evê devşil çi keftarekî bêdiran e, çi marekî kor e.
Ala Kurdistanê ji bo efendî û tirkmenên wî gef e û ewê bibe sebebê hin gelşên nuh.
Ala Îaqê û erebî  ji bo Dulê devşil û tirkmenên çeteyên dewleta tirk ne gelş e, ya wan nerehet dike ala Kurdistanê ye, kurdî ye.
Erdogan dijminekî eşkere ye û dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan tu carî jî veneşartiye.
Lê ev marê qartîşî sed carî ji Erdogan bêtir neyarê kurd û Kurdistanê ye, bes wek Erdogan nade der. Ev gayê zexel pir bi bin û xayin e, dixwaze koka kurdan bi devnermikî, bi dostî biqelîne.
Ala Îraqê, zimanê erebî bi wî û bi tirkmenên bêbext wek şîr û şekir e, lê ala Kurdistanê û zimanê kurdî wek şûjinê di çavê wan ra dihere…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE