07 mars 2017

6ê adarê û Peymana Cezaîrê

6ê adarê di dîroka me kurdan da rojeke pir reş e…
Wek tê zanîn meha adarê di dîroka kurdan da meheke tije êş û elem e, di salên cihê yên vê mehê da gelek belayên mezin hatine serê miletê kurd.
Ji van felaket û belayên mezin yek jî ”Peymana Cezaîrê” ye.
”Peymana Cezaîrê”, di 6ê Adara 1975a da li Cezayîrê di nabêna Şahê Îranê Riza Pehlewî û Cîgirê Serokê Dewleta Iraqê Seddam Husên da hat îmzekirin. Emerîka û Tirkiye jî wek dewletên şahid, nabênkar beşdar bûn.
Di ”Peymana Cezaîrê” da rola Tirkiyê pir mezin e. Dibê dîroknasên kurd vê yekê baş zelal bikin.
Belkî jî hin kurdên başûr li ser ”Peymana Cezaîrê” hin tiştên hêja nivîsîbin jî. Lê ji ber ku em du elîfbayê cihê bi kar tînin, em nikanin tiştên hev bixwînin.
Xwedêgiravî ” Peymana Cezaîrê” lihevanîna Îranê û Îraqê bû, lê di esasê xwe da peymaneke li ser kurdan û li dijî kurdan bû.
Ji bo ku alîkariya Îranê ji ser kurdan were birîn û şoreşa Kurdistana başûr têk bibin.
Û netîce wisa jî bû.
Berî Peymana Cezaîrê bi salekê, di 1974a da dest di nabêna şoreşê û dewleta Îraqê da şer dest pê kiribû.
Bi îmzekirina Peymana Cezaîrê, Peymana 11ê Adarê ya di nabêna Mele Mistefa Barzanî û serokê Îraqê yê wê demê Hesen El Bekir da hatibû îmzekirin ji kok da têk çû û şoreşa Kurdistana başûr piştî 5 sal hêvî belav bû. Û dû ra jî ji xwe dewra Seddam Husên dest pê kir.
Ev nivîsa Abdulhakim Gunaydin ya di Sputnikê da nivîseke baş e, çîroka Peymana Cezaîrê di hafiza me da nuh dike, Wexta we hebe bixwînin…



XXX
Diyalog hertim ji monolgê, lihevkirin hertim ji şer û herbê baştir e. Dawiya her herbê aştî ye. Lema jî ya baştir meriv şer nek, bi diyalogê li hev were.
Aştiya herî xerab ji şer baştir e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE