21 februari 2017

Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne

Ne mimkûn e meriv her kesî bîne ser  fikir û baweriya xwe.
Ne mimkûn e meriv her kesî bike dost û dilxwazê xwe.
Ne mimkûn e meriv her kesî bike hevalê xwe.
Ne mimkûn e meriv îdeolojiya xwe, siyaseta xwe, dînê xwe, mezhebê xwe bi her kesî bide qebûlkirin.
Tiştekî wiha zorbatî û dîktatorî ye û netîceya wê jî şer û malkambaxî ye.
Lema jî dibê meriv xwe fêrî  jiyana  ”bi dijminê  xwe ra” bike, xwe fêrî  jiyana bi kesên ne di fikir û baweriya xwe da bike, hebûna fikir û baweriyên, îdeolojiyên, dînên cuda, jiyanên cuda qebûl bike û şerê wan neke.
Xwe rast û bi heq û kesên ne ji xwe jî şaş û neheq nebîne.
Baxçeyek bi gelek nebat, gul û çîçek û darên rengo rengo dibe bexçeyekî rengîn û xweşik.
Jiyan jî wisa ye, ne mimkûn e di civatekê da, hemû ferdên miletekî wek hev bifikirin û xwediyên eynî kêf û zewqan bin; xwediyên yek îdeolojîyê û baweriyê bin û bibin dilxwaz û endamên eynî partiyê û her kes ji eynî serok û siyasetmedaran hez bike.
Tiştekî wiha ne mimkûn e, derî tebîeta însên e.
Motora pêşketinê yekîtiya dijayetiyan e, pirbûna fikir û baweriyan e. Bi saya van ferqiyetan civat bi pêş dikeve.
Civatên ewrûpî ev yek zû fêm kirin û lema jî bi pêş ketin.
Kes îşê xwe ji fikir û baweriya kesî nayn e, kes, kesî mecbûrî ser fikir, bawerî, siyaset, partî û îdeolojiya xwe, ser  dînê xwe, mezhebê xwe, qewmê xwe nake.
Kes zimanê kesî, dînê kesî, îdeolojiya kesî yasax nake.
Mafên ji bo xwe heq  û rewa dibîne ji kesên din jî heq  û rewa bibîne.
Kes dînê xwe, baweriya xwe, mezhebê xwe, îdeolojiya xwe, qewmê  xwe di ser yên din ra nabîne…
Lema jî li Ewrûpayê  însan bêyî teşxele û şer, di nava azadiyê da bi hev ra dijîn.
Lema jî em ji van civatan ra dibêjin civatê pêşketî, demokratîk û medenî.
Lema ev civat bûne civatên refahê û medeniyetê.
Bi xêra vê toleransê û xweşbîniyê civatên Rojava bi pêş ketine û bûne xwedî DEMOKRASî, adet û kultureke demokratîk.
Lema Ewrûpa û civatên Rojava têr û pêşketî ne û civatên Rojhilat jî birçî û paşdamayî ne.
Lema em tim ji birçîna û ji ber zulmê direvin û xwe davêjin bextê wan.
Civatên rojhilat, miletên misilman hîn fêrî fê tehamul û toleransê nebûne. Hîn fêrî qebûlrina fikir, bawerî û îdeolojiyên cihê nebûne.
Ji dêlî toleransê û xweşbîniyê, li hemberî hev zorê, şîdetê, zorbatiyê bi kar tînin. Û netîceya vê jî wek tê dîtin şer û malwêranî ye.
Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne...

Inga kommentarer: