19 februari 2017

Xem û xeyalên min…


Daxwaz, xeyal û krîterên her kesî cihê ye. Her kes li gorî xwe tiştekî, hedefekê xeyal dike, dixwaze bigihîje wir.
Hinek dixwazin li vê dinya derewîn bibin xwedî serwet, mal û milk, qesir û qonax, bibin xwedî erebeyên luks.
Hinek dixwazin bigerin, dinyayê bibînin, kêf û zewqê bikin.
Yanî krîterên însanan yên jiyanê, xem û xeyalên însanan ji hev gelkî cuda ne, her însan li gorî qerekterê xwe, li gorî şexsiyeta xwe ji bo xwe tiştekî muhîm dibîne û bidestxistina wî tiştî xeyal dike.
Bi baweriya min gerek xem û xeyalên kesên xwedî dewlet û yên kurdan ne wek hev bin, çimkî kurd bindest in, îro li sê beşên Kurdistanê jiyana wan ji ya koleyan jî xerabtir e.
Lema jî gerek hedef û xeyalên kesên bindest û serdest ne wek hev bin.
Ez bi xwe her tim ji dêlî mal û milkê cîhanê, ji dêlî qesir û qonaxên li welatê xelkê, ya jî ji dêlî jiyaneke bindest ya Kurdistana bakur, Kurdistaneke serbixwe, dewleteke kurd xeyal dikim.
Ne ku li dijî zengînbûnê me. Xeyala min ne ew e.
Di bêrîka xwe da pasaporteke Kurdistanê xeyal dikim.
Li Swêd çûna qonsolosxana kurd xeyal dikim.
Bi mamûrên konsulxanê ra, bi konsulê Kurdistanê ra axaftina bi kurdî xeyal dikim.
Berî mirina xwe siwarbûna li balafireke Kurdistanê, di balafirê da bihîstina anons û agahiyên bi kurdî xeyal dikim.
Bihîstina dengê pîlotekî kurd xeyal dikim.
Li Wêranşarê îdareyeke kurd xeyal dikim.
Li Wêranşarê ziyareta qeymeqamekî, qumsêrekî, serbazekî kurd xeyal dikim.
Naxwazim li Wêranşarê rastî polîs û leşkerên tirk werim.
Li Wêranşarê, li sr bircên Diyarbekrê ji dêlî alên tirk, dîtina ala kurd xeyal dikim.
Li xwendegehên Wêranşarê ziyareta mamoste û xwendekarên kurd xeyal dikim.
Bi kurtî berî mirina xwe dîtina Kurdistaneke serbixwe û azad xeyal dikim…

Bêguman ev ne xewn û xeyala min tenê ye, ya bi milyonan kurdî ye jî.

Inga kommentarer: