06 februari 2017

Vî dilî aş bike !



Li welatekî ji te pir dûr
li cî û warekî xerîb
di hundurê xaniyekî xir û xalî da
tik û tenê me
xeyalan li hev siwar dikim
li dem û dewranên borî
li te difikirim
çavên xwe digrim
wek qulingekî
bi hewa dikevim
bilind dibim
bilind dibim
per û baskên xwe
li ewran dixim
difirim, difirim
bi asîmanan dikevim
welatan li pey xwe dihêlim
di ser çiyan û deryayan ra
bilind û nizim dibim
baskên xwe li hev dixim
difirim, difirim
li bende min be
dilê min bi rê da ye
difire tê ba te
gunehe wî aş bike
2017-02-06
Stockholm/Alby

XXX



Dibêjin, bihêlin bira ehmeqek  we maçî bike, lê belê bira maçek we neke ehmeq.
Çi heyf ku bi hezaran kurd bi maçeke tirkan ji ehmeqan jî xerabtir bûne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE