05 februari 2017

Vî camêrî serokê ” Jönssonligan” Charles-Ingvar "Sickan* jî derbas kir


Erdogan dîsa Bînalî Yildirimê reben kişandiye ba xwe.
Tobe ya Rebî tobe!
Kuro tebatî nayê vî benîademî, tu dibêjî belkî kurm tê da ye, 24 saetan wer dek û dolaban digerîne.
Ne diweste, ne diqerime, bi Xwedê vî zalimî Superman jî derbas kir !
Xwedê zane dîsa çi plan hazir kiriye û dike bi Bînalî Yildirimê reben têxe praktîkê.
Ji xwe planên birêz Erdogan tu carî naqedin, yek têk diçe, yeka nuh hazir e. Eynî wek serokê ”Jönssonligan/Çeteya Jonsson” Charles-Ingvar "Sickan" (Gösta Ekman) tim planeke wî heye…
Mêrik di nava qesir û qonaxan da dide cirîdê, rojê li qesrekê, li koşk û qonaxekê quretiyê dike.
Civanî îro ewê li Koşka Huber çêke. Dest dan ser mal û milkên xelkê. Koşka Huber jî yek ji koşka xelkê ye, kirin malê xwe.
Li gorî medyaya tirk dinivîse, serokê ”Şebekeya Jonsson” birêz Recep Tayyip Erdogan ewê li ser destûra nuh, referandûmê û li ser kurdan hin ders û taktîkên nuh fêrî Bînalî Yildirim bike.
Ez dibêjim jêvajorî li Bînalî daketî ye, nizane qulba wî bi kîjan alî da ye. Sedîsed bi bêsebriyeke mezin dixwaze rojekê berî rojekê ji vê bindestiyê xelas bibe…
Bi rastî jî însan ”serokwezîr” be jî bindestî ne xweş e, hema nalet li her babetê bindestiyê were û weselam…

*”Jönssonligan” yanî ”Çeteya Jonsson”, rêzefîlmekî komedî yê swêdî ye. Çeteyeke, şebekeyeke şêlandinên mezin dike.
Serokê ”Çeteya Jonsson”, Gosta Ekman e, hemû planên wî bi rengekî komîk têk diçin, lê piştî her têkçûnê ew planeke din hazir dike û bi vî hawî tu carî dawiya planên wî nayê.
Replîka Charles-Ingvar "Sickan" ya herî meşhûr ”Jag har en plan !” yanî planeke min heye !



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE