12 februari 2017

Tiştê tirk ji me dixwazin xizmetkarî û koletî ye


Cîgirê serokwezîr Nurettin Canikli gotiye kî çi bibêje û çiqasî bike qêrîn û hawar jî ewê terorîstan û hevalbendên wan ji kar bavêjin.
Mêrik gotiye, berê bi piranî merivên Fetulah ji kar avêtin, nuha jî dora terorîstan(yanî kurda) ye.
Canîklî wiha domandiye:
“Hûn çi dibêjin bibêjin, hûn biqîrin jî, hûn bikin hawar  û gazî jî emê hevalbendên terorê(hûn viya wek kurd bixwînin)  îxrac bikin û ji xwe tên îxrackirin û ewê werin îcrackirin jî. Me soz daye milet, kes nikane me rawestîne.”
Tirkan berê digotin kurd hemwelatiyên me ne, bi qasî tirkan xwedî maf in. Çimkî kurd jî wek tirkan dibin her tişt û tên her meqamî.

Nuha êdî vê siyasetê red dikin û dewleta xwe heta mimkûn be ji kurdan paqij dikin, her kesê hema piçekî jî bîna kurdayetiyê jê were, eslê xwe înkar neke, nebêje ez xulam û koleyê tirkan, dewleta tirk û hukûmeta AKPê û Erdogan im ji kar davêjin.

Yanî dibê êdî em kurd fêm bikin ku ciyê me kurdan wek xizmetkar jî di nava dewleta tirk da tuneye, nemaye.
Ji bo ku kurdekî bikin bekçî, odecî, tozcî, mamoste û mamûrekî dewletê dibê ew kes xwe înkar bike, bibe pan-turkîst û antî-kurd û viya jî baş îpat bike.

Lema jî wek Canîklî jî gotiye, paqijkirina dewletê ji kurdan ewê dom bike, di vî warî da dibê şika me tunebe.

Di vê serdemê da mêr û jin jî êdî bi daxwaza alieykî  tenê bi hev ra namîne, dibê herdu alî jî hevûdu qebûl bikin û bixwazin bi hev ra bijîn. Gava aliyek bixwaze û yek nexwaze, çare hevûdu berdan e.

Em û tirk hatine vê nuxtê, tirk naxwazin wek kurd me qebûl bikin, mafê me bidin û bi me ra bijîn.
Tirk û hukûmeta AKPê îro ji me ra dibêjin ya hûnê bibin tirk û xulamên me ya jî ji vir bar bikin û herin dereke din.
Ev dîtina tirkan ne nuh e, ji Serîhildana Şêx Seîd vir da ye tim van gotinan di ber me ra davêjin.
Di salên 1930î da wezîrê edaletê Esat Mahmut Bozkurt(1892-1943) gotibû:

 “Efendiyê wî welatî tirk in. Kesên xalis muxlis ne ji nîjada tirk bin li vî welatî  tenê mafekî wan heye: ew jî xizmetkarî û koletî ye. Dost û dijmin, heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanin.”

Nihal Atsiz (1905-1975) jî  dû ra eynî fikir dubare kir û wî jî wiha got:

”Me li van erdan xwîna herikand û girt, me koka gurcuyan, ermeniyan, rûman qeland û girt. Loma jî berî ku serê miletê tirk têxin belayê û berî ku ew jî tune bibin, dibê bidin rê û ji vir herin.
Ewê herin ku?
Çavê wan ku derê dibîne, dilê wan ku derê dixwaze bira herin wir.
Bira herin Îranê, Pakîstanê, Hindistanê, bira herin ba Barzanî.
Bira herin miracaetî Neteweyên Yekbûyî (NY)bikin û ji xwe ra li Afrîkayê ciyekî bixwazin.
Nîjada tirk zêde bi sebir e, lê belê gava hêrs bibe wek şêran kes nikane li hember bisekine, heger bawer nakin, bira ji birayên(hemnîjadên) xwe yên ermenî bipirsin û fêr bibin, belkî bi vî hawî aqilê wan were serê wan...”

Serokê CHPê yê kevn Îsmet Înonu jî ji Mahmût Esat Bozkurt û Nîhal Atsiz ne Kêmtir e, wî jî li ser kurdan eynî tişt gotiye:

”Eşkere ye, em nasyonalîst in. Û nasyonalîzim jî unsûrê yekîtiya me ya herî girîng e. Di nava piraniya tirkan da tesîra nufûsa tu nîjadeke(irqekî) din tuneye. Wezîfeya me, di nava wetenê tirk da dibê em hemû kesên ne tirk miheqeq bikin tirk. Nîjadên(irqên) ku mixalefetê li djî tirkan û tirkîtiyê bikin emê bibirin (îmha bikin) û bavêjin. Tiştê em ji kesên dixwazin ji welêt ra xizmetê bikin tirkbûna wan e.”

Erdogan jî çend sal berê li Semsûrê tiştên pir nêzî van fikrên Bozkurt, Atsiz û Inonu got:
”Kesên dewleteke duyemîn dixwazin bira li qusûrê nenêrin, ew ji xwe ra dewletê li ku dibînin, bira kerem bikin herin wira.”

Bi kurtî sebebê paqijkirina dewletê ji kurdan ev îdeolojiya irqçî, faşîst, pan-turkîst û antî-kurd e.
Erdogan û Bahçelî xwediyê vê îdeolojiya faşîst û antî-kurd in, lema jî dibêjin ewê îxrackirina bidomînin…




Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE