27 februari 2017

Tirkiyê tu carî negotiye ew serxwebûna Kurdistanê qebûl dike

Li gorî xebera malpera Kurdistan24, Umît Firat gotiye ”Tirkiyê dev ji şêla xwe ya berê berdaye û êdî amadeye serxwebûna Kurdistanê qebûl bike.”
Min gelkî dixwest ev texmîna Umît Firat rast be.
Lê belê qet nakeve serê min.
Çimkî ez di siyaseta hukûmeta AKPê ya li hemberî kurdên bakur û rojava da bi qasî misqalekî guhertinekê, nermbûnekê, sinyaleke pozîtîf nabînim.
Tirkiye li Sûriyê li dijî otonomiya kurda ye, li bakur hebûna kurdan û perwerdeya bi kurdî qebûl nake
Lê li başûr serxwebûna Kurdistanê qebûl dike.
Ev çawa îş e û çi siyaset e?
Tirkiyeya li rojava û li bakur qebûl nake kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk, ji bo çi li başûr ewê ne li dijî serxwebûna kurdan be?
Ji bo çi li başûr ewê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike?
Esbabî mûcîbeya vê dostaniya Tirkiyê bi kurdên başûr ra çi ye?
Ez dikim nakim, nikanim vê siyaseta Tirkyê ji hev derxim, fêm bikim û ji vê duayê ra bibêjim amîn !
Dibe ku hişê min naçe ser siyaseta kûr…
Lê yên dibêjin ”Tirkiye hazir e serxwebûna Kurdisanê qebûl bike”, bira ji kerema xwe ra me ronî bikin.
Çima û ji bo çi?
Û îspata vê ”qebûla” Tirkiyê çi ye?
Ez bi xwe bawer nakim Tirkiyê dev ji siyaseta xwe ya resmî berda be û sozeke wiha dabe kurdên başûr.
Lê heger sozek wiha dabe kurdan jî derew e, kemîn e, xapandin e…
Heger ne vir e, ne xapandin e, heger rast e, bira Erdogan derkeve vê yekê eşkere bibêje.
Bira beyanekê belav bike û bibêje em piştgiriyê didin serxwebûna kurdên başûr.
Ne ku hin kes ji kîsê xwe îdîayên wih bavêjin ortê…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE