02 februari 2017

Sal dibuhurin û serxwebûn nayê îlankirin

5 sal berê di rojeke wiha da li ser xebera Mesûd Barzanî di Newrozê da ewê serxwebûnê îlan bike min wiha nivîsî ye:
"Ev çend roj in medya kurd dinivîse ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di Newrozê da ewê serxwebûna Kurdistanê îlan bike.
Bi rastî planake kurdan ya wiha heye ya tuneye ez nizanim. Lê heger bi rastî jî nêteke kurdên başûr ya wiha heye, tam dema wê ye, dibê nuha gaveke wiha bavêjin.
Ji ber ku nuha ereb ne li ser hev in û tam bi hev ketine. Di rewşeke wiha da nikanin zora kurdan bibin...
Kînga meriv xurt û dijmin zeîf be dibê meriv lêde, ne ku eksê wê...
Siayset wiha ye.
Heger ereb vê qonaxa perçebûyî derbas bikin û xwe bidin ser hev, kurd nikanin serxwebûna xwe îlan bikin û bikin jî biserketin ewê gelkî zahmet be.
Lê nuha tam wexta wê ye, heger nêta wan heye dibê yekê nekin dudu û bi rastî jî di Newrozê da serxwebûna Kurdistanê îlan bikin.
Helbet di vir da şêla Emerîkayê pir girîng e, heta Emerîka piştgiryê nede kurdan nabe, dibê Emerîka û hin dewletên Ewrûpî li pişt kurdan hebin.
Em nizanin gelo piştgiriyeke wiha heye ya na. Ji ber ku heta nuha tunebû....
Lê hêvî dikim hebe û kurd di Newrozê da bi rastî vê gavê bavêjin."
Di ser Newroza 2012a ra 5 Newroz derbas bûn û vaye ya 6an jî tê, lê hîn jî serxwebûn nehatiye îlankirin.
Û ewê kînga îlan bikin, ya jî ewê bikin ya nekin, ew jî ne diyar e. Çimkî rewşa kurdan ya navxwe, têkiliyên partiyan li gorî 5 sal berê gelkî xerabtir e.
Erê piştgiriya derve li gorî berê nuha gelkî zêdetir e, lê belê kurd bi xwe ne li ser hev in û ji bo serxwebûnê ne bi tifaq in.
Sebebê vê rewşa xerab bêguman partî ne, serok û siyasetmedar in, van partî û serokan kurd xistine nava kaosekê. Halîhazir ne meclîs dixebite û ne jî partî li hev in.
Netîce ewê çawa be ne xuya ye. Lê dîsa jî meriv hêvî dike li xwe varqilin, yekîtiya xwe çêkin û serxwebûnê îlan bikin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE