27 februari 2017

Qebûlkirina Tirkiyê ya serxwebûna Kurdisanê vireke bêbingeh e

Li balafirxaneya Stenbolê hildana ala kurd baş e, lê di eynî wextê da di warê dîplomatîk da mafekî kurda ye, ji bo her serokî eynî tiştî dikin. Ji bo kurdan nekirina wan ya heta nuha dîskrîmînasyona kurda ye.
Bi baweriya min li balafirxana Stenbolê hildana ala kurd nabe îspata hukûmeta AKPê piştgiriyê dide serxwebûna kurdan ya jî serxwebûna Kurdistanê qebûl dike.
Hin kes tiştên wiha dibêjin lê ev qet ne rast e, îdîayeke bêbingeh e.
Dibê meriv meselê hewqasî basît nebîne…
Di hevdîtina Erdogan da dîsa ala kurd tunebû.
Yanî Erdogan hîn ala kurd qebûl nekiriye.
Ya muhîm jî ev e.
Çimkî îro Tirkiye, dewleta tirk Erdogan e.
Ji ber navê Kurdistanê hîn do bû mahkima Diyarbekrê komeleya KURDSIADê girt û cezayê pera da serokê wê.
Yanî dewletek xwedêgiravî  him ala kurd qebûl dike, him piştgiriyê dide serxwebûna Kurdistanê û him jî ji ber navê Kurdistanê komelan digre, însanan ceza dike !
Ev hesab hevûdu nagire.
Dibê meriv vê lîstika hukûmetê bibîne.
Dibê em hewqasî saf hereket nekin.
Tirk hîn ne dostên me ne.
Nêta Erdogan û birêvebirên dewleta tirk hîn ne pak e.
Bi kêmanî ez wiha difikirim.
Yanî meriv kane mesela alê wek taktîkeke xapandinê jî binirxîne.
Ji bo ku dilê kurdan xweş bikin.
Çimkî referandûm nêz dibe. Rayên kurdan muhîm in.
Li Balafirxana Stenbolê hildana alê Tirkiyê ji bo serxwebûnê tu sozek nedaye kurdan. Neketiye bin teahudekê, bi kurdan ra tu peyman îmze nekiriye.
Em zanin tirkan heta nuha gelek taktîkên wiha bi kar anîne û mêrikan tim jî bi ser ketine.
Di Meclîsa Yekem da nûnerên Kurdistanê hebûn, navê Kurdistanê ne yasax bû. Lê dû ra gelekên wan îdam kirin.
Yanî gotina min heta meriv gavên konkret nebîne, dibê meriv bi tiştên wiha biçûk baweriya xwe bi tirkan neyne.
Erdogan û berpirsiyarên hukûmetê her roj dibêjin, ”PKK rêxistineke terorîst e, taşaron e, tu têkiliya wê bi kurdan ra tuneye, piraniya kurdan bi me ra ne û em partiya kurd ya herî mezin in…”
Baş e Erdoganê wih dibêje çima mafê kurdan nade?
Li bende çi ye, kê bi destê Erdogan û hukûmeta wî girtiye?
Madem PKK kurdan temsîl nake û tu têkiliya PKKê û doza kurd bi hev tuneye û AKP jî partiya kurda ye, wê demê bira mafê kurdan bide û şerê xwe yê li hemberî PKKê jî bidomîne.
3, 4 PDKyên nêzî Barzanî hene, bira Tirkiye bi wan ra rûne.
Heger wan naecibîne, ji çep bigre, heta bi rast û îslamî, gelek partiyên kurd yên din hene, bira bi wan ra rûne.
Bira bi Hudaparê ra rûne.
Heta ne hewceye bi kesî ra jî rûne.
Bira hebûna kurdan û mafê kurdan têxe vê destûra nuh û dû ra jî mafê wan bide.
Lê em zanin Erdogan dev ji siyaseta ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman, yek welat” bernade û viya her roj jî dibêje.
Hedefa wî ne ku kurdan qebûl bike û mafê wan bide, belovacî wê dixwaze kurdan teslîm bigre, bike tirk.
Qebûl nake li Sûriyê jî kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk.
Û viya jî her roj dibêje.
Erdogan di her fersendê da dibêje, ” ji ber me hîşt bakurê Îraqê çê bibe me şaşiyeke mezin kir. Li Sûriyê buhayê wê çi be em vê şaşiyê nekin û nehêlin bakurê Sûriyê jî çê bibe…”
De îcar ev Erdoganê van gotinan dibêje çima ewê li başûr piştgiryê bide serxwebûna Kurdistanê aqilê min nagre!
Hinek dibêjin efendim mecbûr e, qet jî ne mecbûr e.
Heger Tirkiyê guh bida derve, ewê Kurdistana başûr û rojava îşxal nekira, ewê bajarên Sûriyê îşxal nekira.
Heger Tirkiyê hesabê derve bikira nedibû hevalê hêzên cîhatçî û Daîşê.
Heger guh bida rexneyên derve ewê dîwar lê nekira.
Ewê bi dehan bajarên kurdan wêran nekira…
Ewê bi PKKê ra li hev bikira.
Ewê 13 parlamenter, 30-40 serokên belediyan û bi hezaran siyasetmedar nexista zindanê.
Ewê 70-80 belediya ji kurdan negirtana…
Yanî Tirkiye ne li gorî zixtên derve, li gorî îdeolojiya xwe ya antî-kurd, dibê li tu derê Kurdistan çê nebe hereket dike.
Roja ku Tirkiyê dev ji vê îdeolojî û siyaseta xwe ya antî-kurd berda û mafê kurdan da, a wê demê kane Kurdistaneke serbixwe qebûl bike.
Heta Tirkiye neyê vê nuxteyê ez bi xwe hemû soz û gavên Tirkiyê sexte, taktîk û ji bo nêtên xerab dibînim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE