08 februari 2017

Qazixê Erdogan pir mezin derket

Di dema Osmaniyan da cezayê herî giran û hovane li qazix xistin bû, yanî însan li ser singekî sertûj û rûnkirî didan rûniştandin. Û bi ezab û eziyeteke mezin dikuştin.
”Qazixkirin”, bi tirkî di maneya xapandinê, bêbextiyê da jî tê bikaranîn.
Bi tirkî dibêjin filan kesî ”ez qazix kirim, qazix avêt ji min da”, yanî ez xapandim, derew li min kir.
Li Tirkiyê di siyasetê da her kes her kesî dixapîne, yanî her kes singan dikute hev.
Ev, tiştekî zêde ne xerîb e.
Lê ev cara pêşî ye li Tirkiyê milet, kurd jî û qismekî tirkan jî qazixekî hewqasî mezin dixwin.
Qazixê(singê) Erdogan ecêb mezin e, ji yê Osmaniyan jî mezintir e. Mêrik rojê çend hezar kesî ji kar derdixe.
Dixwaze bi birçîbûnê însanan teslîm bigre.
Qazixê/singê wî di destê wî da ye, dixe her kesî, dixe yên heta do havalên wî bûn.
Piştî merivên Gulen, nuha dora kurdan, Daîşê, îslamîstên heta do pê ra bûn.
Mêrik dixwaze dewletê bi hemû dem û dezgehên wê ve têxe binê emir û kontrola xwe. Û ji xwe kiriye jî…
Em nuha nikanin zêde tiştekî bi vê dewletê bikin, lê heger meriv zêde ne bêxîret û pîs me, merivê bizane ev dewlet dijminê me ye û dibê meriv li bende roja xwe be…

Qazix: sing



XXX
Midurê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov, axaftina Erdogan ya bi Trump ra ji Sputnikê ra şirove kiriye û gotiye, ”di warê têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê de mijara kurdan ji mijara Fethullah Gulen girîngtir e.”
Ev tespîteke rast e, derdê Erdogan û Tirkiyê bi kurdan ra ye, Erdogan dixwaze alîkariya Emerîka ji ser PYDê û kurdên qut bike, li rojava kurdan bifetisîne.
Û ev yek daxwaza hemû tirkan, hemû partiyên tirk e. Mesela Gulen hinekî reqlam e, Erdogn bi xwe jî naxwaze Gulen teslîmî tirkiyê bikin. Mayina wî ya li Emerîka ji teslîmkirina wî çêtir e. Qenekê kanin tim mezin û propagendeya xwe bikin..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE