25 februari 2017

Piştgiriya Tirkiyê ji bo serxwebûna Kurdistana başûr vireke mezin e

Yên dibêjin Tirkiye hazir e serxwebûna Kurdistanê(başûrê Kurdistanê)nas bike ya xewnan dibînin, ya xwe dixapînin, ya jî bi qestî dezînformasyonê belav dikin.
Tirkiye îro li tu beşekî Kurdistanê ne dostê kurda ye, lê dijminekî kurdan ê pir tahlûke ye.
Hukûmeta AKPê dijminekî pir bi dek û dolab e.
Erdogan ne xêrxwazê tu partiyeke kurd e...
Bira naskirina serxwebûna Kurdistanê li wir bimîne, heger ji destê Tirkiyê û hukûmeta AKPê were, ewê federasyona li başûr heye jî xera bikin.
Tirkiya ku li Sûriyê û li Kurdistana bakur ji bo ku kurd nebin xwedî mafekî herî biçûk bi hemû hêza xwe li hemberî kurdan şer bike, ji bo ku du bajarên kurdan negihîjin hev Kurdistanê îşxal bike, ji bo wê bi sedan leşkerên xwe bide kuştin, PYDê ji Daîşê tahlûketir bibîne, ji bo ku Emerîka ji PYDê ra nabêje terorîst têkiliya xwe bi Emerîka ra xera bike, li Îraqê nebe piştgirê serxwebûna kurdan.
Dibê kurd vê yekê fêm bikin û bi derewên Erdogan nexapin.
Heta ku Erdoganê li Sûriyê dijminê kurdan yê herî xedar be, heta ku Erdogan li welatê xwe hebûna kurdan qebûl neke û bibêje "yek milet, yek al, yek welat, yek ziman" li Îraqê nabe dostê kurdan, nabe piştevanê serxwebûna kurdan.
Erdoganê li Tirkiyê hebûna kurdan qebûl neke, perwerdeya kurdî qebûl neke, li başûr nabe dilxwaz û mitefikê kurdan.
Roja ku Tirkiyê li Sûriyê dev ji neyartiya kurdan berda û li Kurdistana bakur(Tirkiyê) hebûna kurdan qebûl kir û mafên kurdan yên netewî da, a wê demê belkî li Îraqê li dijî serxwebûna kurdan dernekeve...
Heta ku Tirkiye neyê vê nuxtê, heta ku Erdogan dev ji neyartiya kurdan bernede, ne mimkûn e bibe xêrxwazê kurdên başûr.
Erdoganê, Demirtaş û bi sedan siyasetmedarên kurd bi zorbatiyeke nedîtî bavêje zindanê nabe dostê Barzanî, li başûr piştgiriyê nade kurdan.
Di êrîşa Daîşê da derket ortê Tirkiye ne ”dostê” kurdên başûr e, belovacî wê yê gorra kurdên başûr kola û Daîş rêkir ser kurdan, Tirkiye ye, hukûemeta Erdogan e.
Dibê kurdên başûr vê pirsê ji xwe bikin:
-Tirkiya ku li rojava û bakur naxwaze kurd bibin xwedî maf, çima ewê piştgiriyê bide serxwebûna me?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE