23 februari 2017

Muhsîn Kizilkaya çima li piyasê xuya nake?

Yaho ev Muhsîn Kizilkaya ji zû da ye xuya nake, gelo wenda bûye, nexweş e ya jî Xwedê neke îş, mîşek hatiye serî?
Min meraq kir, ma haya kesî jê heye?
Heger were bîra we, Muhsîn Kizilkaya demakê gula telewîzyonên tirk bû, abûqat û murîdekî Erdogan yê di telewîzyonan da bû.
Dera ew lê bûya kesî newêrîbû ji AKPê û Erdogan ra bigota ”hilê bilê”, kê rexneyeke herî biçûk jî li Erdogan bigirta, Muhsînê me wek lokê hêc radibû ser tapanan, dibû qîrçeqîrçe diranên wî û kef û kopik direşand erdê…
Yên li dorê ji tirsan dibiziyan û devên xwe digirtin…
Lê ev 5-6 meh in beta bûye, qet xuya nake.
Gelo ez nabînim ya jî tezkereya wî tije kirin û ji piyasê rakirin.
Bi Xwedê her bêbextî ji Erdogan tê, kane canfîdayekî wek Muhsîn Kizilkaya jî biqewitîne.
Heger were bîra we Muhsîn Kizilkaya, di 11ê cotmeha(11/10-16)par da, di telewîzyona Haberturkê da bêhemdî şaşiyeke jiyana xwe ya herî mezin kir û got:
” Wezîfeya leşkeran ji xwe mirin e, ji bo vê meaş digrin. Lema jî ekstra tu çêyiyekê bi min nakin…”
Van gotinên wî him di studyoyê da û him jî dû ra bûn sebebê reaksiyonên mezin, tirkan êrîş birin ser û ew pir rexne kirin.
Herçiqasî dûra bi beyanekê ji polîs û mehmetcikan û malbatên wan uzrê xwe xwest, got ”ez poşman im”, lê diyar e Erdogan û Tirkan dîsa jî ew efû nekirin.
Çimkî ji wê rojê da ye li piyasê qet xuya neke, av li ser xwe zelal kiriye, beta bûye, fena ku tunebe, fena ku naj, fena ku axaftin û nivîsîn lê yasax kiribin.
Yaho ev tirk jî çuqasî nankor in!
Mêrik ji wan ra hewqasî kir, ji tirkan bêtir ”terorîzma PKKê” mahkûm kir, di her şert û mercî da Erdogan bi ruh û can parast, lê dîsa jî pere nekir, teskereya wî zû tije kirin…
Karê tu şelafî ne daîmî ye…
Mêrik ji bo xatirê Erdogan û AKPê hemû kurd kirin dijminê xwe, ji nasyonalîstekî tirk bêtir êrîşî kurdan kir, got ”Tirkiye cineta kurda” ye. Lê wa ye dîsa jî têrê nekiriye…
Min tim gotiye, ji bo tirkan kurdê dewsa wî neyê dagirtin, kurdê neyê qewitandin tuneye, kî be jî demek bikar tînin û dû ra diqewitînin û ji xwe ra xulamekî nuh dibînin…
Xulamtiya baş, saxlem, bi heysiyet tuneye, ya herî baş dibê meriv tu carî îxanetê bi qewmê xwe ra neke û nebe zilamê xelkê…

1 kommentar:

  1. Welleh camer do di TRT Kurdi de bu u kefa wi di ci de bu.

    SvaraRadera

PARVE BIKE