21 februari 2017

Min xwest tu bizanî...

Dibê tu bizanî…
Bawer bike di ser evîna te ra min tu evîn neheband
ji navê te ra min dilê xwe kire hêlekan
bi şev û roj
bi hezkirine mezin
min tu tê da lorand
min navê te kir nivişt û pazbend
wek sebrekê tim bi xwe ra gerand
ala te min li ser dîwarê dilê xwe neqişand
ez zanim canfîda û dildarên te pir in
hemû jî egîd û ji min xweşmêrtir in
lê dibê tu bizanî
agirê te xistiye vî dilî
ne kêmtir e ji ya tu kesî…

XXX
Îro 21ê sibatê roja navneteweyî ya zimanê dayikê ye.
Gelek kurd bi tirkî vê rojê li kurdan pîroz dikin.
Yê xwe kurd qebûl bike û doz kurd û Kurdistanê bike û li ser navaê kurdan siyasetê bike, dibê bi zarokên xwe bi kurdî bipeyive.
Yê bi zorokên xwe ra bi kurdî nepeyive navê wî, kursî û meqamê wî çi be jî vala ye, xwe nas nekiriye, dibê kurd kesên wiha nekin siyasetmedar û serokên xwe.
Siyasetmedarê, meleyê bi kurdan ra bi kurdî nepeyive dibê kurd lê guhdarî nekin.
Ma meleyên tirk bi kîjan zimanî bi tirkan ra dipeyivin?
Ma siyasetmedarên tirk bi kîjan zimanî bi tirkan a dipeyivin?
Kurdê vê pirsê ji xwe û ji mele û siyasetmedarê xwe neke totikvala ye, ew jî dixwaze ji kurdî xelas bibe û bibe tirk.

XXX

Li Kurdistana Federe kurd çima qedir nadin zimanê xwe, çima zimanê xwe hewqasî piştguh dikin?
Çima navên dikanan, bazaran, cihan û etîketên tiştan bi zimanên biyanî, bi tirkî û erebî ne?
Li ser şûşeyên avê û qutîkên mast bi tirkî û erebî nivîsîne, lê bi kurdî tuneye.
Yanî kurd li Hewlêrê ji dikanan "yogurt" û "leben", ”su” û ”may” dikirin, ne mast û avê...
Kurd çima li hemberî zimanê xwe hewqasî xemsar in û çima hewqasî heyranê tirkî û zimanên biyanî ne?
Di sala 2012a da gava ez çûm Kurdistanê vê yekê tavilê bala min kişand û min li gelek deran reaksiyon nîşan da.
Li hin centrûmên pir mezin hemû agahdarî, heta bi etîketên buhayê tiştan jî bi tirkî û erebî bû, kurdî tunebû.
Ez gelkî aciz bûm û min ji berpirsiyaran got. Gotin ne di destê wan da ye, ji ber ku dikan ya tirka ye, lema zimanê li ser etîketan jî ew hildibijêrin.
Min got, vira Kurdistan e, ne hûn, ew mecbûr in bi zimanê vî miletî etîketan binivîsin. Kurd ne mecbûr in bi tirkî bizanibin.
Wa ye piştî 5 salan hîn jî rewş wiha ye û heta hîn xerabtir bûye.
Civata ji xwe, ji zimanê xwe hez bike, piçek nasyonalîzm pê ra hebe, bixwaze bibe xwedî dewlet hewqasî dest ji ber xwe bernade, hewqasî fersendê nade tirkî û erebî….
Lê derdê berpisiyaran ne ev e, ew li dû tiştên din in…

Inga kommentarer: