10 februari 2017

Merivê zalim û zulimkar namerd e

Ji bo ku meriv kesên nezan, bêxîret, xapiyayî ji bin çeng û tesîra dijmin derxe gerek pir bixebite. Ev wacibê her kurdê şiyar û welatparêz e.
Dibê meriv ne tenê li hemberî neheqiya dijmin, li hemberî kesên bûne hevalên dijmin jî bêdeng nemîne, wan rexne bike.
Dibê meriv hevaltiya bi dijmin ra ebeden normal û xweş nebîne, nebe dost û hevalê kesê hevalê neyar...



XXX
”Kî dibe bira bibe, merivê zalim namerde e. Mezlûmê zulma wî qebûl dike û li kêlek wî cî digre jî ji wî namerdtir e.”
///Nûrettîn Turgay
Bi baweriya min gotineke pir rast e.
Bêdengiya li hemberî zulmê him bêexlaqî û namerdî ye û him jî dibe sebebê stûriya zaliman û zêdebûna zulmê.
Merivê xwedî ûjdan tu carî li hemberî zulmê bêdeng namîne û tu carî nabe hevalê zalim û dîktatoran.
Qet nikanibe tiştekî bike jî nabe hevalê yê zalim û destegê nade zulm û terora wî…
Li ser neheqiyê û zulmê gotineke Hz. Elî ya pir xweş heye, gotiye:
”Li hemberî neheqiyê serê xwe netewînin. Zîra bi mafê xwe ra hûnê şerefa xwe jî wenda bikin.
Lê bi gelek kesan ra şerefa wenda bikin jî nemaye, lema jî bi dil û can dibin hevalên neyar û zulimkaran…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE