15 februari 2017

Li Stockholma xopan îro buhar bû




Li Stockholma xopan îro rojeke ji rojên buharê ye.
Li derve plûs 12 derece germ e.
Roja herî germtir û xweştir ya îsal e.
Tîrêjên rojê zora qeşa erdê û belekiyên berfê yên li kêleka riyan biriye…
Berf dihele, qeşa dihele..
Kêfa civîkên(beytikên)hewşa me û li dora mala me pir li cî ye.
Cîveçîva wan guh jimin bir…
Ordegên gola me jî îro ecêb kêfxweş bûn, hinekan xwe dabûn ber tavê û hinekan jî di golê da dilîstin û bera hev didan.
Diyar bû wek însên kêfa wan jî ji vê roja xweş ra hatibû.
Ez her roj nava rojê ji hundur derdikevim û li dora saet û nîvekê li taxa me, li kêlek gola me dimeşim, geh hêdî hêdî û carnan jî hinekî bi lez piyase dikim.
Ji ber ku her êvar ez mecbûr im raporê bidim Hêvrî xanimê, di heqê meşa xwe da wê agahdar bikim.
Ji bo ku êvaran ji pitepita wê xelas bibim, ji mecbûrî her roj, pûk û baran be jî diçim bîstekê li derve çerx dibim.
Heta nuha ji ber ku dinya sar û serma bû, şilî û şepelî bû, pûk û berf bû, kal pîr ji malên xwe dernediketin.
Ez derdikevim der dimeşim ji ber ku min hîn ranehîştiye gopêl, ez hîn li ser xwe me.
Çimkî gava erdê qeşa girtibe, gelek kal û pîr dişemitin û dereke xwe seqet dikin.
Lema jî kal û pîrên ne li ser xwe, heta nuha zêde ji malên xwe dernediketin.
Lê îro li derve kal û pîrên wek min pir bûn, wek kar û berxên tu ji kozê berdî kêf kêfa wan bû.
Erê hemû bi gopal û bi erebe bûn, erê wek kar û berxan nedidan lotik û çindikan, lê dîsa jî kêfxweşî û bextewarî ji ruyê wan dibarî.
Ez û çend heban li hev sekinîn, me silav da hev û me dîrekt dest bi methê vê roja xweş kir.
Me got îro dinya pir xweş e, wek rojeke buharê ye, bîna buharê ji axê tê û hêvî dikin wiha dom bike…
Lê em zanin ewê wiha dom neke, sar û serma, berf û baran heta gulanê jî kane dom bike..

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE