01 februari 2017

Li ser şerê di nava KOMKARê da


Ev du sal in di nava hevalên KOMKARê da minaqaşeyeke pir dijwar heye, him li welêt û him jî li Ewrûpayê hevûdu perîşan kirine, tiştê nemayî ji hev ra dibêjin.
Gava ez beyanên wan ên dûr û dirêj li ser vî şerî û minaqaşeyên wan ên di medyaya sosyal da dibînim, ez matmayî dimînim û him jî xemgîn dibim.
Ez fêm nakim ji hev çi dixwazin û çima hewqasî ketine gewriya hev?
Şerê wan li ser çi ye ez fêm nakin !
Min digot piştî hewqs serpêhatî û tecrûbe belkî kurd biaqil bûne û li ser navê komeleyan êdî ewê nekevin gewriya hev...
Di salên 1980, 90î da teşxeleyên wiha belkî normal bû, em li Ewrûpayê hîn nuh bûn, em xort bûn û me hîn dev ji kultur û adetên xwe yên welêt bernedabû.
Lê hevalên KOMKARê bi porên xwe yên spî, piştî 40 sal tecrûbe, hîn jî wek xortên salên 1980î ketine gewriya hev.
Xwedê aqilekî bide wan…
Ez nizanim li ser çi li hev nakin?
Bi qasî ku ez dibînim li ortê tu mîrareke mezin, tu koşk û seray û xezîne tunene, here were naveke, patenteke ya jî bînayeke bi kirê ye.
 Hûn li hev nakin, ji hev biqetin û her kes komeleya xwe veke û navekî din bidinê.
Hûn merivên 50, 60, 70 salî ne, ma ne şerm e li ser navê KOMKARê ya jî li ser komeleyan dikevin gewriya hev û dilên hev dihêlin?
Xelk mezin dibe biaqil dibe, hevalên KOMKARê hiş berdane, bûne xortên 16-17 salî…



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE