06 februari 2017

Kurmanciya kurdên Konyayê

Ez ji kurmanciya, ji devoka  kurdên Konyayê pir hez dikim. Erê gotinên tirkî zêde li nav dixin lê dîsa jî kurmanciyeke xweş e.
Ji bo hinekan ne xweş be jî bi min pir xweş e.
Bi taybetî jî dema jinên wan, pîrên wan bi hev ra dipeyivin dixwazim lê guhdarî  bikim.
Belkî jî ez ne xerîbê wê devokê me lema.
Çimkî li Wêranşarê, dengbêjên berferatî hebûn. Min li qahwê li kilamên wan guhdarî dikir.
Cîran, nas û dostên min yên ruhayî, surûcî û berferatî hî hebûn.
Dibe ku ji ber tesîrê vê nasiyê be, guhê min ne xerîbê devoka ruhayê û ferêt e.
Di devoka kurdên Konyayê da hin gotinên pir antîk hene, ji sedsala 18, 19 û 20a mane. Lê ew hîn bi kar tînin.
Diyar e dema ji Kurdistanê koçber bûne ew gotin li herêma Ferêt û Ruhayê dihatin bikaranîn.
Lê ji ber ku ji Kurdistanê dûr ketine, guhertinên di kurmancî da negîştiye wan, ew bi çi devokê û bi kîjan gotinan çû bin, ew devok û ew gotin heta nuha parastine.
Yanî di zimanê wan da tu deform û tu guhertin nebûye, her tişt, her gotin û telafûz wek xwe, xwerû û antîk maye.
Mersele ji lîreya peran ra dibêjin ”qayme”!
Bi çend qayme yî ye?
Di zaroktiya xwe da min bi xwe ji kal û pîran li Wêfanşarê gotina ”qayme” bihîstiye.
Kîloya rizê bi qaymekî bû…
Gotineke din ”ecer”, yanî nuh .
Soleke ecer e.
Texsiyeke ecer kirî ye…
Gotina ”ecer” jî min di zaroktiya xwe da bihîstiye.
Gotineke din jî ”şor” e.
Yanî gotin, galgal, peyv, axaftin.
Ev çi şor e?
Şorên çort!
Yavrûm ev şorên geda ne….
Lê Wêranşarê em dibêjin ”galgal”. 
Hele were em bîstekê ji xwe ra bikin galgal…
Pyveke din ya pir xweş , ”Çir dikî?”
Yanî tu çi dikî?
Çito jî peyveke mexsûsî herêma me ye û pir xweş e.
Çito, çito dibe?
Yanî ”çawa, çilo” ?
Nuha van peyvan hatin bîra min. Miheqeq di zargotin, stran û muzîka wan da gelek gotinên din jî wek van numûneyên min dan heta îro wek xwe, wek  peyvên mantîk mane.
Kesên zanin bira binivîsin ezê li nivîsê zêde bikim…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE