06 februari 2017

Kurd tenê qîmetê didin leqleqên vala




Do min nivîseke xwe ya sê sal berê, li ser Ansîklopediya Îslamê weşand. Navê nivîsê ” Di Ansîklopediya Îslamê ya tirkî da li cîhanê ne kurd hene, ne zimanê kurdî û ne jî Kurdistan” heye.
Bîst saet di ser ra derbas bûye 5 kesan nivîs ecibandine û yekî jî gotiye ”analîzeke baş e”.
Em kurd wiha ne, qîmetê nadin tiştên muhîm. Heger di şûna wê da nivîsa min li ser PDKê û Barzanî  bûya, ya jî li ser PKKê û Ocalan bûya, heta li ser Kemal Burkay bûya jî ewê gelek kesî li gelek kesan biecibanda û li dijderketana, ewê bi dehan şiroveyên li gel û li dij hatibana kirin.
Lê ji ber ku nivîs li ser mesleyeke pir cidî ye kes dengê xwe nake, bi qasî nivîseke li ser partiyeke kurd, li ser siyasetmedarekî kurd eleqê nîşan nade.
Di nivîsê da beşekî wiha heye:
”Di vê xebata dêwîn ya 44 cildên Ansîklopediya Îslamê da di heqê ”kurd”, ”kurdî” û ”Kurdistanê” da bi yek gotinê jî zanînek tuneye! Tirk heye, fars heye, ereb heye lê belê kurd tuneye.
Tirkî heye, farisî heye, erebeî heye, lê belê kurdî tuneye!
Tikriye heye, heta bigîje Tirkîstana Rojhilat jî heye, lê belê Kurdistan tuneye!
Di tu derake 44 cildên ansîklopediyê da navê ”kurd”, ”kurdî” û ”Kurdistanê” derbas nabe…
Wê demê li gorî serokatiya Dîyanetê li ser ruyê erdê ne qewmekî bi nave kurd dijî, ne bi zimanekî bi navê kurdî tê peyivîn û ne jî erdnîgariyek(coxrafiyek)bi navê Kurdistanê heye…
Di 44 cildên Ansîklopediya Îslamê ya Dîyanetê da li ser kurdan, kurdî û Kurdistanê tunebûna yek gotinê, di dîroka îslamê ya 1500 salî da li ser kurdan, li ser zimanê kurdî û Kurdistanê tunebûna agahdariyekê, zanînekê heger ne cehalet be(hey ne cehalet e)nîjadperestî ye, şovenîzm e.Tinaziya(pêkenîna) bi ilim, bi dîrokê, bi însên e…”
Wek tê dîtin tirkan navê ”kurd, kurdî û Kurdistanê” nexistine 44 cildên Ansîklopediya Îslamê, yanî li dinyayê hebûna kurdan û kurdî înkar kirine. Di ansîklopediyeke 44 cildan da bi yek gotinê jî qala kurdan nekirine.
Lê hetanî nuha bêyî Îbrahîm Sediyanî yek dîndarekî kurd jî  li ser vê irqçîtiya tirkan ya nedîtî tiştek negotiye.
Min hêvî dikir ne yek û dudu, bi sedan kurd, lê bi taybetî jî kurdên dîndar çend peyvan li ser vê irqçîtiya tirkan bibêjin.
Sê sal berê jî gava min nivîs weşand dîsa kesî dengê xwe nekir. Dîsa tenê Îbrahîm Sediyanî nivîsa min di malpera xwe da weşand.
Mesele pir muhîm e, înkara miletekî, zimanekî û coxrafyake dîrokî  ye.
Ne di meqaleyekê da, di ansîklopediyeke îslamî da çawa kane navê miletekî misilman tunebe?
Înkareke wiha ji irqçîtiyê, ji faşîzmê û nazîzmê jî wêdatir e.
Lê kurd dîsa jî muhîm nabînin û vê înkara dewlete tirk û dîyaneta tirkan rexne nakin.
Ji ber ku wiha ye, ji ber ku kurd bêdeng in, tirk jî bêtirs tiştên wiha dikin.
Heger kurd bi rastî milet bûna, heger dîndarên kurd bi rastî xwe kurd bidîtana, heger partiyên kurd bi rastî partîyên xwedî şiûrekî netewî bûna, heger ronakbîrên kurd bi rastî wek ronakbîrên xelkê bûna li hemberî bûyereke hewqasî muhîm bêdeng nediman, ewê bi meş û konferansan, bi nivîsan dîyaneta tirk protesto bikirana.
Lê di ser  derketina ansîklopediyê ra 3 sal derbas bûn, heta nuha bêyî Îmrahîm Sediyanî kesî tiştek nekir.
Kurd ev in, miletekî nezan û bêşûr e….

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE