17 februari 2017

Kurd hêvîya xwe ji tirkan qut dikin

Etyen Mahçupyanê hevalê AKPê di heqê kurdan da aqil daye partiya xwe û gotiye:
”Kurd manen ji Tirkiyê dûr dikevin, coxrafiyeke xwe xerîbê Tirkiyê dihesibîne çê dibe!”
Li gorî Mahçupyan, dibê AKP vê psîkolojiya kurdan ya talûke bibîne û siyaseteke li gorî wê bimeşîne.
”Heger hukûmet di propagandeya referandûmê da retorîka xwe neguhere, li hemberî kurdan zimanekî hîn nerm bi kar neyne di dawiyê da ev veqetandin ewê hîn tûjtir bibe.”
Dîsa li gorî Mahçupyan nivîsî ye:
”Ji sedî 25ê kurdên AKPê, ji sedî 19ê kurdên CHPê û ji sedî 31ê kurdên HDPê meyla wan ew e ku neçin ser sandoqê. Ev texmîneke ji bo tevayiya kurda ye. Yanî kurd êdî xwe derî tirkan û siyaseta tirkiyê dibînin.”
Reqemên Mahçupyan dane pir muhîm in, hêvî dikim ev texmîn rast be.
Çimkî tiştê ji kurdan ra lazim e jî ev e.
Ji bo ku kurd serxwebûnê bixwazin dibê di warê rûhî da ji tirkan sar bibin, dûr kevin, daxwaze serxwebûnê di dilê wan da xurt bibe.
Piştî hewqas zulm û irqçîtî heger daxwaza serxwebûnê li ba kurdan hîn jî xurt nebûba ji xwe pir anormal bû.
Di referandûma 16ê nîsanê da zêdebûna rayên ”Boykotê” ewê xeta serxwebûnxwazan xurt bike.
Lema jî dibê meriv propaganda ”Boykotê” û Kurdistanê bi hev va girê bide, yên dibêjin Boykot, dibêjin Kurdistan.
HDP ji bo ”welatê ortax û cumhûrîyeta demokratîk” dibêje ”Na”, CHP ji bo berdewamiya rejîma kemalîst û antî-kurd dibêje ”Na” û AKP jî ji bo dîktatoriya şexsekî û rejîmeke faşîst û antî-kurd dibêje ”Erê”. Kurdên dibêjin ”Boykot” jî Kurdistanê dixwazin.
Dibê meriv vê ferqa nabêna hêzan îzah bike.
Lê wek Mahçupyan jî gotiye, kurd hêdî hêdî hêviya xwe ji tirkan û Tirkiyê qut dikin.
Ew çi bikin jî ev meyla li ba kurdan roj bi roj ewê xurt bibe. Çimkî tirk naxwazin hebûna kurdan nas bikin û mafekî netewî yê herî biçûk jî bidin kurdan.
Kurd êdî vê rastiyê dibînin. Ya ewê tirkbûnê qebûl bikin ya jî ewê bidin ser riya serxwebûnê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE