03 februari 2017

Ji kurdan ra îro serokên wek Mam Celal lazim in

Kurdan heta nuha li tu beşekî Kurdistanê dev micadala azadî û serxwebûnê bernedan, li herçar beşên Kurdistanê jî mucadeleyeke bêhempa dan. Tu carî ala spî hilnedan û teslîm nebûn.
Yanî di micadelê û liberxwedanê da qusûr nekirin, îmtihaneke pir baş dan.
Ev rast e, kes nikane vê rastiyê înkar bike.
Lê di warê yekîtiya netewî da hetanî nuha îmtihaneke  baş nedan, heta meriv kane bibêje îmtihaneke xerab dan û di sinifê da man.
Û hîn jî fêm nekirine heta yekîtiya wan tunebe, ew bi fêriştah bin jî nikanin bi ser kevin, fedekarî û qehremaniyên dikin keftûlefteke, micadeleyeke beyhûde ye.
Ji dêlî ku yê xurt, yê mezin, yê zeîf û biçûk bigre bin çengê xwe, destê xwe di serî bide û bike hevalbendê xwe, lê radibe, biçûk dibîne, henekê xwe pê dike, nav û nîçokan lê dike, jê ra xeberan dide û  bi destê xwe dike dijminê xwe, bi destê xwe totî himêza neyar dike…
Û di netîceyê da dijmin xurt dibe û ew zeîf dibe.
Ji serê salan da ye ev yek wiha dom dike.
Çimkî yekîtî, tifaq, siyaseteke milî tuneye, her kes dibêje ”ez” û ”ez”…
Bêguman sûc û gunehê herî mezin yê hêzên mezin û hêzên xurt in, ew li gorî mezinayiya xwe hereket nakin.
Heger îro li Kurdistana başûr, rojava û bakur yekîtiya kurdan tuneye sûcê herî mezin yê PKKê, PDKê û YPGê ye, ew bixwzin, ew dev ji pozbilindiya xwe berdin, kanin hemû hêzên din jî li dor xwe kom bikin…

Mam Celal ji ber ku xurûra xwe ya şexsî xist bin nigê xwe û wek serokekî netewî fikirî lema di sala 1997 ya jî 1998a da çû ber nigê Mesûd Barzanî. Û bi vî hawî him mezinahiya xwe nîşan da û him jî dawî da şerê birakujiyê.

Bi qasî ku min bihîstiye, berî ku YNK û PDK li hev werin, Mam Celal bi hevalên xwe ra civînekê çê dike û pirsekê ji wan dike, dibêje:
-Heger ez nuha rabib li erbê siwar bim û ez şufêr tenê herin Berêreş meqerê Mesûd Barzanî,  hûnê çi bibêjin?
Herkes dibêje:
-Şaş e, emê li dij derkevin. Nabe tu bi tenê herî ber nigê Mesûd…
Mam Celal dibêje:
-Baş e, gel/milet ewê çi bibêje?
Her kes dibêje:
-Ewê kêfa gel were, gel ewê bibêje eferim ji Mam Celal ra…

Mam Cela dibêje, ”Wê demê ez ne bi gotina we, bi gotina gel dikim” û radibe ew û şufêrê xwe tik û tenê diçin Selahedîn ba Mesûd Barzanî.
Û bi vî hawî dawî li şerê nabêna YNKê û PDKê anî û ew dostanî heta îro jî berdewam e.
A ji me kurdan ra îro serokên wek Celal Talabanî lazim in…


Inga kommentarer: