03 februari 2017

Em ji tarîxa xwe ders û ibretê nagrin

Bi kurdan ra hafiza(bîra)netewî û dîrokê zeîf e, serpêhatiyên xwe, trajediyên di tarîxê da hatine serê wan, zirarên bêtifaqiyê daya wan zû ji bîr dikin, jê tecrûbeyekê nagrin û wan tecrûbeyan dewrî nifşên nuh nakin.
Lema jî di warê siyasî da tu carî kamil û bi aqil nabin.
Heger me ji tarîxa xwe ya dûr û nêzîk ders û tecrûbe girtibûya, heger me zirar û malwêraniyên şerê nav xwe, şerê birakujiyê ji bîr nekiribûya îro li Kurdistana başûr meclîs ewê ne girtî bûya, partiyên kurd ewê neketibûna gewriya hev, yekê neba kêr û yekê neba penêr.
Îro li Kurdistana rojava hemû kurd wek xwşik û bira li hemberî neyar ewê di yek sengerê da bûna, ewê bi tivdîr û tifaq bûna…
Xurtî, mezinayî, heta bi heq bûn nayê maneya tu yê çavsoriyê li yê zîf û biçûk bikî, tu yê azadî û mafê jiyanê nedî wî.

XXX
Ahmet Turk ji girtîgeha Xarpêtê(Elezîzê)hat berdan. Çavê malbat û zarokên wî ronî be.
Diyr e Erdogan jê ra hinekî torpîl kir.
Çimkî kekê Ahmed ji siheta xwe bêtir li ber sihet û demokrasiya Tirkiyê diket. Ev jî mukafata wê ye.
Tirk miamela zarokan bi me ra dikin, berê li me dixin me girî dikin. Dû ra jî li me tên rahmê û me şa dikin…



XXX
-Xwe têxe dewsa yekî din, bi yekî digrî ra bikene, ji yekî dinale ra nebêje hus be ! Yê digrî aş bike, ji yê dinale ra bibe çare.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE