16 februari 2017

Dîkê jîr û rûviyê kone

Ev xemîşoka(çîroka) dîk û rûvî pir meşhûr e, gelek kesan, bi gelek hawî gotiye. Ev çîrok di kitêma min”Antolojiya çîrokên zarokan” da jî wek xemîşok/çîrok heye.
Îcar min ev çîrok bi hawê helbestî nivîsî. Ez çiqasî serketî me ez nizanim. Teqdîr ya we ye.
Her tim nivîsên siyasî nabe, min got bira ev nivîs jî wiha be.
Lê dibê em bizanin fabilên(xemîşokê, çîrokên) zarokan di eynî wextê da li ser mezinan in. Di rastiyê da gelek însanên wek vî rûvî hene û kar û barê wan jî xapandin û fildaq e.
Ji bo ku meriv ken û gotinên rûviyan nexape dibê wek vî dîkî biaqil û jîr be….


Dîkekî jîr û zane bû
li ser darê di nobetê da bû.
Rûvîyê fenek xwe nêzî wî kir
bi rûkenî û şelafî xwe pê şîrîn kir
Ji dîk ra got:
-Mizgîn li te birayê dîk!
dawî li şeran hat ma te bihît?
li dinyayê êdî nema tu şer û ceng.
ez belav dikim li her derê vê xeberê.
min got bidim te jî vê mizgînê.
Dakeve jêr em ev hevûdu ramîsin
min nede payin rêwî me wexta min nîne.
li bîst gundên din
dîk û mirîşk li hêviya min sekinîne.
dev ji nobet mobetê berde êdî
aştî hatiye dinê
dakeve jêr bi dilrehetî
bigere li gorî dilê xwe, bike kêf û şahî
mirîşk û dîk bigerin,
kêf bikin bi serbestî.
dibê hûn bizanibin alîkariya bi we ra
ji berê da kar û wezîfa me ye
vê xeberê bide dîk û mirîşkan
bira  hemû kêf bikin
dawetekê îşev çê bikin
bikin govend û dîlan
ji bîr bikin tirs û xofa salan
De ji kerema xwe ra dakeve were vira
ji bo ku te maçî bikim weke bira
Dîk got:
Birakê rûvî
-Weleh xebera te xweş xeber e
bihîstina ji devê te wek şîr û şeker e
vê xeberê ez pir dilşa kirim
wa ye ji hember da du kûçik tên
belkî wek te, ew jî elçiyên vê xeberê
belav dikin vê mizgînê li her derê
pir dilezînin
dixwazin xwe zû bi vir gihînin
piçekî sebir bike
gava gihîştin vir
ezê jî dakevim jêr
emê bi hev ra bikin şahî
hev û du maçî bikin wek bira
Rûvî got:
-Bi xatirê te birakê dîk!
ezê herim riya min dûr e
maçkirin bira nuha bimîne
Bi vî hawî rûviyê kone
ruhê xwe zor xelas kiriye
bi rê da ji xwe ra gotiye
di aştiyê da jî tu xêr tuneye
Dîk ji kêfa çend deng azan daye
ji ber ku rûviyê kone xapandiye


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE