08 februari 2017

Dibê meriv her tiştî li bende Xwedê nehêle


Lêwik ji bavê xwe ra got, “bavo melê gund bi diya min ra ye.”
Bavê got, “Jê bigere, Xwedê jê ra nahêle…”
Lawik yekî bi namûs bû, çend carên din jî mesele bi ber guhê bavê xwe xist. Lê bavê wî tim digot, “bîna xwe fire ke, Xwedê jê ra nahêle…”
Lawikê feqîr bala xwe dayê tu tevger û namûs ji bavê sadir nabe. Lema jî sibakê gava mele ji bo azana sibê derket ser şerafa minarê, lêwik çû qiratek nok bi ser pêlikên nêrdiwana minarê reşand.
Hundur minarê tarî bû. Mele îdare di dest da, qapqap(şimikeke text e) di nigan da gav ji ser minarê xwe bera jêr da, pê li nokan kir û ser serî noqî jêr bû. Û bela xwe dît.
Lêwik çû ji bavê xwe ra got, ”bavo mele ji ser pêlikên minarê şemitî, ket û mir…”!
Bavê got, ”Lawê min, min ji te ra negot Xwedê ewê bela wî bidê… !”
Lawik keniya, got;
”Bavo, weleh heger min li bende Xwedê bihîşta mele ewê qûş li diya min biqetanda…”
Dibê meriv karê xwe, wezîfa xwe, wacibê xwe dewrî Xwedê neke, bi kêmanî wek vî xortê bi namûs bi Xwedê ra bibe alîkar…

XXX
Îbrahîm Xelîl ne bes bû, îro jî birayê wî yê abûqat Emîn Baran jî girtine
Vî mêrikî Hulagû, Mao, Stalîn, Pol Pot, Seddam Husên jî derbas kir...
Rehîngirtina Îbrahîm Xelîl Baran ne bes bû, îro jî birayê wî yê biçûk, endamê komîteya birêvebir ya Baroya Ruhayê Abûqat Emîn Baran jî girtine.
Diyar e Erdogan dixwaze her kesê ji xwe ra dibêje ez kurd im ewê tewqîf bike, tenê cahş û xayinan li der ve bihêle.
Mêrikan her roj bi sedan kesî tewqîf dikin û bi hezaran jî ji kar davêjin. Miletê tirk rojekê jî ev zulm û teror bi meşekê protesto nekiriye, ronakbîrên tirk rojekê jî li dijî vê zulmê derneketine.
Her kes ji tirsn qutufîye, ji tirsê kes newêre dengê xwe bike. Erdogan civat teslîm girtiye, kes newêre ji qalikê xwe derkeve….



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE