04 februari 2017

Dibê êdî em dost û dijminên xwe ji hev bigerînin

Hin kurdên dîndar, bawermendên dilpak ji musilmanên welatên me îşxal kirine û em jî ji xwe ra kirine bindest bêtir, ji Emerîka û ewrûpiyên me ji qirkirinê diparêzin diqeherin û nefret dikin, ji wan ra dibêjin "gawir" !
Hîn jî bi sempatî li musilmanên her roj me wek gûşiyên tirî bi darda diikn, serê me jê dikin û jinên me ji xwe ra dikin kole dinêrin.
Li Kobanê heger ne alîkariya Emerîka û "gawiran" bûya, misilmanan qira me anîbûn.
"Gawiran" namûsa me ji destê misilmanên tam misilman xelas kirin.
Nuha li Kurdistana başûr jî xêra Emerîka û "gawiran" kurd di ber nigan neçûne û disitirin.
Roja "Emerîka" û gawir" destên xwe ji ber me bikşînin, bawer bikin misilman, Tirkiye, Îran, Sûriye , Îraq  ewê me li hewa bixwin.
Ma em di bin destê kê da ne, kî li me zulmê dike?
Ma Xwedê vê zulma li me dibe nabîne?
Çima merhametê, edaletê naxe dilê musilmanên xwe, çima heqê me kurdan ji wan musilmanên zalimnastîne?
Kurd bi dilekî pak dîn û siyasetê tevlihev dikin.
Ev îş ne îşê Xwedê û dîn e, berjewndî ye.  
Ereb, tirk û faris, bawermend, ne bawermend tu carî dîn, biratiya dînî di ser berjewendiyên(menfaetên)xwe ra nagrin.
Ji bo ku em kurd ji bindestiya wan xelas nebin bi Emerîka ra jî û bi îblîs ra  jî hevaltiyê, hevkariyê dikin.
Û ji xwe dikin jî.
Û ne dîndar tenê, çep jî eynî tiştî dikin.
Derdê hemûyan yek e, dibê kurd li tu derê azad nebin û Kurdistan çê nebe. Buhayê wê çi be jî dibê kurd nebin xwedî dewlet.
Ev armanceke mişterek ya hemû ereb, tirk û farisan e. Dîndar ne dîndar, ji sedî 99 wiha difikirin…
Dibê em kurd êdî vê heqîqetê bibînin û fêm bikin.
Yên saf, yên nezan tenê em kurd in, li ser navê dîn û îdeolojiyê em piştgiriya zulimkar û qatilên xwe dikin.
Li Îraqê, li Sûriyê, li Îranê kî çi zulmê li kurdan dike qet ne xema musilmanên tirk, ereb û faris e.
Qet ne xem a rast û çepên wan e jî.
Heger xema wan bûya ewê rojekê piştgirî bidana me, ewê rojê hukûmetên xwe protesto bikirana.
Mesela kurdên me yên dîndar pir li dijî Îsraîl in, heta hûn bixwazin piştgiriyê didin filistîniyan. Ji bo filistîniyan civîn û meşan çêdikin.
Heta nuha we qet dîtiye ji rojan rojekê jî filistîniyan ji bo kurdan beyaneke piştgiriyê dabe û zulma Tirkiye li kurdna dike protesto kiribe?
Li Îsraîl her tim bi dehhezaran, carnnan jî bi sedhezaran îsraîlî siyaseta Îsraîl ya li hemberî filistîniyan protesto dikin, piştgiriyê didin filistîniyan.
Heta nuha we qet dîtiye tirkan jî, dîndarên wan jî ji bo piştgiriya kurdan li dijî hukûmetê meşeke protestoyê kiribe?
Tiştekî wiha ne tirk dikin û ne jî faris û ereb.
Dibê em vê heqîqetê bibînin û hişê xwe topî serê xwekin.
Bi kurtî tiştê dîndarên, çep û rastên ereb, faris û tirk ji bo xwe dixwazin, tu carî ji bo kurdan naxwazin.
Dibê kurdên bawermend vê heqîqetê bibînin û êdî ji kesên ji me, ji qewmê me nefrete dikin hez nekin.
Ez nabêjim em jî wek wan bikin, lê ji wan hez nekin, piştgiriyê nedin wan, ji bo wan negrîn û ji bo wan bi hev nekevin, ji bo wan êrîşî kurdên din nekin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE