09 februari 2017

Dawiya vê siyasetê tirkbûn e

Bi siyaseta ”realîst”, bi hustuxwarkirinê, bi qebûlkirina serdestî û hukumraniya sîstema tirk, kurd tim li zirarê derketine û hêdî hêdî berbî tunebûnê û tirkbûnê ve diçin.
Hin siyasetmedar wer bawer dikin ku gava kurd tiştên zêde nexwazin, gava dernekevin dervayî sîstemê, tirk ewê li kurdan werin rahmê û hin mafan bidin kurdan, zulm û zora li ser kurdan hinekî kêm bikin.
Ji salên 1950î da ye kurd vê siyasetê dimeşînin, serdestiya tirkan û bindestiya xwe qebûl dikin, Tirkiyeke demokratîk û ”welatekî hevapar/ortax dixwazin” û di vê çarçewê da siyasetê dikin.
Lê di netîcê da tirk li karê û kurd jî li zirarê ne, kurd hêdî hêdî dihelin û dibin tirk.
Dibê meriv êdî dev ji vê siyaseta malwêran berde û li dijî sîstemê, li dijî hukumraniya tirk, li dijî bêstatubûna kurdan derkeve, siyaseteke Kurdistanî bimeşîne.
Ji dêlî demokratîkkirina Tirkiyê, ji kurdan ra statuyeke siyasî bixwaze, vê yekê bike şert.
Ji dêlî "ortak vatan", welatê hevpar/ortax, perçebûnê bixwaze, otonomiyê, federasyonê û serxwebûnê bixwaze.
Yanî li Kurdistanê desthilata kurdan bixwaze, vê siyasetê, vê xetê bi pêş xe û xurt bike. Ne demokratîkkirina Tirkiyê.
Hew bibe stepneya vê partî û wê partiya tirk.
Wek kurdên Kurdistana başûr ji bo xwe desthilatekê bixwaze. Dibê hedefa me ev be, xebat ji bo vê be, ne ku ji bo demokrasiyê piştgiriyê bide hin partiyan û li dijî hin partiyan şer bike.

XXX


Rûsya: Em PKKê û YPGê terorîst nabînin
Berdevkê wezareta derve ya Rûsyayê Aleksander Botsan-Harçenko gotiye ew PKKê û YPGê wek partiyên terorîst nabînin. Ji ber ku PKK û PYD li Sûsyayê ne di lîsteya terorê da ne.
Birayê Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan beg ji vê beyana Aleksander Botsan-Harçenko ewê gelkî aciz bibe. Bi îhtîmaleke mezin wek Emerîkayê ewê dersekê bide Rûsyayê jî (!)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE