17 februari 2017

Dawiya derew û xapandinê hat

Bêguman kurd jî rojekê ewê ji vê xewa mirinê şiyar bibin, dev ji hevaltî û biratiya rûvî, gur û keftaran berdin, siyaseta welatê ortax û cumhûrîyeta demokratîk rede bikin û ji dê lî wê va bidin ser rêya azadî û serxwebûnê, daza Kurdistanê bikin.
Ev yek hinekî wextê bigre jî zû, dereng ewê bibe.
Kurd ewê hêviya xwe ji biratiya tirkan, ji demokrasî û edeleta wan qut bikin.
Wa ye ji nuha da meriv sînyalên wê dibîne.
Hin aqilmendên dewletê û Erdogan dibêjin bira haya we ji we hebe, kurd di alî rûhî û psîkolojîk da ji tirkan û Tirkiyê dûr dikeven...
Netîceya hewqas zulm û xapandin dibê ev be...
Eksê wê ne normal e.
Ji bo xapandinê tirkan her rê, her siyaset ceribandin, her derew kirin, lê nîhayet dawiya xapandinê jî û ya dewrewan jî hat.
Êdî her kurdî fêm kiriye heta em bindest bin û li welatê xwe ne xwediyê hukmekî, xwedî statueyeke netewî bin halê me ewê tim ev hal be. Tu carî ne garantiya canê me û ne jî ya malê me heye.
Ji bo ku em kurd jî li vê dinyayê wek însanan bijîn, dibê em li welatê xwe xwedî desthilat û azad bin. Li Kurdistanê xwedî hukim bin, em xwe îdare bikin.
Wekî din tu rê tuneye. Siyaseta demokratîkkirina Tirkiyê sewdayeke vala û tahbeke belasebeb e.
Dibê em nîşanî tirkan û dinyayê bidin em azadiyê, serbestiyê, serxwebûnê dixwazin, vê bindestiya tirkan hew qebûl dikin û weselam...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE