10 februari 2017

Bindest e lê wek merivekî azad hereket dike

Bi riya medyaya sosyal meriv her roj gelek tiştên ecêb û sosiret dibîne.
Tu bala xwe didê camêr ji gundekî Kurdistanê ye, bavê wî ya şivan, ya gavan ya jî cotkarekî kurd e.
Yanî ne lawê mîr û began e, di qesir û qonaxan da û li ser destên dadiyan û di nava paçên hevrîşim da mezin nebûye
Bi îhtîmaleke mezin wî jî şivanî, cotkarî û palî kiriye, çûye ber kahr û berxan.
Lê bi tesadufî çûye mektebeke tirkan, tirkî fêr bûye û bûye "tiştek", mamûrek, mamosteyek, akademîsyenek, yanî bûye xwedî rutbe û kursî...
Vê yekê hiş ji serî biriye, ew kiriye tirkekî sosyetîk…
Fena ku ne kurd be, fena ku ne gundiyekî kurd be, fena ku dê û bavê xwe, dîroka xwe ji bîr kiribe, fena ku lawê "qorqor beg" be, fena ku xalis, muxlis tirk û lawê tirkan be bi tirkîyeke wek ya Zekî Muren dinivîse, navên wer ecêb û xerîb li zaokên xwe dike meriv dibêje ji qewmekî din e, ev ne kurd e.
Bi tirkiyeyek wer kibar û nazik dipeyive, xwe wer kibar û nazik dike, aqilê meriv disekine.
Çi ye, çi ye, çend gotinên tirkî fêr bûye, "canim, canim, kalbîm", yanî cana min, cana min, dilê min ji devê wî nakeve...
Tirkên welatê wî îşxal kirine û hebûna miletê wî qebûl nakin, her roj pê li serê zarokên wî dikin, bi hezaran kurd tije zindana kirine, ew bi dîplomeya di bîrîka xwe da difire...
Rebeno nizane heta bindest û bêdewlet be tu qîmeteke dîploma wî  û meqamê wî tuneye.
Qet li ber xwe nakeve, bi zulma, neheqiya tirk lê dikin qet neqehere.
Fena merivekî azad û xwedî dewlet be quretiyan dike, xwe pir nazik dike, bi tirkiya xwe, bi "canim, canima" xww, bi navê zarokên xwe yên ecêb, bi uslûb û xîtabeta xwe mezinahiyê dike, xwe tiştekî dihesibîne...
Bindestiya salan, asîmîlasyonê şexsiyeta gelek kurdî tarûmar û dejenere kiriye, kiriye çamûr..
-Lê xaltiyê lê metê, giriyê me bi halê me tê...

Inga kommentarer: