05 februari 2017

Ahmet Turk: Pir nazik bûn !

Wek tê zanîn çend roj berê rismekî Ahmet Turk di nava du leşkeran da di medyaya tirk da belav bû. Di risim da fena ku destê wî di kelemçê da be dihat xuyakirin.
Di medyaya sosyal da li hemberî risim reaksiyeneke mezin hat nîşandan, birin û anîna Ahmet Turk bi destê kelemçekirî ya jî di nava du leşkeran da pir eyb û wek heqaret hate dîtin.


Lema jî gelek kesan leşker û hukûmet rexne kirin .
Ahmet Turk di rojnameya Cumhurîyetê da gotiye ew risim şaş hatiye fêm kirin û kesî ne destê wî li kelemçê xistiye û ne jî muameleyeke ne baş pê ra kirine, li hemberî wî pir nazik û hurmetkar bûne. Yanî hukûmet û leşker parastiye û kesên piştgirî dan wî virek derxistiye. Turk wiha gotiye:
”Heger meriv durist be, li Xarpêtê di dema çûn û hatina nexweşxanê da li hemberî min nazik hereket dikirin. Di dema çûna nexweşxanê da li erdê berf hebû, ji bo ku ez neşemitim û nekevim, diketin milên min. Lê bi giştî baş hereket dikirin.”

Ev du roj in medyaya tirk, telewîzyonên tirk van gotinên Ahmet Turk belav dikin, dibêjin bala xwe bidinê dewleta me, dewleteke çiqasî nazik, kibar û medenî ye, ne destê wî xistine kelmçê, ne lêxistine, ne heqaret lê kirine. Di ser da li hemberî wî pir nazik û kibar bûne. Tiştên heta nuha dijhatin gotin hemû vir bûne.
Dewletê dest daniye ser hemû belediyên wan, ew û bi sedan hevalên wî yên bi rayên milet hatine hilbijartin ji wezîfê girtine û avêtine zindanê.
Herdu serokên partiya wî jî di nav da, 15 parlamenterên HDPê di hundur da ne.
Gelek jî reviyane dervayî welêt.
Yanî zulm û neheqiya hukûmet li wî û li partiya wî û li hevalên wî dike teroreke irqçî û faşîzan e.
Îcar ji dêlî ku ew vê zulma dewletê derxe pêş û wê rexne bike, ji me ra qala kibarî û nazikiya leşker û polîsên tirk kiriye, gotiye ”heger meriv dirist be, li hemberî min pir nazik û kibar bûn”.
Malneket, ma hîn ewê çi bînin serê te, hîn ewê çi zulmê li te û hevalên te bikin?
Tu kalekî 75 salî yî, ma qey di ser da bira li  te xin, bira heqaretê jî li te bikin?
Di vî umrî da tu ji serokatiyê girtine û avêtine zindanê, ma ev ne bes e?
Tu hîn qala "nazikî û kibariya" wan dikî?
Wek serokekî, wek siyasetmedarekî zulm lê bûye, ji dêlî ku bi girtina xwe biqehere, muamela dewletê pê ra kiriye teqdîr dike, dibêje li hemberî min "nazik bûn"!
Xwedê ji te razî, nuha ne roja tu van gotinan bikî û dewletê pê derxî paqijiyê û kesên piştgirî dan te virek û rûreş bikî.
Ma tu mecbûr î viya bibêjî?
Girtina te ya ji serokatiyê, zindankirina te tenê zulm û heqareteke pir mezin e, dibê tu viya bibêjî, vê zulma hukûmetê rexne bikî, ne ku fena qet tiştek nebûbe, bibêjî weleh li min nexistin û ji bo ez nekevim diketin bin milê min…
Ê yanî çi?
Ez qurban yên dikevin bin milê te jî û yên tu avêtine hefsê jî eynî meriv in, tu qala kîjan nezaketê dikî?
Mêrikan tu ji wezîfê girtine, bi mehan di zindanê hîştine û tu hîn jî mi  me ra qala ”hurmet û nazikiya” wan dikî!
Bira ev hurmeta wan têkve binê erdê!
Tu qala çi dikî ez benî?
Heta axayê me Om be xwelî ewê li serê me kom be!
Heta serokê êlê
Elo be, halê me ewê tim wilo be!



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE