28 februari 2017

Tirkiye baş bi kurdan dilîze



Wek tê zanîn sê roj berê di dema hatina Mesûd Barzanî da li Balafirxana Stenbolê ala kurd hat hildan.
Gelek tirkên nînadperest û faşîst û serokê MHPê Develet Bahçelî ji ber ku hukûmetê hildana ala kurd qebûl kiriye rexne li hukûmeta AKPê girtin û hinekên wan jî heta bigihîje heqaretên mezin li Barzanî, li kurdan û li ala kurd girtin.
Hin sûtalên MHPê li balafixaneya Stenbolê di bin kontrola polîsan da heqaretên pir mezin li Barzanî, kurdan û ala kurd kirin. Û vîdeoyavê şova xwe jî belav kirin.
Yanî hukûmetê bi hildana ala li balafirxanê dilê kurdan û dû ra jî bi heqaretên çeteyên xwe dilê tirkan xweş kir. Bi kurtî Erdogan kurd jî û tirkî baş îdare kir.
Serokwezîrê Bînalî Yildirm, li meclîsê bersîva rexneyên li ser alê da û biryara hukûmetê wiha parast:
”Do em bi serokê IKBY birêz Mesûd Barzanî ra di serî da pêşketinên herêmê, şerê li hemberî terorê û xurtkirina hevakriya li hemberî PKKê peyivîn.”
Tirk ji bo ku nebêjin Kurdistana Federe ya jî herêma Kurdistanê, berê digotin”Bakurê Îraqê”, nuha dibêjin IKBY, yanî ”Îdareya Herêma Kurd ya Îraqê.”
Bînalî Yildirimê  li gorî hin kurdan xwedêgiravî êdî ne li dijî serxwebûna kurda ye, ji bo ku navê Kurdistanê negre devê xwe ji Mesûd Barzanî ra dibêje ”serokê IKBY”ê.
Û Erdogan jî di hevdîtina xwe da hebûna ala kurd qebûl nake.
Ji ber ku qebûlkriina li derên din muhîm nabîne. Ji bo wî ya muhîm ew wek serokê Tirkiyê ala kurd di mekanê xwe da qebûl nake.
Ev tê maneya Erdogan di rastiyê da Mesûd Barzanî û Kurdistana Federe jî nas nake.
Û Mesûd Barzanî jî bêyî ku îtîrazî vê zorbatiya Erdogan bike, bêyî ala kurd bi Erdogan ra rûnişt.
Û tim jî rûniştiye…
Diyar e Erdogan ji wan ra dibêje ”serokwezîrê min ala we qebûl dike ji serê we zêde ye”!
Bînalî Yildirim, di bersîva rexneyan da îzah kiriye hukûmetê ji bo çi ala kurd  qebûl kiriye. Wiha gotiye:
”Di van rojan da pir qala çîroka alê tê kirin. Li gorî qanûna esasî ya Îraqê, Îdareya Bakurê Kurdistanê herêmeke otonom e. Parlamentoya wê heye, serokwezîrê wê, wezîrên wê, aleke wê ya cihê heye. Fena ku teamuleke nuh be minaqaşekirina vê meselê em nikanin wek nêteke pakij qebûl bikin. Tirkiye hurmetê nîşanî yekîtiy axa Îraqê dide. Lê belê qanûna esasî ya Îraqê çi qebûl kiribe jî em hurmetê nîşanî wê jî didin. Derî vê, me tu teamuleke dîplomatîk ya nuh, tu usûleke nuh qebûl nekiriye.”
Bi kurtî Bînalî Yildirim dibêje, dewleta Îraqê hebûna herêma Kurdistanê û ala kurd qebûl kiriye, lema ew jî mecbûr in hurmetê nîşanî vê yekê bidin.
Erê Bînalî Yildirim viya dibêje, lê belê wek min li jor jî got, Erdogan di hevdîtina Mesûd Barzanî da ala kurd dîsa qebûl nekir?
Maneya xwe ji bo ku Erdogan qebûl neke li ortê tu gelş û nezelaliyeke dîplomatîk tuneye.
Heger hebûya ewê li balafirxana Stenbolê nehata hilddan, serokwezîr ewê qebûl nekira.
Çimkî Yildrim dibêje ew li gorî qanûna esasî ya Îraqê qebûl dikin. Wê demê qebûlnekirina Erdogan zorbatî û neyartiya kurda ye, dîskrîmînasyon e.
Û Mesûd Barzanî jî her car vê zorbatiya Erdogan qebûl dike.
Li gel ku kurd vê şêla wî ya teslîmiyetçî tim rexne dikin jî ew li dijî vê zorbatiya Erdogan dernakeve û wek Erdogan dixweze pê ra rûdine, tim şertên Erdogan qebûl dike.
Kesên hildana ala kurd li balafrixaneya Stenbolê bi ezmanan dixin, li hemberî vê şêla Mesûd Barzanî qet dengê xwe nakin.
Bînalî Yildirm di xaftina xwe da qala ”hevakriya li dijî PKKê jî kiriye”, gotiye ”Tirkiyê hevkariya li hemberî PKKê bi Barzanî ra xurt kiriye.”
Geleo Bînalî Yildrim derewan dike ya jî rast gotiye?
Heger ev gotina Bînalî Yildirm rast be gelkî xerab e. Dibê Barzanî ya jî  berdevkên wî vê îdîa Yildirim zelal bikin.
Lê bi texmîna min Bînalî yildirim derewan nake…

Zimanê me sîgorta hebûna me ye


Mirina zimanekî jî û jîna(nemirina) zimanekî jî di destê însên da ye. Miletek li zimanê xwe xwedî derkeve ewê zimanê xwe bi pêş xe û lê xwedî dernekeve, bi zarokên xwe ra ne bi zimanê xwe, bi zimanekî biyanî bipeyive, ew ziman zû dereng mahkûmî mirinê ye.

Tiştê nuha dewleta tirk dike û piraniya kurdan jî pê ra dibin alîkar ev e. Bi bi hev ra, zarokên xwe ra ji dêlî kurdî bi tirkî dipeyivin, ev jî mirina zimanê kurdî ye.

”Heger hûn dixwazin miletekî ji ortê rakin berê ji zimên dest pê bikin.”
Konfuçyus

”Ziman neynika miletekî ye.Gava em li vê neynikê dinêrin di wir da em rismê xwe yê rastîn dibînin.
Schiller

Xurtiya zimanekî  ne avêtina, qebûlnekirna yê xerîb e, daqultandina wî ye..
Miletê zimanê xwe wenda bike kultura xwe, zargotina xwe, edebiyata xwe û şiûra xwe ya netewî jî wenda dike.  Çimkî ziman, mala fikir e. Bi saya zimên em dixuliqînin.

Çimkî kultur jî, edebiyat jî û zargotin, folklor jî bi riya zimên ji neselekî dewrî neslekî din dibe. Gava ziman bimre her tiştê bi zimên tê çêkirin jî dimre. Bi giştî em ji vê ra dibêjin kultur.

Ziman nasnameyeke me kurdan ya herî muhîm e, bi zimanê xwe em ji miletên cîran digerin. Roja em vî zimanî wenda bikin em jî wenda dibin.

Tirk viya baş zanin û lema jî ji bo ku zimanê me wenda bikin çi ji destê wan tê dikin. Û piraniya kurdan jî bi rengekî bêşiûr destegê didin vê hedefa tirkkan.

"Heger hûn dixwazin miletekî ji ortê rakin berê ji zimên dest pê bikin."

Tirkî bûye zimanekî kurdîkuj
Tirkî mejuyê gelek kurdan çelqandiye. Ez nizanim farisî û erebî jî eynî tişt aniye serê serê kurdan ya na.
Bi fêrbûna tirkî ra kurd înkara xwe û zimanê xwe fêr dibin.
Gava kurd tirkî fêr dibin, kurdî dest bi mirinê dike.
Gava zarokên kurd dest bi mektebê dikin hêdî hêdî ji dibin tirk û ji kok û kultura xwe, ji kurdbûnê xwe dûr dikevin. Bi piranî dibin mankurt, yanî koleyekî bêhiş û îtîatkar.
Kurd bi fêrbûna swêdî, îngilizî, almanî, fransî ra nabin ”mankurt”, nakevin prosesesa înkara qewmê xwe, asîmîle nabin.
Îngilîzî, almanî, swêdî, fransî ne ne kurdîkuj e, lê tirkî zimanekî kurdkuj e, zimanekî bi fêrbûna xwe ra kurdî tune dike.
Li Swêd çeqelekî, kevjalekî mezin heye, ez bawer dikim ji Emerîka anîn. Dema di çemenan û di deryayê da zêde dibin hemû çeqel, kevjalên din dikujin, nahêlin bêyî wan tu heywanekî din bijî.
Tirkî ji bo kurdan wisa ye, bûye zimanê kurdîkuj. Gava kurd tirkî fêr dibin kurdî dest bi mirinê dike….
Mirina zimanekî jî û jîna zimanekî jî di destê însên da ye, miletê li zimanê xwe xwedî derkeve ewê zimanê xwe bi pêş xe û lê xwedî dernekeve, bi zarokên xwe ra ne bi zimanê xwe, bi zimanekî biyanî bipeyive, ew ziman zû dereng mahkûmî mirinê ye.
Tiştê nuha dewleta tirk dike û piraniya kurdan jî pê ra dibin alîkar ev e. Bi zarokên xwe ra ji dêlî kurdî bi tirkî dipeyivin, ev jî mirina zimanê kurdî ye.
”Heger hûn dixwazin miletekî ji ortê rakin berê ji zimên dest pê bikin.”
Konfuçyus
”Ziman neynika miletekî ye.”
Schiller)

Miletê zimanê xwe wenda bike kultura xwe, zargotina xwe, edebitata xwe û şiûra xwe ya netewî jî wenda dike.
Çimkî kultur jî, edebiyat jî û zargotin, folklor jî bi riya zimên ji neselekî dewrî neslekî din dibe. Gava ziman bimre her tiştê bi zimên tê çêkirin jî dimre. Bi giştî em ji vê ra dibêjin kultur.
Tirk viya baş zanin û lema jî ji bo ku zimanê me wenda bikin çi ji destê wan tê dikin. Û piraniya kurdan jî bi rengekî bêşiûr destegê didin vê hedefa tirkkan.

Mirina li ser nigan ji jiyana li ser çongan çêtir e.
///G.Washington
"
Kitêbên baş zarokên bavên xwe nemir dihêlin
///Eflatun


27 februari 2017

Qebûlkirina Tirkiyê ya serxwebûna Kurdisanê vireke bêbingeh e

Li balafirxaneya Stenbolê hildana ala kurd baş e, lê di eynî wextê da di warê dîplomatîk da mafekî kurda ye, ji bo her serokî eynî tiştî dikin. Ji bo kurdan nekirina wan ya heta nuha dîskrîmînasyona kurda ye.
Bi baweriya min li balafirxana Stenbolê hildana ala kurd nabe îspata hukûmeta AKPê piştgiriyê dide serxwebûna kurdan ya jî serxwebûna Kurdistanê qebûl dike.
Hin kes tiştên wiha dibêjin lê ev qet ne rast e, îdîayeke bêbingeh e.
Dibê meriv meselê hewqasî basît nebîne…
Di hevdîtina Erdogan da dîsa ala kurd tunebû.
Yanî Erdogan hîn ala kurd qebûl nekiriye.
Ya muhîm jî ev e.
Çimkî îro Tirkiye, dewleta tirk Erdogan e.
Ji ber navê Kurdistanê hîn do bû mahkima Diyarbekrê komeleya KURDSIADê girt û cezayê pera da serokê wê.
Yanî dewletek xwedêgiravî  him ala kurd qebûl dike, him piştgiriyê dide serxwebûna Kurdistanê û him jî ji ber navê Kurdistanê komelan digre, însanan ceza dike !
Ev hesab hevûdu nagire.
Dibê meriv vê lîstika hukûmetê bibîne.
Dibê em hewqasî saf hereket nekin.
Tirk hîn ne dostên me ne.
Nêta Erdogan û birêvebirên dewleta tirk hîn ne pak e.
Bi kêmanî ez wiha difikirim.
Yanî meriv kane mesela alê wek taktîkeke xapandinê jî binirxîne.
Ji bo ku dilê kurdan xweş bikin.
Çimkî referandûm nêz dibe. Rayên kurdan muhîm in.
Li Balafirxana Stenbolê hildana alê Tirkiyê ji bo serxwebûnê tu sozek nedaye kurdan. Neketiye bin teahudekê, bi kurdan ra tu peyman îmze nekiriye.
Em zanin tirkan heta nuha gelek taktîkên wiha bi kar anîne û mêrikan tim jî bi ser ketine.
Di Meclîsa Yekem da nûnerên Kurdistanê hebûn, navê Kurdistanê ne yasax bû. Lê dû ra gelekên wan îdam kirin.
Yanî gotina min heta meriv gavên konkret nebîne, dibê meriv bi tiştên wiha biçûk baweriya xwe bi tirkan neyne.
Erdogan û berpirsiyarên hukûmetê her roj dibêjin, ”PKK rêxistineke terorîst e, taşaron e, tu têkiliya wê bi kurdan ra tuneye, piraniya kurdan bi me ra ne û em partiya kurd ya herî mezin in…”
Baş e Erdoganê wih dibêje çima mafê kurdan nade?
Li bende çi ye, kê bi destê Erdogan û hukûmeta wî girtiye?
Madem PKK kurdan temsîl nake û tu têkiliya PKKê û doza kurd bi hev tuneye û AKP jî partiya kurda ye, wê demê bira mafê kurdan bide û şerê xwe yê li hemberî PKKê jî bidomîne.
3, 4 PDKyên nêzî Barzanî hene, bira Tirkiye bi wan ra rûne.
Heger wan naecibîne, ji çep bigre, heta bi rast û îslamî, gelek partiyên kurd yên din hene, bira bi wan ra rûne.
Bira bi Hudaparê ra rûne.
Heta ne hewceye bi kesî ra jî rûne.
Bira hebûna kurdan û mafê kurdan têxe vê destûra nuh û dû ra jî mafê wan bide.
Lê em zanin Erdogan dev ji siyaseta ”yek dewlet, yek milet, yek al, yek ziman, yek welat” bernade û viya her roj jî dibêje.
Hedefa wî ne ku kurdan qebûl bike û mafê wan bide, belovacî wê dixwaze kurdan teslîm bigre, bike tirk.
Qebûl nake li Sûriyê jî kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk.
Û viya jî her roj dibêje.
Erdogan di her fersendê da dibêje, ” ji ber me hîşt bakurê Îraqê çê bibe me şaşiyeke mezin kir. Li Sûriyê buhayê wê çi be em vê şaşiyê nekin û nehêlin bakurê Sûriyê jî çê bibe…”
De îcar ev Erdoganê van gotinan dibêje çima ewê li başûr piştgiryê bide serxwebûna Kurdistanê aqilê min nagre!
Hinek dibêjin efendim mecbûr e, qet jî ne mecbûr e.
Heger Tirkiyê guh bida derve, ewê Kurdistana başûr û rojava îşxal nekira, ewê bajarên Sûriyê îşxal nekira.
Heger Tirkiyê hesabê derve bikira nedibû hevalê hêzên cîhatçî û Daîşê.
Heger guh bida rexneyên derve ewê dîwar lê nekira.
Ewê bi dehan bajarên kurdan wêran nekira…
Ewê bi PKKê ra li hev bikira.
Ewê 13 parlamenter, 30-40 serokên belediyan û bi hezaran siyasetmedar nexista zindanê.
Ewê 70-80 belediya ji kurdan negirtana…
Yanî Tirkiye ne li gorî zixtên derve, li gorî îdeolojiya xwe ya antî-kurd, dibê li tu derê Kurdistan çê nebe hereket dike.
Roja ku Tirkiyê dev ji vê îdeolojî û siyaseta xwe ya antî-kurd berda û mafê kurdan da, a wê demê kane Kurdistaneke serbixwe qebûl bike.
Heta Tirkiye neyê vê nuxteyê ez bi xwe hemû soz û gavên Tirkiyê sexte, taktîk û ji bo nêtên xerab dibînim…

Li Tirkiyê hebûna dadgehan êdî sembolîk in

Ahmet Turk di hevpeyvîna xwe ya di HaberTurkê da, li ser girtina xwe ji Kubra Par xanimê ra gotiye:
”Piştî tewqîfkirinê ez li hêviyê bûm min bibin Girtîgeh Mêrdînê. Lê belê ji salona mahkimê birin balafirxanê. Ji wir em çûn Sîlîvrîyê. (Sîlîvrî qezayeke girêdayî Stenbolê ye.)
Yanî berî ku biryara dadgehê diyar bibe bilêta min û polîsên ewê bi min ra bihatana hatibû kirîn, girtîgeh hatibû tespîtkirin. Ev jî nîşan dide ku ev girtin biryareke siyasî ye. Lê belê ez bibêjim ez matmayî mam ne rast e. Ji ber ku em fêr bûne. Me tiştên wiha di 1980î da, di 1994a da dît.”

Wek hûn dibînin, berî ku dadgeh biryara tewqîfkirinê bide, bilêta wî kirine û di girtîgeha Silîvrîyê da jî jê ra cî veqetandine.
Tu ferqa vê dewletê û dewleteke mûzan tuneye. Ancax dewleteke, şêxên ereban, dewleteke mafîa wiha bike.
Li welatekî wiha kes nikane qala hebûna huqûq û edaletê bike.Yanî meriv kane bibêje li Tirkiyê hebûn dadgehan êdî sembolîk in. Bi taybetî ji bo kurdan ev ji sedîsed wih aye.
Lê belê ev komedî ne mexsûsî îktîdara Erdogan e, qanûnên vê dewleta irqçî û antî-kurd ji bo kurdan tim wiha bûye.

Tirkiyê tu carî negotiye ew serxwebûna Kurdistanê qebûl dike

Li gorî xebera malpera Kurdistan24, Umît Firat gotiye ”Tirkiyê dev ji şêla xwe ya berê berdaye û êdî amadeye serxwebûna Kurdistanê qebûl bike.”
Min gelkî dixwest ev texmîna Umît Firat rast be.
Lê belê qet nakeve serê min.
Çimkî ez di siyaseta hukûmeta AKPê ya li hemberî kurdên bakur û rojava da bi qasî misqalekî guhertinekê, nermbûnekê, sinyaleke pozîtîf nabînim.
Tirkiye li Sûriyê li dijî otonomiya kurda ye, li bakur hebûna kurdan û perwerdeya bi kurdî qebûl nake
Lê li başûr serxwebûna Kurdistanê qebûl dike.
Ev çawa îş e û çi siyaset e?
Tirkiyeya li rojava û li bakur qebûl nake kurd bibin xwedî mafekî herî biçûk, ji bo çi li başûr ewê ne li dijî serxwebûna kurdan be?
Ji bo çi li başûr ewê serxwebûna Kurdistanê qebûl bike?
Esbabî mûcîbeya vê dostaniya Tirkiyê bi kurdên başûr ra çi ye?
Ez dikim nakim, nikanim vê siyaseta Tirkyê ji hev derxim, fêm bikim û ji vê duayê ra bibêjim amîn !
Dibe ku hişê min naçe ser siyaseta kûr…
Lê yên dibêjin ”Tirkiye hazir e serxwebûna Kurdisanê qebûl bike”, bira ji kerema xwe ra me ronî bikin.
Çima û ji bo çi?
Û îspata vê ”qebûla” Tirkiyê çi ye?
Ez bi xwe bawer nakim Tirkiyê dev ji siyaseta xwe ya resmî berda be û sozeke wiha dabe kurdên başûr.
Lê heger sozek wiha dabe kurdan jî derew e, kemîn e, xapandin e…
Heger ne vir e, ne xapandin e, heger rast e, bira Erdogan derkeve vê yekê eşkere bibêje.
Bira beyanekê belav bike û bibêje em piştgiriyê didin serxwebûna kurdên başûr.
Ne ku hin kes ji kîsê xwe îdîayên wih bavêjin ortê…

26 februari 2017

Gava cesaret nemîne

Ji bo jiyaneke azad, ji bo serketinê cesaret, wêrekî şert e.
Dilê tirsonek ne dilekî hur e.
Nietzsch gotiye, ”heger hûn bi tirs bijîn hûnê tenê li jiyanê temaşe bikin.”
Lema jî ji bo ku meriv jiyanê tam û li gorî dilê xwe bijî dibê meriv tirsê ji dilê xwe dûr xe, wêrek be.
Ancaxa gava meriv ne tirsonek be meriv kane bi ser keve û bigihîje mirad û meqseda xwe.
Li ser wêrekiyê gotineke kurdan ya pir xweş heye, dibêjen ”mêrê tirsonek nikane bi sîng û berê gewr û boz şa bibe.”
Yê bixwaze qezenc bike, dibê rîsk û tahlûkê jî bigre çavê xwe.
Tu serketin bêyî cesaret ne mimkûn e. Yê cesaretî tu rîskê û tahlûkê neke, nikane tu tiştî qezenc jî bike.
Li alî din tirsonekî însên hinekî bêexlaq jî dike. 
”Merivê tirsonek nikane bi namûs be.”
D. Szabo
”Gelek caran tirs, însên fêrê derewan dike.”
AIfred de Vigny
”Yê mal wenda kiribe tiştek wenda kiriye. Yê heysiyeta xwe wenda kiribe, gelek tişt wenda kiriye. Yê cesareta xwe wenda kiribe her tiştê xwe wenda kiriye.”
Goethe

Shakespeare jî li ser cesaret û wêrekiyê ev gotinên zêrîn ji me ra hîştiye.
Gava cesaret nemîne:
“Piraniya însanan ji tirsa wendakirinê, newêrin hez bikin
Newêre hez bike, ji ber ku xwe layiqî hezkirinê nabîne
Newêre bifikire, ji ber ku ji berpirsiyariyê ditirse
Newêre bipeyive, ji ber ku ji rexnebûnê ditirse
Newêre hestên xwe eşkere bike, ji ber ku ji redbûnê ditirse
Ji jiyanê ditirse, ji ber ku qîmeta xortaniya xwe nizanîbû
Ji bîrkirinê ditirse, ji ber ku tiştekî baş nedye dinyayê
Û ji mirinê ditirse, ji ber ku nizanîbû bijî.
///Shakespeare
Wereger: Zinarê Xamo


Ji bo ku em Kurdistaneke azad û serbixwe bibînin dibê em biwêrin gavên cesûr bavêjin,  dibê serok û siyasetmedarên me ne tirsonek, wêrek bin...

Dîlbaz

Hin kes di xapandinê da pir hoste ne,
wek jinên dîlbaz in,
him eşkere bi neyar û qatilên kurdan ra ne,
him jî xwedêgiravî şîna şehîdên kurdan dikin.
Yê ji bo kurdan bigrî nabe hevalê dijmin.
Dîlbaz, kesê bi zarxweşiya xwe, bi zimanê xwe yê şîrîn însanan dixapîne.
Di piyasa siyasî da gelek kesên wiha hene, him dewletê û him jî kurdan îdare dikin. Bi şivên ra dixwin, bi xwedî ra digrîn...
Bi şevan di telewîzyonên tirkan da aqil didin dewletê, bi roj jî mesajên serxweşiyê dişînin ji kurdan ra, di medyaya sosyal da xwedêgiravî ji bo kurdan dikin ax û wax...
Yanî bi vê dîbaziya xwe dewleta tirk jî û kurdan jî baş îdare dikin...

XXX
Heger ezê te nebînim
çi bikim bi van çavan
heger ezê bi te şa nebim
çi bikim bi van xeyalan
ev çav ji bo dîtina te ye
ev dil ji bo evîna te heye
ne xeyala te be
her tişt ji bo min
bêmane û beyhûde ye

XXX

Hevalê Celoyê dîn jê ra got:
”Perê wê heye nafire, derziya wê heye pêvenade, pêtaga wê heye hingiv çênake. Ew çi ye?”
Celoyê dîn got:
-Ez bikutim moza wiha…

25 februari 2017

Piştgiriya Tirkiyê ji bo serxwebûna Kurdistana başûr vireke mezin e

Yên dibêjin Tirkiye hazir e serxwebûna Kurdistanê(başûrê Kurdistanê)nas bike ya xewnan dibînin, ya xwe dixapînin, ya jî bi qestî dezînformasyonê belav dikin.
Tirkiye îro li tu beşekî Kurdistanê ne dostê kurda ye, lê dijminekî kurdan ê pir tahlûke ye.
Hukûmeta AKPê dijminekî pir bi dek û dolab e.
Erdogan ne xêrxwazê tu partiyeke kurd e...
Bira naskirina serxwebûna Kurdistanê li wir bimîne, heger ji destê Tirkiyê û hukûmeta AKPê were, ewê federasyona li başûr heye jî xera bikin.
Tirkiya ku li Sûriyê û li Kurdistana bakur ji bo ku kurd nebin xwedî mafekî herî biçûk bi hemû hêza xwe li hemberî kurdan şer bike, ji bo ku du bajarên kurdan negihîjin hev Kurdistanê îşxal bike, ji bo wê bi sedan leşkerên xwe bide kuştin, PYDê ji Daîşê tahlûketir bibîne, ji bo ku Emerîka ji PYDê ra nabêje terorîst têkiliya xwe bi Emerîka ra xera bike, li Îraqê nebe piştgirê serxwebûna kurdan.
Dibê kurd vê yekê fêm bikin û bi derewên Erdogan nexapin.
Heta ku Erdoganê li Sûriyê dijminê kurdan yê herî xedar be, heta ku Erdogan li welatê xwe hebûna kurdan qebûl neke û bibêje "yek milet, yek al, yek welat, yek ziman" li Îraqê nabe dostê kurdan, nabe piştevanê serxwebûna kurdan.
Erdoganê li Tirkiyê hebûna kurdan qebûl neke, perwerdeya kurdî qebûl neke, li başûr nabe dilxwaz û mitefikê kurdan.
Roja ku Tirkiyê li Sûriyê dev ji neyartiya kurdan berda û li Kurdistana bakur(Tirkiyê) hebûna kurdan qebûl kir û mafên kurdan yên netewî da, a wê demê belkî li Îraqê li dijî serxwebûna kurdan dernekeve...
Heta ku Tirkiye neyê vê nuxtê, heta ku Erdogan dev ji neyartiya kurdan bernede, ne mimkûn e bibe xêrxwazê kurdên başûr.
Erdoganê, Demirtaş û bi sedan siyasetmedarên kurd bi zorbatiyeke nedîtî bavêje zindanê nabe dostê Barzanî, li başûr piştgiriyê nade kurdan.
Di êrîşa Daîşê da derket ortê Tirkiye ne ”dostê” kurdên başûr e, belovacî wê yê gorra kurdên başûr kola û Daîş rêkir ser kurdan, Tirkiye ye, hukûemeta Erdogan e.
Dibê kurdên başûr vê pirsê ji xwe bikin:
-Tirkiya ku li rojava û bakur naxwaze kurd bibin xwedî maf, çima ewê piştgiriyê bide serxwebûna me?

Ji tirsa tirkan newêre bibêje ez kurd im lê dîsa jî diçe Tirkiyê tehtîlê û gerr û seyranê


Xortekî bi navê Muslim Azade, li Stenbolê aşpêj e, yanî lokantacî ye. Diyalogeke nabêna xwe û kurdekî zaxoyî da wiha nivîsî ye:
"Do du muşteriyên min ez matmayî hîştim.
Yê yekem jin û mêrekî zaxoyî bûn. Em bi kurdî dipeyivîn. Min pirsî ew ji ku ne?
Gotin em ji Îraqê ne.
Min got, ji ku dera Îraqê?
Gotin, ”em ji Zaxo ne.”
Min got, ma wira Kurdistan e ya Îraq e?
Bi şermokî gotin, ”Kurdistan e.
Yê duyem ez bêtir matmayî hîştim. Kurdekî urdunî bû. Min jê pirsî ew koçber(mahcir) e ya jî ehlê wir e? Got ew ehlê cî ye. Kurdiya wî pir fesîh û xweş bû.”
Kurdên başûr xwe li Tirkiyê rehet û azad his nakin, tirsa tirkan tim di dilê wan da ye. Wek turîstên alman û japonî rehet û bêtirs hereket nakin.
Lê dîsa jî ji bo gerrr û seyranê diçin Tirkiyê.
Dîsa jî heyranê Tirkiyê ne.
Ji bo ku herin Tirkiyê û li bajarekî Tirkiyê çend rojan bigerin, tahtîlê bikin, otosansurê, tirsê, înkara nasnameya xwe, înkara navê welatê xwe qebûl dikin…
Ez di vê şexsiyetê da seqetiyekê dibînim.
Însan çawa kane bi perê xwe vê zulmê û heqaretê li şexsiyeta xwe bike?
Bêyî kurdan ferdên tu miletekî din naçin welatekî xwe lê rehet û azad his nekin…
Dema kurdek li Kurdistanê telefonî kurdekî li Tirkiyê dike, berî ku dest bi axaftina xwe bike jê ra dibêje:
-Ma ciyê te musaîd e?
Yanî tu kanî bi kurdî bipevive ya na?
Heger bibêje ”musaîd e”, ewê bi kurdî pê ra bipeyive û heger bibêje ”ne musaîd e”, ewê biqulibîne tirkî…
Ev yek tenê têrê dike ku meriv ne mecbûr be naçe Tirkiyê.
Wek turîst, ji bo kêf û seyranê ji xwe meriv nigê xwe navêje Tirkiyê.
Kurd pirseke wiha bêyî Tirkiyê li tu welatekî din ji hev nakin. Çimkî dijminatiyeke hewqaî mezin, kîn û nefreteke hewqasî mezin li tu welatekî din li hemberî kurdan tuneye. Tenê li Tirkiyê heye.
Çimkî tenê li Tirkiyê kurdek newêre li ba her tirkî, li her derê bi kurdî bipeyive.
Çimkî tenê li Tirkiyê ji ber ku di telefonê da bi kurdî dipeyive kurdek kane were lêdan, heta were kuştin.
Kurdên başûr vê yekê baş zaninin, gelek tişt hatiye serê wan bi xwe jî. Di çûn û hatinê da mamûr û leşkerên tirk heqaretê li wan dikin…
Lê dîsa jî ji Tirkiyê hez dikin.
Dîsa jî bi kêfxweşî diçin tehtîla xwe li Tirkiyê derbas dikin…



24 februari 2017

Jiyan û Olan



Zilamek û lawê xw li daristanê degiriyan. Lawik lukimî û ket. Nigê wî êşiya. Ji ber êşa nigê xwe qîrînî pê ket, got ”axxx”!
Ji qotê çiyayê hember dengekî got ”axxx” û lê vegerand!
Lawik matmayî ma, bi qîrîn got:
-Tu kî yî ?
Çiyê bersîv dayê:
-Tu kî yî?
Lawik ji vê bersîvê pir hêrs bû, got:
-Tu tirsonekeke !
Çiyê dîsa bersîv dayê:
-Tu tirsonekeke !
Lawik tam şeqizî, him tirsiya û him jî matmayî ma. Fam nekir ev çi mesele ye. Dageriya ser bavê xwe û jê ra got:
-Bavo, ev çi ye? Ev çi deng e?
Bavê got:
-Lawê min, nuha baş guh bide bavê xwe û fêr bibe!
Û dû ra jî berê xwe da çiyê û bi qîrîn got:
-Ez heyranê te me!
Ji çiyê dengekî bersîv dayê:
-Ez heyranê te me !
Bavê dom kir, dîsa bi qîrîn got:
-Tu muhteşem î !
Çiyê lê vegerand:
-Tu muhteşem î !
Bav dîsa qîriya:
-Ez ji te pir hez dikim !
Çiyê lê vegerand:
-Ez ji te pir hez dikim!
Matmayina lêwik hinekî din zêde bû, serê wî li hev ket, baş fêm nekir ev çi ye û  çima wiha dibe?
Bavê, lawê xwe zêde di meraqê da nehîşt, got:
-Lawê min, însan ji viya ra dibêjin olan(dengvedan).
Lê belê di rastiyê da ev jiyan e.
Tu çi bidî jiyanê ewê jî wiya bide.
Tu çi biçîne, tu yê wiya biçine.
Gava tu hezkirineke hîn zêde bixwazî, dibê tu zêde hez bikî, ji dil û can hez bikî.
Gava tu dilovanîyeke hîn zêde bixwazî, dibê tu bi xwe li hemberî însanan bêtir dilovan û bi merhemet bî.
Heger tu ji însan hurmetê bixwazî, dibê tu jî li hemberî însanan bêtir bi hurmet û bînfireh bî.
Heger tu dixwazî însan ne bînteng, bi sebir û xwedî tolerans bin, dibê tu ne bînteng û bêsebir bî.
Dibê tu bînfirehiyê, xweşîbîniyê, ferqîyeta fikir û baweriyên cihê qebûl bikî û hurmetê nîşan bidî.
Ev qaîde beşekî esasî yê jiyana me ye.
Jiyan ne tesadufeke, di neynikê da eksê kirinên me ne, me çi çandi be, mahsûlê me jî wê ew be…
Ev qanûneke xwezayê û jiyanê ye…

Li ser lêkera "peçandin" ê

Peyva "peçandin" !
Nuha bi munasebeta pirsekê gotina ”peçandinê” hat bîra min. Min li hin ferhengan nêrî min nedît.
Gava me tiştekî hişk, wek riza nuh hatiye spîkirin(kutan) ya jî tirşa hebirmana(hebên hinarê yên hişkirî)davît ji devê xwe da, me digot:
-Ez dipeçînim.
Ez rizê dipeçînim.
Ez birçî bûm, min hinek tirşa hebirmana peçand. Ez riza nekeliyayî dipeçînim.
Gava dan dikutan û çend heb jê tahm dikirin, ji bo wê xwarinê jî digotin "peçandin."
-Ew çi ye tu dixwî?
-Piçek dan e dipeçînim.
Deme pîrekan li gundan di cûnî da çeltûk(birinca, riza nekutayî)spî dikirin yanî gava dikutan, carnan çend heb davêtin ji devê xwe da û dixwarin. Navê wê peçandin bû.
Ya jî gava meriv ji ser dikanekekê birincê bikere û çend heban bavê ji devê xwe da ew jî peçandin e.
"Peçandin" ne ”pêçan” e, Pêçan lêkereke din e, meriv cixarê dipêçe. Peçandin, dema tiştekî mîna birincê, gênim û dên, hwd. bêyî ku  meriv germ bike, nerm bikîe, bikelîne, bi zuhayî, hişkî bavêje  devê xwe.  Ev peçandin e.
Hevalên bi ziman û ferhengan mijûl in bira vê gotinê li ba xwe qeyd bikin.


XXX
Ez bazekî spî yê hemedanî
min li serê çiyê hêlîna xwe çêkirî
bi baskên xwe difirim çiya bi çiya
bi pençên xwe dikim nêçîra
///Baba Tahirê Uryan

Çîroka kund û kêrgu


Çîrokên  Aisoposê yûnanî ne tenê ji bo zarokan, ji bo mezinan jî tije ders in. Bi qasî zarokan, dersên mezin jî ji wan bigrin pir in.
Ji xwe belkî di destpêkê da ji bo rexnekirina mezinan hatin nivîsîn. Lê ji ber ku wê demê rexnekirina eşkere tahlûke bû, lema jî qehreman bûn lawir, dar û ber û nebat.
Ji bo wê jî her çiqasî qehremanên çîrokên zarokan heywan bin jî, lê di esasê xwe da hemû li ser mirovan û têkiliyên di nabêna wan da ne.

Û ev jî çîroka kêrgu(kerguh, kevroşk, kîroşk) û kundê kûpê êqil

Rojekê kêrgu li daristanê bi telaşeke mezin vir da û wê da baz dida, geh xwe vedişart, geh ciyê xwe diguhezt.
Vê yekê bala kund kişand. Bi meraq ji kêrgu ra got:
-Te xêr e birakê kêrgu, çima tu îro hewqasî bi heyecan î, mesele çi ye, çi qewimî ye?
Kêrgu got:
-Ma te nebihîstiye, dibêjin boxeyekî şêr birîndar kiriye. Lema jî şêr sonda hemû heywanên bi quloç xwariye, rastî kîjan heywanê bi quloç tê dikuje, perçeperçeyî dike.
Kund got:
-Ê çi ji te ra, tu çima direvî?
Kêrgu got:
-Ji ber ku guhên min dirêj in…
Kund çend caran çavên xwe qurç kir û got:
-Kuro yê te ne quloç e, guh e.
Kêrgu got:
-Birakê kund, heta ez bidim fêmkrin yê min ne quloç e, guh e, ezê werim xwarin jî…

Carnan bi rastî wiha dibe, meriv nikane derdê xwe bide fêmkirin. Gava agir bi daristanê dikve hişk û ter bi hev ra dişewitin. Heta tu derdê xwe didî fêm kirin hasil diçe mûsil.
Yanî gava neyar fermanê li hêzekê, li civatekê radike kesên "ham û tam" jî zirarê dibînin..



23 februari 2017

Muhsîn Kizilkaya çima li piyasê xuya nake?

Yaho ev Muhsîn Kizilkaya ji zû da ye xuya nake, gelo wenda bûye, nexweş e ya jî Xwedê neke îş, mîşek hatiye serî?
Min meraq kir, ma haya kesî jê heye?
Heger were bîra we, Muhsîn Kizilkaya demakê gula telewîzyonên tirk bû, abûqat û murîdekî Erdogan yê di telewîzyonan da bû.
Dera ew lê bûya kesî newêrîbû ji AKPê û Erdogan ra bigota ”hilê bilê”, kê rexneyeke herî biçûk jî li Erdogan bigirta, Muhsînê me wek lokê hêc radibû ser tapanan, dibû qîrçeqîrçe diranên wî û kef û kopik direşand erdê…
Yên li dorê ji tirsan dibiziyan û devên xwe digirtin…
Lê ev 5-6 meh in beta bûye, qet xuya nake.
Gelo ez nabînim ya jî tezkereya wî tije kirin û ji piyasê rakirin.
Bi Xwedê her bêbextî ji Erdogan tê, kane canfîdayekî wek Muhsîn Kizilkaya jî biqewitîne.
Heger were bîra we Muhsîn Kizilkaya, di 11ê cotmeha(11/10-16)par da, di telewîzyona Haberturkê da bêhemdî şaşiyeke jiyana xwe ya herî mezin kir û got:
” Wezîfeya leşkeran ji xwe mirin e, ji bo vê meaş digrin. Lema jî ekstra tu çêyiyekê bi min nakin…”
Van gotinên wî him di studyoyê da û him jî dû ra bûn sebebê reaksiyonên mezin, tirkan êrîş birin ser û ew pir rexne kirin.
Herçiqasî dûra bi beyanekê ji polîs û mehmetcikan û malbatên wan uzrê xwe xwest, got ”ez poşman im”, lê diyar e Erdogan û Tirkan dîsa jî ew efû nekirin.
Çimkî ji wê rojê da ye li piyasê qet xuya neke, av li ser xwe zelal kiriye, beta bûye, fena ku tunebe, fena ku naj, fena ku axaftin û nivîsîn lê yasax kiribin.
Yaho ev tirk jî çuqasî nankor in!
Mêrik ji wan ra hewqasî kir, ji tirkan bêtir ”terorîzma PKKê” mahkûm kir, di her şert û mercî da Erdogan bi ruh û can parast, lê dîsa jî pere nekir, teskereya wî zû tije kirin…
Karê tu şelafî ne daîmî ye…
Mêrik ji bo xatirê Erdogan û AKPê hemû kurd kirin dijminê xwe, ji nasyonalîstekî tirk bêtir êrîşî kurdan kir, got ”Tirkiye cineta kurda” ye. Lê wa ye dîsa jî têrê nekiriye…
Min tim gotiye, ji bo tirkan kurdê dewsa wî neyê dagirtin, kurdê neyê qewitandin tuneye, kî be jî demek bikar tînin û dû ra diqewitînin û ji xwe ra xulamekî nuh dibînin…
Xulamtiya baş, saxlem, bi heysiyet tuneye, ya herî baş dibê meriv tu carî îxanetê bi qewmê xwe ra neke û nebe zilamê xelkê…


Kurd do jî bêkes bûn îro jî bêkes in

Li Kurdistana bakur rewş pir xerab e, leşker û polîsên tirk zulmeke nedîtî li kurdan dikin. Dinya li kurdan kirine zindan. Rojê bi sedan kesî digrin bin çavan, terorîze dikin, îşkence dikin, davêjin bin kilîtê.
Her roj li vir û li wir çend kesan înfaz dikin.
Ev serê hefteyekê ye li Nisêbînê operasyoneke leşkerî dimeşînin, hin herêm û gund girtine bin hesargê, sê gund(Xirabê Bava, Talat û Cibilgiraw)ji bin da şewitandin û terşên gundiyan jî dane ber gulan.
Rismên şewatê û terşên hatine gulebaran kirn di medyaya sosyal da belav bûn. Rismên wahşetê ne...
Li dora 300 gundî girtine û 30 kes jî bi îşkenceyên mezin giran birîndar kirine. Hin kes birîndarên giran in û nuha li Mêrdînê di nexweşxaneyan da ne.
Bi kurtî dewleta tirk li hemberî kurdan şerekî qirkirinê, teroreke irqçî û faşîst dimeşîne.
Kurdistan di bin agir da ye, halê milet di her warî da pir xerab e.
Ji roja dewleta tirk ava bûye û vir da ye vê dewletê tim zulm û îşkence li kurdan kiriye, gundên kurdan şewitandine, malên kurdan talan kirine.
Lê li gorî xeberên ji Kurdistanê tên, li gorî raporên parêzvanên mafê mirovan, di tu demê da kurdan zulm û teroreke hewqasî mezin û hovane nedîtiye.
Li seranserê Kurdistanê, bi taybetî jî li herêmên welatparêzî lê xurt e, li ser gel terororeke mezin heye.
Di nava çend mehên dawî da bi hezaran însan ji karên wan hatine derxistin û li dora çar hezar siyasetmedar û kesên welatparêz jî hatine zindankirin.
Dest danîn ser hemû belediyên di destên kurdan dabûn. Piraniya serokên belediyan avêtin zindanê.
Yanî halîhazir li Kurdistanê heq, huqûq, edalet, mafên însanî, ewlehî nemaye, dewlet wek hêzeke îşxalkar û terorîst hereket dike, zulmê li însanan dike, digre, îşkence dike û davêje hundur.
Li hemberî vê zulma nedîtî hin kes û dezgehên kanin dengê xwe bikin, dengê xwe nakin , medyaya tirk xwe kerr û lal kiriye.
Ev bêdengî ji bo wan rûreşieyke mezin e.
Rojek ewê were ev partî, dezgeh û kesên îro dengê xwe nakin, li vê zulmê temaşe dikin ewê şerm bikin, ev bêdengîya li hemberî zulmê ewê wek lekeyek reş li eniya wan bimîne.
Kurd do jî bêkes û bi tenê bûn îro jî bi tenê ne...

Ji ber navê Kurdistanê KURDSIAD girtin

Komeleya Karsaz û Pişesazên Kurdistanê (KURDSIAD) ji alî dadgeha Diyarbekrê ve ji ber navê "Kurdistanê" do, di roja Zimanê Dayikê ya Cihanê da hate girtin.
Lê dadgehê bi girtina komelê tenê jî qîma xwe neanî, salek cezayê hefsê  û 820 lîre jî cezayê pera li serokê komelê A. Bakî Karadeniz birî.
Çavê hemû kurdên hevalê AKPê û xayinan ronî be!
Ez vê biryara hukûmeta AKPê diyarî hemû cahş, zilam û xulamên Erdogan û tirkan dikim.
Li wan pîroz be !
Parlamenter û wezîrên AKPê yên kurd, hemû kurdên heval û endamên AKPê dibê hakimê biryara girtina KURDSIADê daye pîroz bikin…
Çimkî bi saya bêxîretî û cahşîtiya wan hukûmet diwêre van biryaran bigre û navê Kurdistanê li kurdan yasax bike.
Heger li hemberî vê biyara mahkimê namûs di çend kurdên AKPê hilata û ji AKPê îstîfa bikrana ev tişt wiha nedibû.
Lê ji ber ku tirk zanin ew çi bikin jî namûs di xayina hilnayê, lema jî pir bêperwa hereket dikin.
Hedîse ev e…

XXX
Îran: Tirkiye ya ewê bi xwe ji Îraqê û ji Sûriyê derkeve ya jî ewê were derxistin
Têkiliyên Tirkiyê û Îranê dîsa ji nişka ve xera bû û herdu alî jî bi tundî êrîşî hev dikin.
Bi taybetê jî Îran tiştên pir giran ji Tirkiyê ra dibêje. Tirkiye ji mecbûrî bersîvê dide, lê bersîvê Tirkiyê ne tu bersîvin. Diyar e Tirkiye newêre Îranê zêde biazirîne. Ev yek ewê zirareke mezin bide tirkiyê…
Şêwirmendê Ayatulah Alî Xamenî, Elî Ejber Welayetî îro Tirkiye da ber topan û rexneyên bir giran li Tirkiyê girt.
Welayetî got:
”Dibê Tirkiyê ji erdên Sûriyê Îraqê derkeve, gava dernekeve ewê gelê Sûriyê û Îraqê ewê wê derxe. Berpirsiyarên tirk dixwestin nimêja îniyê li Mizgefta Emewî bikin. Lê belê bi ser neketin û tu carî jî ewê bi ser nekevin. Zafer ewê ya gelê Sûriyê û dewleta Sûriyê be.”
Welayetî got, yên bêdestûr û bêîzin ketine Sûriyê û Îraqê dibê ji van welatan derkevin. Ya ewê derkevin ya jî gelên Sûriyê û Îraqê ewû wan derxin.
Berdevkê wezareta derve ya Îranê Berham Qasimî jî du roj berê Tirkiye rexne kiribû û gotibû, ”em li hemberî Tirkiyê bi sebir hereket dikin, lê belê sînorekî sebra me jî heye….”
Bi qasî xuya dike heta hêzên Tirkiyê li Sûriyê û Îraqê bin, nabêna Îranê û Tirkiyê ewê tu carî baş nebe.
Çimkî Îran li Sûriyê jî û li Îraqê jî mutefikê hukûmetên van dewletan e. Û Tirkiye li herdu welatan jî hêzeke îşxalkar e û mutefikê çeteyên îslamî ne.
Lema jî heta li Sûriyê û Îraqê şar raneweste û Tirkiyê hêzên xwe paş da venekşîne başbûna nabêna Tirkiyê û Îranê zahmet e.
Lê baş e ku nabêna wan ne baş e, neliyevbûn neyarên me li kara me ye. Dema li hev bin kanin bêtir zirarê bidin kurdan.


22 februari 2017

Kurd dixwazin rojekê berî rojekê pêsîra xwe ji kurdî xelas bikin

Vê diyalogê bixwînin !
Dostekî min ê hêja, bi navê Kerîm Koşar li Qoserê zarokxane(kreş)vekiriye. Min zaeokxana wî pîroz kir. Di nabêna min û wî da ev diyaloga jêr derbas bû.
Min xwest hûn jî bibînin ku li Kurdistanê asîmîlasyon gihîştiye çi astê û kurd zarokên xwe bi dilxweşî çawa davêjin ber çerxa asîmîlasyonê.
Helbet ev ne mexsûsî Qoserê tenê ye, li her dera Kurdistanê rewş ev e.
Û ji xwe ji ber ku rewş ev e, lema jî Erdogan naxwaze perwerdeya kurdî qebûl bike.
Çimkî dibîne kurdî li ber mirinê ye, umrê kurdan çend sal mane, çend salên din kurd jî ewê bibin lazên Kurdistanê...

Zinarê Xamo: Ser xêrê be.
Ma zimanê kreşa we bi kurdî ye ya bi turî ye? Yanî hûn bi zarokên kurd ra bi kîjan zimanî dipeyivin?
Hêvî dikim hûn zarokên kurd fêrî tirkî nakin...

Kerim Koşar: Ustad...mirovekî tirk vê sibêhê ji bo zarokên xwe bîne hat kreşê û gt: ' Maşallê kesên hatine bi tirkî zanibin, lewra kurikê min bi kurdî nizane' Bi xemgînî min ev bersîv dayê : Metirse camêr ! ji zarokên hatine yek jî bi kurdî nizanin'
Zinarê Xamo Ma hemû zarokên tirkan in?

Kerim Koşar: nexêr...sê hep hatine...her sê jî ê kurdan e...dudu ji wan welatparêz in, lê zarok bi tirkî diaxifin

Zinarê Xamo: Berê kurd li Qoserê bi zarokên xwe bi kurdî dipeyivîn û hewqasî rehet nedibûn tirk.
Bi ya te sebê ku nuha bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin û dixwazin zarokên wan fêrî kurdî nebin çi ye?
Çima kurd dixwazin ji kurdî xelas bibin?

Kerim Koşar: li Qoserê di panelekê de Amed Tigrîs: gazıncên xwe kır û got ku li Amed û Licê êdî gel bi tirkî diaxifin û pişaftin pêş ketiye . beriya ku axaftina xwe biqedîne berê xwe da salonê û kêfxweşiya xwe anî ziman û got : Xuyaye pişaftin Çinar derebas nekiriye. Mamostayekî Cilînî hew xwe girt û ya dilê xwe veneşart; ' Helbet sedema wê yekê em surgucî ne...pêla pişaftinê li diwarê serhişkbûna me surgiciyan dikeve û polî poşman vedigere!!!'
Xuyaye ew dîwar hilweşiyaye Ustad...
slv û rêz

Zinarê Xamo: Spas.Min fêm kir...

Kurdê bindestiya xwe diparêze


Kurdekî bi navê Halîl Suleyman Bey Ogullari, nivîsa min ya li ser silava Bînalî Yildirim ya ”Gurê Boz” yanî silava faşîstên tirk rexne kir û got ez ”qewmîyetçîtiyê” yanî neteweperestiyê dikim.
Û li gora wî dibê meriv xwe ji hevkariya MHPê û AKPê aciz neke, ji ber ku kurd jî bi hev ra tifaqê dikin û em bi tifaqa kurdan kêfxweş dibin lê ya tirkan rexne dikin. Ev jî ne rast e.
Dîsa li gora wî, gavaem dewletê bixwazin ev dibe "qewmîyetçîtî", ne şert e dewleta her miletê musilman hebe. Erdogan hemû mafên me dane me, ya muhîm biratiya musilman e û mesla kurd û filistînî jî ne yek e.
Ji ber ku nivîsên wî pir tevlihev bûn jê rarastkirin lazim bû, lema jî min nexwest biguherim û biweşînim.
Ev hersê nivîsên jêr bersîvên min dane ”Halîl Suleyman Bey Ogullari”.

Bersîva Halîl Suleyman Bey Ogullari:
Gava dijminên meriv, partiyên hebûna miletê meriv qebûl nekin, navê welatê meriv qebûl nekin werin ba hev, silavên faşîstan bidin hev, wek kurd dibê meriv pê kêfxweş nebe.
Gava meriv bi yekîtiya dijminê xwe kêfxweş bû, faşîstiya wan normal dît di aqilê meriv da problemek heye.
Gava nabêna kurdan baş dibe ya jî hinek alîkariyê didin kurdan kêfa Develet Bahçelî û Bînalî Yildirim nayê.
Lê wek kurdekî wa ye kêfa te ji dostiya AKPê û MHPê ra û ji silava Yildirim ya Gurên Boz ra tê.
Kurd ji bo ku ji bindestiya tirkan xelas bibin dixwazin yekîtiya xwe çêkin, li alîkariyê digerin.
Lê tirk ji bo ku kurdan bindest û kole bihêlin hêzên xwe dikin yek.
Û tu jî wek kurdekî bi yekîtiya kurdan, bi alîkariya bi kurdan ra dibe diqeherî û bi ya MHPê û AKPê jî kêfxweş dibî.
Yek filistîniyê ji halê xwe, ji bindestiya xwe, ji îşxala welatê xwe memûn tuneye. Her filistînî dixwaze bibe xwedî dwlet.
Yek filistîniyê heyranê Netenyahu tuneye.
Lê bi hezaran kurdên ji bindestiya xwe, ji îşxala welatê xwe razî û heyranê Erdogan hene. Û tu jî yekî ji wan î…

XXX
 Bersîva Halîl Suleyman Bey Ogullari
Yanî gava kurd bibêjin em dixwazin ji bindestiya tirkan derkevin û em jî wek wan bibin xwedî dewlet ev dibe ”qewmîyetçîtî” !
Lê dewleta tirk heye, ev ne qewmîyetçîtî ye.
Ma dînê te, baweriya te ya îslamî dibêje gerek kurd heta û heta bêdewlet bin û koleyên tirk, ereb û ecem bin?
Ma Rebbê Alemê û Qurana pîroz dibêje gerek kurd tu carî nebin xwedî dewlet.
Ma Xwedayê te dibêje min kurd ji bo bindestiyê xuluqandin?
Ma biratiya îslamê ji bo me kurdan tê maneya bindestiyê?
Çima ewê dewleta tirkan, farisan û 22 dewletên ereban hebin, lê belê dewleteke 40-50 miliyon kurdî tunebe?
Wek musilman û dîndarekî kurd çima tu li dijî serxwebûna kurdan û dewleteke kurd e?
Ma Xwedê, Quran û dînê Îslamê li dijî serxwebûna kurda ne, li dijî dewleteke kurd in?
Heger tiştekî wiha heye dibê kurd ji Xwedê bibpirsin, çima ew li dijî dewleta kurd e ?
Û çima 57 dewletên musilman hene?
Tiştê dîndarên tirk ji bo xwe layiq dibînin û dixwazin, wek dîndarekî kurd çima tu naxwazî?
Çima tu jî naxwazî wek dîndarekî tirk, wek Bînalî Yildirim bibî xwedî dewlet, meclîs, al û zanîngeh?
Şaşiya viya çi ye?
Çi yê dewleta kurd li dijî Xwedê û dînê îslamê ye?
Çima Bînalî Yildrim û zarokên xwe ne bi zimanê te, lê tu û zarokên xwe bi zimanê wî dixwînin?
Çima gava filistînî dewletê dixwazin baş e, heq e, lê gava ez dixwazim xerab e û dibim qewmîyetçî?
Çima hebûna dewleta tirk heq e, ne qewmîyetçîtî ye, lê ya kurd ne heq e û ”qewmîyetçîtî” ye?
Madem em musilman birayên hev in, çima ew(tirk, ereb, faris)xwedî dewlet in û em jî bindest?
Çima zarokên tirkan bi zimanên xwe dixwînin, çima her tiştê wan heye û çima yê me tune ye?
Çi yê ez dibêjim, çi yê ”qewmîyetçiyên” kurd dibêjin ji fikrên, ji gotinên, ji îdeolojiya Devlet Bahçelî, Erdogan û Bîanlî Yildirim xerabtir e?
Sebebê ku tu wek kurdekî bûye hevalê Erdogan, Bînalî Yildirim û Bahçelî û dixwazî bindest bimînî çi ye?
Çima tu ne li dijî dewleta tirk î lê tu li dijî dewleta kurd î?
Çima tu dixwazî filistînî bibin xwedî dewlet, lê viya ji kurdan ra naxwazî?
Çima mesela kurd û filistîniyan ne wek hev e?
Çima gava flistînî serxwebûnê bixwazin rast e û mafê wan e, lê gava kurd bixwazin ne rast e?

XXX
Bersîva Halîl Suleyman Bey Ogullari:

Ê madem dewleta tirk ne dewleteke îslamî ye, çima tu hevaltiya wê dikî, çima tu serokên wê diparêzî, çima tu li dijî wê dernakevî?
Kurd hîn nebûne xwedî dewlet, tu li dijî dewleta kurd î. Lê tu ne li dijî dewleta tirk ya irqşî, ”ne îslamî” û faşîst î.
Berî dewleta kurd, dibê tu şerê dewleta tirk bikî.
Taktîkeke îslamiyan ya muşterek heye, ji bo ku sûcên dewleta tirk û hukûmetê AKPê bincil bikin, êrîşî kemalîstan dikin, zulma wan derdixn pêş.
Fena ku nuha kurd gihîştibin hemû mafên xwe.
Fena ku hukûmeta AKPê hemû mafên kurdan yên netewî dabin wan.
Tu dev ji kemalîstan berde, ev 15 sal in îslamî li ser hukim in.
Nuha halîhazir li Tirkiyê wek kurd çi heqê kurdan heye?
Kurro di qanûnan da hîn navê kurd tuneye.
Dewlet hîn hebûna kurdan qebûl nake.
Erdogan her roj dibêje ”yek dewlet, yek welat, yek al, yek milet û yek ziman”!
Ev yek di destûra Evren da heye û him jî di ya Erdogan da.
Hîn zarokan kurdan nikanin bi zimanê xwe perwerde bibin. Li seranserê Kurdistanê yek metebeke kurdan tuneye.
Dewlet hîn navê kurdistanê qebûl nake.
Do mahkimê li Diyarbekrê komela karsazên kurd girt ji ber ku di navê wê da Kurdistan heye. Mahkimê got navekî wiha tuneye.
Heger tu merivekî pir xwedênas, adil û dirist î, li dijî vê zulmê derkeve. Bêje tu derewan dikî Kurdistan heye û welatê min e.
Heger bi rasî tu bi Xwedê bawer dikî, dibê tu li hemberî zulma dewlet li kurdan dike bêdeng nemîne. Yê li hemberî zulmê bêdeng bimîne ”îblîsê bêziman e” . Ev hedîs e.

Aqilê esasî...


Di dema ziyareta nexweşxaneya aqil da yekî ji tuxtor pirsî:
-Tuxtor beg, gava hûn nexweşekî li nexweşxanê didin razan, pîvana we çi ye, hûn li gorî çi biryarê didin?
Tuxtor got:
-Em curnê serşokê(kuwetê)tije av dikin. Dû ra jî sê tiştan, kevçiyekî, fîncanekê û satilekê didin destê yê nexweş. Û dû ra jî em ji yê nexweş pirsa ewê curn çawa vala bike dikin. Mesela we yê çi bikira?
Mêrik bêteredut got:
-Min fêm kir. Rast e, merivekî normal ewê satilê tercîh bike. Çimkî satil ji kevçî û fîncanê mezintir e.
Tuxtor got:
-Na, merivekî normal ewê tipaya(devikê)curn bikşîne.
Bi tiştên ji me ra tên pêşkêşkirin dîtina çareseriyan her tim ne biaqilî ye, hiş/aqil, dîtina çareseriyên derî wan e.
Ji bo ku em kurd ji vê gerembolê xelas bibin û bigihîjin azadiya xwe, dibê em riyên, alternatîfên ne li ber destan, hin riyên nayê bîr û bala kesî bibînin...


XXX
Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yirdirim, bi îşareta ”gurê boz” ya mexsûsî faşîstên tirk silav daye ulkucî û faşîstên MHPê û bi axaftina xwe ew mest kirine.
Bînalî Yildirim ji mîvanên xwe yên MHPyî ra gotiye:
”Birayên min yên miletperwer û ulkucî(yanî irqçî, panturkîst û antî kurd) gotin welat û milet berî her tiştî ye û em bi hev ra derketin vê rêyê. Ma em viya qet ji bîr dikin?”
Rast e rêya wan jî û hedefa wan jî yek e, neyartiya miletê kurd e. Li ser vê hatine ba hev.
Lê belê hin kurdên bêhiş ya jî bêxîret hîn jî ferqê dixin nabêna MHPê û AKPê û bi sextekarî Bînalî yildirim ji Devlet Bahçeliyê faşîst baştir dibînin û wisa propaganda dikin.
Lê em zanin gava mesele dibe kurd û Kurdistan, di nabêna MHP û AKPê da, di nabêna Yildirim û Bahçelî û Erdogan da tu ferq tuneye, herdu partî jî bi qasî hev neyarên kurdan in û gava hewece be li hemberî kurdan dibin yek.

21 februari 2017

Min xwest tu bizanî...

Dibê tu bizanî…
Bawer bike di ser evîna te ra min tu evîn neheband
ji navê te ra min dilê xwe kire hêlekan
bi şev û roj
bi hezkirine mezin
min tu tê da lorand
min navê te kir nivişt û pazbend
wek sebrekê tim bi xwe ra gerand
ala te min li ser dîwarê dilê xwe neqişand
ez zanim canfîda û dildarên te pir in
hemû jî egîd û ji min xweşmêrtir in
lê dibê tu bizanî
agirê te xistiye vî dilî
ne kêmtir e ji ya tu kesî…

XXX
Îro 21ê sibatê roja navneteweyî ya zimanê dayikê ye.
Gelek kurd bi tirkî vê rojê li kurdan pîroz dikin.
Yê xwe kurd qebûl bike û doz kurd û Kurdistanê bike û li ser navaê kurdan siyasetê bike, dibê bi zarokên xwe bi kurdî bipeyive.
Yê bi zorokên xwe ra bi kurdî nepeyive navê wî, kursî û meqamê wî çi be jî vala ye, xwe nas nekiriye, dibê kurd kesên wiha nekin siyasetmedar û serokên xwe.
Siyasetmedarê, meleyê bi kurdan ra bi kurdî nepeyive dibê kurd lê guhdarî nekin.
Ma meleyên tirk bi kîjan zimanî bi tirkan ra dipeyivin?
Ma siyasetmedarên tirk bi kîjan zimanî bi tirkan a dipeyivin?
Kurdê vê pirsê ji xwe û ji mele û siyasetmedarê xwe neke totikvala ye, ew jî dixwaze ji kurdî xelas bibe û bibe tirk.

XXX

Li Kurdistana Federe kurd çima qedir nadin zimanê xwe, çima zimanê xwe hewqasî piştguh dikin?
Çima navên dikanan, bazaran, cihan û etîketên tiştan bi zimanên biyanî, bi tirkî û erebî ne?
Li ser şûşeyên avê û qutîkên mast bi tirkî û erebî nivîsîne, lê bi kurdî tuneye.
Yanî kurd li Hewlêrê ji dikanan "yogurt" û "leben", ”su” û ”may” dikirin, ne mast û avê...
Kurd çima li hemberî zimanê xwe hewqasî xemsar in û çima hewqasî heyranê tirkî û zimanên biyanî ne?
Di sala 2012a da gava ez çûm Kurdistanê vê yekê tavilê bala min kişand û min li gelek deran reaksiyon nîşan da.
Li hin centrûmên pir mezin hemû agahdarî, heta bi etîketên buhayê tiştan jî bi tirkî û erebî bû, kurdî tunebû.
Ez gelkî aciz bûm û min ji berpirsiyaran got. Gotin ne di destê wan da ye, ji ber ku dikan ya tirka ye, lema zimanê li ser etîketan jî ew hildibijêrin.
Min got, vira Kurdistan e, ne hûn, ew mecbûr in bi zimanê vî miletî etîketan binivîsin. Kurd ne mecbûr in bi tirkî bizanibin.
Wa ye piştî 5 salan hîn jî rewş wiha ye û heta hîn xerabtir bûye.
Civata ji xwe, ji zimanê xwe hez bike, piçek nasyonalîzm pê ra hebe, bixwaze bibe xwedî dewlet hewqasî dest ji ber xwe bernade, hewqasî fersendê nade tirkî û erebî….
Lê derdê berpisiyaran ne ev e, ew li dû tiştên din in…

Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne

Ne mimkûn e meriv her kesî bîne ser  fikir û baweriya xwe.
Ne mimkûn e meriv her kesî bike dost û dilxwazê xwe.
Ne mimkûn e meriv her kesî bike hevalê xwe.
Ne mimkûn e meriv îdeolojiya xwe, siyaseta xwe, dînê xwe, mezhebê xwe bi her kesî bide qebûlkirin.
Tiştekî wiha zorbatî û dîktatorî ye û netîceya wê jî şer û malkambaxî ye.
Lema jî dibê meriv xwe fêrî  jiyana  ”bi dijminê  xwe ra” bike, xwe fêrî  jiyana bi kesên ne di fikir û baweriya xwe da bike, hebûna fikir û baweriyên, îdeolojiyên, dînên cuda, jiyanên cuda qebûl bike û şerê wan neke.
Xwe rast û bi heq û kesên ne ji xwe jî şaş û neheq nebîne.
Baxçeyek bi gelek nebat, gul û çîçek û darên rengo rengo dibe bexçeyekî rengîn û xweşik.
Jiyan jî wisa ye, ne mimkûn e di civatekê da, hemû ferdên miletekî wek hev bifikirin û xwediyên eynî kêf û zewqan bin; xwediyên yek îdeolojîyê û baweriyê bin û bibin dilxwaz û endamên eynî partiyê û her kes ji eynî serok û siyasetmedaran hez bike.
Tiştekî wiha ne mimkûn e, derî tebîeta însên e.
Motora pêşketinê yekîtiya dijayetiyan e, pirbûna fikir û baweriyan e. Bi saya van ferqiyetan civat bi pêş dikeve.
Civatên ewrûpî ev yek zû fêm kirin û lema jî bi pêş ketin.
Kes îşê xwe ji fikir û baweriya kesî nayn e, kes, kesî mecbûrî ser fikir, bawerî, siyaset, partî û îdeolojiya xwe, ser  dînê xwe, mezhebê xwe, qewmê xwe nake.
Kes zimanê kesî, dînê kesî, îdeolojiya kesî yasax nake.
Mafên ji bo xwe heq  û rewa dibîne ji kesên din jî heq  û rewa bibîne.
Kes dînê xwe, baweriya xwe, mezhebê xwe, îdeolojiya xwe, qewmê  xwe di ser yên din ra nabîne…
Lema jî li Ewrûpayê  însan bêyî teşxele û şer, di nava azadiyê da bi hev ra dijîn.
Lema jî em ji van civatan ra dibêjin civatê pêşketî, demokratîk û medenî.
Lema ev civat bûne civatên refahê û medeniyetê.
Bi xêra vê toleransê û xweşbîniyê civatên Rojava bi pêş ketine û bûne xwedî DEMOKRASî, adet û kultureke demokratîk.
Lema Ewrûpa û civatên Rojava têr û pêşketî ne û civatên Rojhilat jî birçî û paşdamayî ne.
Lema em tim ji birçîna û ji ber zulmê direvin û xwe davêjin bextê wan.
Civatên rojhilat, miletên misilman hîn fêrî fê tehamul û toleransê nebûne. Hîn fêrî qebûlrina fikir, bawerî û îdeolojiyên cihê nebûne.
Ji dêlî toleransê û xweşbîniyê, li hemberî hev zorê, şîdetê, zorbatiyê bi kar tînin. Û netîceya vê jî wek tê dîtin şer û malwêranî ye.
Yê bi hêrs rabe ewê bi zirar rûne...

20 februari 2017

Ev ne pif e, tif e !

Krîstîn Ozbey xanimê di vê nivîsa xwe ya di Diyarnamê da kitêba şair Roşeng Rojbîr ”Ev ne pif e, tif e” bi me daye nasîn.
Mala wê ava be, karekî pir baş kiriye. Ne xêra vê nivîsa wê bûya minê ev şairê hêja nas nekira.
Min ji nivîsa Krîstîn Ozbeyê  jî, ji navê kitêbê jî û ji naveroka wê jî pir hez kir. Xwezî çend numûneyên din jî dabûya.
Hela navê kitêbê ”Ev ne pif e, tif e”, pir xweş e, muhteşem e…
Ez ji her kurdê bizanibe ew merivekî bindest e pir hez dikim.  Kurdê di vê zanînê û di şiûrê da be û bi vê yekê jî biqehere, bixwaze ji bindestiyê xelas bibe li br dilê min merivên pir ezîz in.
Ez ji bindest û koleyên haya wan ji bindestiya wan tuneye û xwe wek merivên xwedî dewlet û xwedî welat azad û serbilind dibînin qet hez nakim. Hîla min kesên wisa diçe…
Mexlûqê herî pîs bindestê, koleyê nexwaze azad bibe, nexwaze ji koletiyê xelas bibe, bibe rêber, aqilmend û paşmêrê xwediyê xwe.
Îro li Kurdistana bakur(Tirkiyê) bi sedhezaran kurd bi kêfxweşî, bi dil û can ji tirkan ra vî karî dikin.
Bi qasî ku min ji nivîsa Krîstîn Ozbeyê, ji navê kitêbê û ji du sê şiîrên wek numûne dane fêm kir, Roşeng Rojbîr şairekî bi koletî û bindestiya gelê xwe hesiya ye, jana bindestiyê di dilê xwe da his dike û bi riya qelema xwe dixwaze vê êşê têxe dilê her kurdê bêxem û totikvala.
Dibê meriv qedir bide şairên azadîxwaz, wan bide naskirin û xwendin. Her peyva li dijî bindestiyê û koletiyê, her peyva dibêje azadî û serxwebûn hêja ye, wek meriv derbekê bera dijmin bide, dibê meriv belav bike…

Çend numûne ji şiîrên Roşeng Rojbîr

XXX

jenê sûra srafîl im, navê te dilîrînim
navê te, ku li çepera gerdûnê lefandiye, têm li pey te
navê te, ku newaya heşir û mehşerê ye, nebe nabe
9 deng û 3 kîte
-bêwelatiya min li te
-sobe

XXX
Duello

Bikşîne şûrê xwe
di kunê xwe de zingar digre
her tişt germîgermî xweş e, ji xwe
hadê !
stuyê min ji yê dunê ziravtir e…

XXX
em
tu û mirin,
ji bîbikên çavan jî nêztir in
û bi qasî niqandina bijangan jî,
ji bîra min naçin

XXX

29 carî serî bikêl î, ku tu min nejmêrî
bila tev de nelê bin,
ku ez û tu yek bin”

XXX
”en-el welat
berî goçkirinê bi çend çirkî
me bi şewba mirovahiyê xistin
dengê me yê lerizî, bi ser yê lawirên şevdêrî ket
di pey de, pirr di pey de
piştî me ew têk birin û vir ve
goştê wan li zikê me, çermê me li ser milê me anîn
ji roja ku me dest bi hevduxwarinê kiriye û vir ve ye
cureyek ji me şah,
yê din mat e
ev e,
çaryeka çîroka di guhê me de…”
…”


Heger em nebin yek emê herin yek bi yek

Li gorî berê gelek dewletên xwedî hêz îro piştgiriyê didin me, dixwazin em hêzên xwe bikin.
Di dîroka kurdan ya dûr û nêz da kurdan tu carî sempatî û destegeke hewqasî mezin ji Ewrûpa û dinyayê negirtiye.
Gelek dewlet êdî vekirî destegê didin serxwebûna Kurdistana başûr. Ev yek fersenedeke dîrokî ye.
Li hemberî vê alîkarî û piştgiriya dinayê neyarên me şeqizî ne, har û dên bûne.
Lê em ji dêlî ku ji vê îmkanê û fersenda dîrokî feydeyê bigrin û tifaqa xwe ya netewî çêkin, em li ser tiştên pir biçûk, li ser kursiyekê ya jî hin berjewendiyên bêqîmet ketine gewriya hev. Û rismekî gelkî ne xweş pêşkêşî xêrxwaz û mitefikên xwe dikin.
Hêz û wexta em didin xirecirê û şerê hev, heger me daba xebata yekîtiyê nuha em li nuxteyeke gelkî baştir bûn.
Dibê em bizanibin ev rewş, ev sempatî û piştgiriya îro ji bo me çêbûye ne ebedî ye, sibe bi guhertina şeran ra kane ji ortê rabe.
Lema jî gerek meriv vê atmosfera îro di lehê me da peyda bûye ebedî nebîne û destê xwe zû bigre.
Gava partî li hev bin, dijminatiya hev nekin, di medyayê da êrîşî hev nekin, kurd jî ewê bi hev nekevin.
Ji ber ku nabaêna partiyan ne baş e dilsoz û terefdarên van partiyan jî neyartiya hev dikin. Û ev jî li feydeya dijminên me ye. Çimkî em wexta û hêza xwe ne ji bo yekîtiyê û tiştên baş, ji bo şerê hev xerc dikin…
Dema xerab bûn yek
dibê baş jî werin ba hev,
ya na ewê herin yek bi yek.

Hatina ba hev destpêk e, mayina bi hev ra pêşketin e, xebata bi hev ra serketin e.
///Henry Ford

19 februari 2017

Heta kurd bêdewlet bin halê wan ewê tim perîşan û ciyê wan jî ewê tim zindan be

Ayetullah Hasanoglu gotiye, ”Kek Îbrahîm Xelîl BARAN ji bêdewletiyê ket hundir. Dewletek kek Îbrahîm Xelîl Baran hebiya niha cihê wî ne girtîgeh bû, cihê nava derwêş û pisporan bû.
Tenê lê tenê sûcek wî hebû.
Çîroka xwe negîjand hemûyê qewmê xwe...”
Ayatulah Hasanoglu pir rast gotiye, bi rastî jî heger dewleteke Îbrahîm Halîl Baran û hemû girtiyên wek wî hebûya nuha ew ne di zindanan da bûn, nuh giş aqilmend, şêwirmend, rêberên dewletê bûn, alimên kurdan û brokrat, dîplomatên dewletê bûn.
Û heta ku kurd nebin xwedî dewlet ciyê Îbrahîm Halîl Baran û hemû kurdên wek wî ewê tim zindan û perîşanî be.
Hin kurd hêdî hêdî vê rastiyê dibînin û fêm dikin. Êdî fêm dikin jiyana bindestiyê jiyaneke rezîl e. Û heta nebin xwedî statuyeke siyasî, heta li welatê xwe, xwe îdare nekin halê wan ewê tim ev halê perîşan be. Tu carî ne ewlekariya kursiya wan û ne jî ya mal û canê wan heye. Dewlet her tim kane dest bide ser malê wan û wan jî bavêje zindanê.
Lê piraniya kurdan hîn ev rastîya tahl fêm nekirine, lema jî ji dû qûna tirkan û partiyên wan naqetin, hîn jî xulamî û bindestiya ji tirkan ra, ji Tirkiyê ra wek xelasiyekê, wek serketinekê dibînin.
Gava dibin brokrat û mamûrekî dewletê ya jî zilamekî serokekî tirk xwe pir mezin dibînin.
Lê çend mehên dawî nîşan da kurdê do herî serdilkê dewletê û Erdogan bûn, xwedî meqam û îmkanên mezin bûn, di rojekê da hûmû bûn ”terorîst”, ”xayin” û neyarên dewletê û her tiştên xwe wenda kirin û ciyê wan jî bû zîndan.
Nuha bi hezaran bêkar in û di zindanan da ne. Gelekên wan li çongên xwe dixin dibêjin me çi kir, me ji xwelî ki serê xwe kir?
Lema jî qebûlkirina bindestîyê, koletiya ji tirkan û dewleta wan ra ne xelasî ye, xelasî dibê em kurd jî ji bindestiyê xelas bibin û bibin xwedî dewlet.

Xem û xeyalên min…


Daxwaz, xeyal û krîterên her kesî cihê ye. Her kes li gorî xwe tiştekî, hedefekê xeyal dike, dixwaze bigihîje wir.
Hinek dixwazin li vê dinya derewîn bibin xwedî serwet, mal û milk, qesir û qonax, bibin xwedî erebeyên luks.
Hinek dixwazin bigerin, dinyayê bibînin, kêf û zewqê bikin.
Yanî krîterên însanan yên jiyanê, xem û xeyalên însanan ji hev gelkî cuda ne, her însan li gorî qerekterê xwe, li gorî şexsiyeta xwe ji bo xwe tiştekî muhîm dibîne û bidestxistina wî tiştî xeyal dike.
Bi baweriya min gerek xem û xeyalên kesên xwedî dewlet û yên kurdan ne wek hev bin, çimkî kurd bindest in, îro li sê beşên Kurdistanê jiyana wan ji ya koleyan jî xerabtir e.
Lema jî gerek hedef û xeyalên kesên bindest û serdest ne wek hev bin.
Ez bi xwe her tim ji dêlî mal û milkê cîhanê, ji dêlî qesir û qonaxên li welatê xelkê, ya jî ji dêlî jiyaneke bindest ya Kurdistana bakur, Kurdistaneke serbixwe, dewleteke kurd xeyal dikim.
Ne ku li dijî zengînbûnê me. Xeyala min ne ew e.
Di bêrîka xwe da pasaporteke Kurdistanê xeyal dikim.
Li Swêd çûna qonsolosxana kurd xeyal dikim.
Bi mamûrên konsulxanê ra, bi konsulê Kurdistanê ra axaftina bi kurdî xeyal dikim.
Berî mirina xwe siwarbûna li balafireke Kurdistanê, di balafirê da bihîstina anons û agahiyên bi kurdî xeyal dikim.
Bihîstina dengê pîlotekî kurd xeyal dikim.
Li Wêranşarê îdareyeke kurd xeyal dikim.
Li Wêranşarê ziyareta qeymeqamekî, qumsêrekî, serbazekî kurd xeyal dikim.
Naxwazim li Wêranşarê rastî polîs û leşkerên tirk werim.
Li Wêranşarê, li sr bircên Diyarbekrê ji dêlî alên tirk, dîtina ala kurd xeyal dikim.
Li xwendegehên Wêranşarê ziyareta mamoste û xwendekarên kurd xeyal dikim.
Bi kurtî berî mirina xwe dîtina Kurdistaneke serbixwe û azad xeyal dikim…

Bêguman ev ne xewn û xeyala min tenê ye, ya bi milyonan kurdî ye jî.

18 februari 2017

Li ser teqîna Wêranşarê...


Do bi şev li Wêranşarê li ber malên mamûrên dewletê teqînek çêbû. Di teqînê da yek jê zarokekî 12 salî, du kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn
Gelek bînayên nêzî ciyê teqînê xisareke mezin dîtin. Bi qasî ku ji risman xuya dike teqîneke pir mezin bûye.
Heta nuha tu rêxistinê, tu hêzê teqîn negirtiye ser xwe.
Lema jî ne rast e meriv navê rêxistinekê bide û teqînê têxe hustuyê vê ya jî wê rêxistinê.
Pir ne dûr e ku tiliya merivên dewletê jî di teqînê da hebe. Ji bo ku gelê Wêranşarê terorîze bikin û çend kesên wian nerehet dikin bigrin yanî hin kesên di çavê ra kirine ji ber xwe da bixînin.
Yanî ev îhtîmal jî mimkûn e.
Bi baweriya min kê kiribe jî hêzeke kurd tiştekî wiha nake û gerek neke jî...
Dibê nake ji ber ku tiştên wiha, kuştina xelkê siwîl, wêrankirina çend avahiyan him pir şaş e û him jî tu feydeyê nagihîne kurdan û tevgera kurd ya netewî.
Lê zirareke pir mezin dide tevgera kurd ya siyasî û netewî û feydeyeke mezin digihîne hukûmeta AKPê.
Ji bo propagandeya li dijî kurdan malzemeyekî mezin yê propagandayê dide destê dewleta tirk.
Bi teqînên wiha, bi kuştina çend ferdên ji malbatên polîsan û brokratên dewletê ne dewleta tirk têk diçe û ne jî kurd tiştekî bi dest dixin.
Lê li alî din dewlet feydeyê û kurd jî zirarê dibînin.
Lema jî teqînên bi vî rengî ji kok da da şaş in û dibê werin mahkûmkirin.
Hukûmet dixwaze heta referandûma 16ê nîsanê li Kurdistanê her roj teqînên wiha bibe.
Ji bo ku kurdan bipelçiqîne û serkut bike; ji bo ku bi hezaran kesî bavêjin zindanan.
Yanî teqînên wiha tam daxwaza hukûmetê ye, kî tiştên wiha bike xizmetê ji vê siyaseta dewletê ra dike.
Kar û çalakiyên zirarê dide tevgera kurd ya siyasî û netewî na karê partî û hêzên kurd in.
Lema jî dibê PKK bi beyanekê teqîna Wêranşarê mahkûm bike û bibêje ew tiştên wiha nake.


Erdogan dîsa şûrê ereban kişand û êrîşî kurdan kir

Erdogan li Erebîstana Suûdî ji kanala El-Erebiye ra gotiye:
”Piştî El Babê hedefa me Munbîç e. Ji ber ku Munbîç ciyekî aîdî ereba ye. Li wir nuha YPG heye, PYD heye. Dibê ew ji wir derkevin. Me ev yek berê ji emerîkiyan ra got. Me di dema Obama da got. Gotin vala kirin, ewê vala bikin. Lê belê vala nekirin. Nuha dibê wira vala bikin. Dibê ew der bi temamî teslîmî birayên min yên ereb bibe.”
Hûn dibînin mêrik çiqasî neyarê kurda ye, wek serokekî baasê li dijî kurdan şûrê ereban kişandiye û êrîşê kurdan kiriye.
Ji xwe tim wiha dike.
Çimkî li vê dinyayê tu kes ji kurdan bêtir ne dijminê Erdogan e...
Lema jî li dijî kurdan piştgiriyê dide her kesî. Ereb çi zulmê li kurdan bikin jî ew tim kurdan neheq dibîne.
Kurd gund û bajarên xwe ji destê Daîşê derdixin, ew bi vê yekê pir diqehere.
Munbîç bajerekî Sûriyê ye, tu têkiliya Tirkiyê û Erdogan bi Munbîçê tuneye.
Lê mêrik li gel vê jî li hemberî kurdan abûqatiya ereban dike û dibêje gerek kurd Munbîçê bidin ereban.
Çimkî derdê wî kurd li Sûriyê nebin xwedî maf û desthilat. Li hemberî kurdan ew kane piştgiriyê bide îblîs jî.
Ereb û dewletên wan ne bes e, Erdogan jî li Sûriyê û li Îraqê li hemberî kurdan piştgiriyê dide wan.
Daîşê li Sûriyê û li Îraqê gelek gund û bajarên kurdan îşxal kirin, bi hezaran kurd qetil kirin, bi hezaran keç û jinên kurd ji xwe ra kirin kole.
Erdogan rojekê li dijî vê zulmê derneket û ji ereban ra negot ji erdê kurdan derkevin.
Lê ji kurdan ra dibêje ji Munbîçê derkevin!
Tu dibêjî qey Munbîç bajarê wî ye.
Kuro çi ji te ra li Sûriyê kurd û ereb çi dikin?
Derdê Erdogan tenê bi kurdan ra ye, ew tenê neyarê kurda ye, bira kurd nebin xwedî maf û welat, kî dibe bira bibe.
Mesele ev e.
Li gel vê neyartiya Erdogan û hukûmeta AKPê, hin kurdên neyarên qewmê xwe dîsa jî dev ji xulamtiya Erdogan bernadin. Kes jê ra nabêje tu çima wek baasiyekî şûrê ereban dikşînî û ji kurdan ra dibêjiî ji Munbîçê derkevin?

Dewleta tirk heqareteke nedîtî li kurdan dike

Du roj berê parlamenterê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu berdan.
Qey poşman bûn, îro dîsa girtin.
Ya jî bi zanetî wiha dikin.
Mêraniya xwe nîşanî me didin.
Heyfê digrin.
Dibêjin hûn “parlamenter” bin, çi bin jî em kanin we wih pîs bikin…
Yanî terorîzma dewletê ye.
Zorbatî û çavsorî ye.
Irqçîtî ye…
Kesên xwedî dewlet hêza xwe nîşanî kesên bêdewlet dide.
Lê ya herî trîjak yên bêdewlet, yên her roj tên peçiqandin hîn jî dibêjin ew dewletê naxwazin û ji kurdan ra dwlet nelazim e.
Gava dewleta kurdan tune halê te jî ewê tim ev hal be.
Di heqê parlamenterê HDPê yê Semsûrê(Adiyamanê)Behcet Yirldirim da jî emrê girtinê dane.
Sibe ewê wî jî bigrin.
Kirene wek lîstika zarokan, geh digrin, geh berdidin.
Riya wan dibirin, îfada wan digrin.
Wek pisik û mişk bi kurdan dilîzin, rencîde dikin.
Miamela însanên krîmînel bi wan dikin.
Di rewşeke wiha da dibê meriv xwe zêde rezîl neke û tevayî îstîfa bike.
Ji tirkan ra bibêje ez kîrê kerê xwe di meclîsa we kim!
Meclîsa we serê we bixwe û hemû bi hev ra ji parlamenteriyê îstîfa bikin.
Çimkî tu maneyeke mayina di meclîsê da nemaye û di ser da parlamenterî bûye wasiteyeke rencîdekirina şexsiyeta kesên parlamenter.
Lê îstîfa nakin, her zulmê, her neheqiyê, her çavsoriyê û heqaretê dadiqultînin…
Ez dibêjim gerek meriv hewqasî jî qebûl neke…

2017-02-17

17 februari 2017

Li ser gelşeke tercume yê

Xortekî gotiye gelo ”dikiş tutturamamak”a tirkî meriv çawa kane weregerîne kurmancî?
”Dikiş tutturamamak” îdyomeke, tabîreke. Hin kurd dibêjin ”biwêj”. Û bi tirkî di maneya bi ser neket, nikanîbû dom bikira, şansê wî alîkariya wî nekir.
Îdyom tercume nabin, di her zimanî da wisa ye. Ji ber ku îdyom, biwêj e  tim maneyeke xwe ya din heye û ya esasî  jî ew e.
Lema jî wergera îdyoman pir zor e,...
Mimkûn e carnan hin îdyomên/tabîrên nêzî hev hebin, lê ne hertim...
Mesela bi kurmancî gava ji yekî tim li hev were, îşê wî tim baş biçe, ya jî loto jê ra lêkeve, di lîstikekê da qezenc bike, meriv dibêje:
”Quzê gur pê ra ye” bavo!
Yanî şansê wî pir e…
Tu nikanî viya tercumeyî tu zimanî bikî. Gava tu tercumeyî tirkî ya jî swêdî bikî pir bêmane dibe.
Lê di kurmancî da gava tu dibêjî “quzê gur pê ra ye”, her kess fêm dike qesa te şans e, tu dibêjî ew merivekî pir bi şans e.
Lema jî dibê meriv maneya îdyomê(biwêjê, tabîrê) bizane, bi tirkî tê çi maneyê.
Dû ra di kurmancî da li ”biwêjeke” wek wê, nêzî wê bigre. Dema tunebe, dibê meriv maneya wê binivîse.
Ev qaîde ji bo tercumeya ji kurdî-tirkî jî wiha ye.
”Dikiş tutturamamak”, gava yek di karekî da bi ser nekeve, berdewamiyê nîşan nede û ji karê xwe bibe, meriv dibêje ” dikiş tutturamadi.”
Yanî bi ser neket. Jê ra xerab hat. Yeka wî nebe dudu. Kabê wî mîr nehat.

Dawiya derew û xapandinê hat

Bêguman kurd jî rojekê ewê ji vê xewa mirinê şiyar bibin, dev ji hevaltî û biratiya rûvî, gur û keftaran berdin, siyaseta welatê ortax û cumhûrîyeta demokratîk rede bikin û ji dê lî wê va bidin ser rêya azadî û serxwebûnê, daza Kurdistanê bikin.
Ev yek hinekî wextê bigre jî zû, dereng ewê bibe.
Kurd ewê hêviya xwe ji biratiya tirkan, ji demokrasî û edeleta wan qut bikin.
Wa ye ji nuha da meriv sînyalên wê dibîne.
Hin aqilmendên dewletê û Erdogan dibêjin bira haya we ji we hebe, kurd di alî rûhî û psîkolojîk da ji tirkan û Tirkiyê dûr dikeven...
Netîceya hewqas zulm û xapandin dibê ev be...
Eksê wê ne normal e.
Ji bo xapandinê tirkan her rê, her siyaset ceribandin, her derew kirin, lê nîhayet dawiya xapandinê jî û ya dewrewan jî hat.
Êdî her kurdî fêm kiriye heta em bindest bin û li welatê xwe ne xwediyê hukmekî, xwedî statueyeke netewî bin halê me ewê tim ev hal be. Tu carî ne garantiya canê me û ne jî ya malê me heye.
Ji bo ku em kurd jî li vê dinyayê wek însanan bijîn, dibê em li welatê xwe xwedî desthilat û azad bin. Li Kurdistanê xwedî hukim bin, em xwe îdare bikin.
Wekî din tu rê tuneye. Siyaseta demokratîkkirina Tirkiyê sewdayeke vala û tahbeke belasebeb e.
Dibê em nîşanî tirkan û dinyayê bidin em azadiyê, serbestiyê, serxwebûnê dixwazin, vê bindestiya tirkan hew qebûl dikin û weselam...

Kurd hêvîya xwe ji tirkan qut dikin

Etyen Mahçupyanê hevalê AKPê di heqê kurdan da aqil daye partiya xwe û gotiye:
”Kurd manen ji Tirkiyê dûr dikevin, coxrafiyeke xwe xerîbê Tirkiyê dihesibîne çê dibe!”
Li gorî Mahçupyan, dibê AKP vê psîkolojiya kurdan ya talûke bibîne û siyaseteke li gorî wê bimeşîne.
”Heger hukûmet di propagandeya referandûmê da retorîka xwe neguhere, li hemberî kurdan zimanekî hîn nerm bi kar neyne di dawiyê da ev veqetandin ewê hîn tûjtir bibe.”
Dîsa li gorî Mahçupyan nivîsî ye:
”Ji sedî 25ê kurdên AKPê, ji sedî 19ê kurdên CHPê û ji sedî 31ê kurdên HDPê meyla wan ew e ku neçin ser sandoqê. Ev texmîneke ji bo tevayiya kurda ye. Yanî kurd êdî xwe derî tirkan û siyaseta tirkiyê dibînin.”
Reqemên Mahçupyan dane pir muhîm in, hêvî dikim ev texmîn rast be.
Çimkî tiştê ji kurdan ra lazim e jî ev e.
Ji bo ku kurd serxwebûnê bixwazin dibê di warê rûhî da ji tirkan sar bibin, dûr kevin, daxwaze serxwebûnê di dilê wan da xurt bibe.
Piştî hewqas zulm û irqçîtî heger daxwaza serxwebûnê li ba kurdan hîn jî xurt nebûba ji xwe pir anormal bû.
Di referandûma 16ê nîsanê da zêdebûna rayên ”Boykotê” ewê xeta serxwebûnxwazan xurt bike.
Lema jî dibê meriv propaganda ”Boykotê” û Kurdistanê bi hev va girê bide, yên dibêjin Boykot, dibêjin Kurdistan.
HDP ji bo ”welatê ortax û cumhûrîyeta demokratîk” dibêje ”Na”, CHP ji bo berdewamiya rejîma kemalîst û antî-kurd dibêje ”Na” û AKP jî ji bo dîktatoriya şexsekî û rejîmeke faşîst û antî-kurd dibêje ”Erê”. Kurdên dibêjin ”Boykot” jî Kurdistanê dixwazin.
Dibê meriv vê ferqa nabêna hêzan îzah bike.
Lê wek Mahçupyan jî gotiye, kurd hêdî hêdî hêviya xwe ji tirkan û Tirkiyê qut dikin.
Ew çi bikin jî ev meyla li ba kurdan roj bi roj ewê xurt bibe. Çimkî tirk naxwazin hebûna kurdan nas bikin û mafekî netewî yê herî biçûk jî bidin kurdan.
Kurd êdî vê rastiyê dibînin. Ya ewê tirkbûnê qebûl bikin ya jî ewê bidin ser riya serxwebûnê.

16 februari 2017

Taliya Orhan Mîroglu ya trajîk

Însan carê bibe hevalê dijmin dihere û dihere, sînorê îxanetê namîne.
Orhan Mîroglu berê kurd û çep bû.
Dû ra bû ereb û AKP.
Nuha jî bûye tirk û milîyetçîyekî tirk û pesindarê Devlet Bahçelî. Û dibêje di nabêna welatperweriya kurdan û faşîstên MHPê da tu ferq û cudahî tuneye.
Yanî gurên boz, faşîstên MHPê jî bi qasî kurdên mezlûm û bindest welatperwr in.
Li hemberî van guhertinên di îdeolojî û şexsiyeta Orhan Mîroglu da gêja meriv dihere.
Li gorî xebera ZerNewsê, Orhan Mîroglu gotiye:
”Di nabêna welatperweriya kurd û tirkan da, hadê ez vekirî bibêjim, di nabêna welatperweriya kurdan û MHPyîyan da êdî tu ferq tuneye.”
Û ji ber ku camêr bûye tirk, lema jî bi çavê nasyonalîstekî tirk li têkiliyan kurd û tirkan nêrîye gotiye:
”Şerê me yê rizgriyê jî tê da, kurdan di hemû demên guhertinên dîrokî da tim piştgirî dane me.”
Belê, wek tê dîtin mêrik êdî xwe wek milîyetçîyekî  tirk dibîne û piştgiriya kurdan ya bi tirkan ra jî teqdîr dike…
Ew jî ne xerab e, wek milîyetçiyekî tirk mêrik wa ye nankoriyê nake.
Hey dinyayê, hey dinyayê, mêrik çi bû, hat bû çi…
Lê meriv nizane, belkî jî wek hinek dibêjin, ev mêrik ji berê da ne saxlem û kelekekî kurmî bûye. Çimkî di heqê wî da gelek îdîayên cidî hene.
Em nizanin ev îdîa çiqasî rast, çiqasî ne rast in, lê tiştê li ber çava ye jî bi qasî wan îdîan cidî û xerab e…
Xwedê kesî şaş neke,
şaş kir fahş neke,
fahş kir,
bi erdê ra kaş neke.

Dîkê jîr û rûviyê kone

Ev xemîşoka(çîroka) dîk û rûvî pir meşhûr e, gelek kesan, bi gelek hawî gotiye. Ev çîrok di kitêma min”Antolojiya çîrokên zarokan” da jî wek xemîşok/çîrok heye.
Îcar min ev çîrok bi hawê helbestî nivîsî. Ez çiqasî serketî me ez nizanim. Teqdîr ya we ye.
Her tim nivîsên siyasî nabe, min got bira ev nivîs jî wiha be.
Lê dibê em bizanin fabilên(xemîşokê, çîrokên) zarokan di eynî wextê da li ser mezinan in. Di rastiyê da gelek însanên wek vî rûvî hene û kar û barê wan jî xapandin û fildaq e.
Ji bo ku meriv ken û gotinên rûviyan nexape dibê wek vî dîkî biaqil û jîr be….


Dîkekî jîr û zane bû
li ser darê di nobetê da bû.
Rûvîyê fenek xwe nêzî wî kir
bi rûkenî û şelafî xwe pê şîrîn kir
Ji dîk ra got:
-Mizgîn li te birayê dîk!
dawî li şeran hat ma te bihît?
li dinyayê êdî nema tu şer û ceng.
ez belav dikim li her derê vê xeberê.
min got bidim te jî vê mizgînê.
Dakeve jêr em ev hevûdu ramîsin
min nede payin rêwî me wexta min nîne.
li bîst gundên din
dîk û mirîşk li hêviya min sekinîne.
dev ji nobet mobetê berde êdî
aştî hatiye dinê
dakeve jêr bi dilrehetî
bigere li gorî dilê xwe, bike kêf û şahî
mirîşk û dîk bigerin,
kêf bikin bi serbestî.
dibê hûn bizanibin alîkariya bi we ra
ji berê da kar û wezîfa me ye
vê xeberê bide dîk û mirîşkan
bira  hemû kêf bikin
dawetekê îşev çê bikin
bikin govend û dîlan
ji bîr bikin tirs û xofa salan
De ji kerema xwe ra dakeve were vira
ji bo ku te maçî bikim weke bira
Dîk got:
Birakê rûvî
-Weleh xebera te xweş xeber e
bihîstina ji devê te wek şîr û şeker e
vê xeberê ez pir dilşa kirim
wa ye ji hember da du kûçik tên
belkî wek te, ew jî elçiyên vê xeberê
belav dikin vê mizgînê li her derê
pir dilezînin
dixwazin xwe zû bi vir gihînin
piçekî sebir bike
gava gihîştin vir
ezê jî dakevim jêr
emê bi hev ra bikin şahî
hev û du maçî bikin wek bira
Rûvî got:
-Bi xatirê te birakê dîk!
ezê herim riya min dûr e
maçkirin bira nuha bimîne
Bi vî hawî rûviyê kone
ruhê xwe zor xelas kiriye
bi rê da ji xwe ra gotiye
di aştiyê da jî tu xêr tuneye
Dîk ji kêfa çend deng azan daye
ji ber ku rûviyê kone xapandiye

///Zinarê Xamo

Dibê em sûcê xwe nexin hustuyê xelkê

Dostekî min gotiye, ”Dema min dest bi dibistanê kir min bi tirkî nizanîbû. Nuha birayekî minê 6 salî heye bi kurdî nizane.”
Bi baweriya min ev ne sûcê dewletê ye, sûcê dê û bavê wî lawikî ye.
Sûcê malbatê ye.
Sûcê wî dostê min e.
Malbatê dev ji kurdî berda ye, tirkî kiriye zimanê malê.
Di vê yekê da tesîra faktorên derve hebe jî, lê sebebê esasî dê û bav e.
Berê bav û kalên me bi hemû zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivîn. Lema jî zarok kurdî fêr dibûn.
Berê jî em nediçûn mektebên kurdî.
Erê tesîra teknîka nuh, înternetê, medyayê, telewîzyonan filan û bîvanan heye.
Ev rast e.
Lê bi qasî wan, dê û bav jî sûcdar in.
Dê û bavên berê wek yên nuha ne evîndarên tirkî bûn, ji zimanê xwe fedî nedikirin.
Lema jî bi zarokên xwe bi kurdî dipeyivîn.
Lê dê û bavên nuha, ji ber ku dîplomayeke tirkî xistine bêrîka xwe, ji ber ku di ”apartmanan” da rûdinin, ji ber ku halê wan piçekî xweş bûye, êdî şerm dikin bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin.
Çimkî bûne bajarî…
Ji ber ku bûne bajarî êdî xwe ji kurdî dûr dixin.
Li gorî berê kurd pir polîtîze bûne, lê bi vê polîtîzebûnê ra zêde nebûne kurd, belovacî wê asîmîlasyon qebûl kirine.
Zarokên kurd berê di dibistanan da fêrî tirkî dibûn, nuha di malên xwe da fêrî tirkî dibin…

15 februari 2017

Li Stockholma xopan îro buhar bû



Li Stockholma xopan îro rojeke ji rojên buharê ye.
Li derve plûs 12 derece germ e.
Roja herî germtir û xweştir ya îsal e.
Tîrêjên rojê zora qeşa erdê û belekiyên berfê yên li kêleka riyan biriye…
Berf dihele, qeşa dihele..
Kêfa civîkên(beytikên)hewşa me û li dora mala me pir li cî ye.
Cîveçîva wan guh jimin bir…
Ordegên gola me jî îro ecêb kêfxweş bûn, hinekan xwe dabûn ber tavê û hinekan jî di golê da dilîstin û bera hev didan.
Diyar bû wek însên kêfa wan jî ji vê roja xweş ra hatibû.
Ez her roj nava rojê ji hundur derdikevim û li dora saet û nîvekê li taxa me, li kêlek gola me dimeşim, geh hêdî hêdî û carnan jî hinekî bi lez piyase dikim.
Ji ber ku her êvar ez mecbûr im raporê bidim Hêvrî xanimê, di heqê meşa xwe da wê agahdar bikim.
Ji bo ku êvaran ji pitepita wê xelas bibim, ji mecbûrî her roj, pûk û baran be jî diçim bîstekê li derve çerx dibim.
Heta nuha ji ber ku dinya sar û serma bû, şilî û şepelî bû, pûk û berf bû, kal pîr ji malên xwe dernediketin.
Ez derdikevim der dimeşim ji ber ku min hîn ranehîştiye gopêl, ez hîn li ser xwe me.
Çimkî gava erdê qeşa girtibe, gelek kal û pîr dişemitin û dereke xwe seqet dikin.
Lema jî kal û pîrên ne li ser xwe, heta nuha zêde ji malên xwe dernediketin.
Lê îro li derve kal û pîrên wek min pir bûn, wek kar û berxên tu ji kozê berdî kêf kêfa wan bû.
Erê hemû bi gopal û bi erebe bûn, erê wek kar û berxan nedidan lotik û çindikan, lê dîsa jî kêfxweşî û bextewarî ji ruyê wan dibarî.
Ez û çend heban li hev sekinîn, me silav da hev û me dîrekt dest bi methê vê roja xweş kir.
Me got îro dinya pir xweş e, wek rojeke buharê ye, bîna buharê ji axê tê û hêvî dikin wiha dom bike…
Lê em zanin ewê wiha dom neke, sar û serma, berf û baran heta gulanê jî kane dom bike..

Erdogan dîsa got ewê nehêlin Îraq perçe bibe !

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di axaftina xwe ya Bahreynê da dîsa li ser perçebûna Sûriyê û Îraqê sekiniye û gotiye:
”Hinnek dixwazin him Sûriyê û him jî Îraq perçe bibe. Yên ji bo perçebûna Îraqê dixebitin hene. Li wir micadela mezhebî û etnîkî heye. Çimkî li wir milîyetçîtiya pers heye. Ji ber vê mîlîyetçîtiya pers li wir(li Îraqê)perçebûnek heye. Dibê em pêşiya van bigrin.”
Wek tê dîtin mêrik ne tenê li dijî perçebûna Sûriyê ye, li dijî ”perçebûna” Îraqê ye jî.
Wek tê dîtin Erdogan dibêje Îran dixwaze Îraqê li gorî mezheban û etnîkî perçe bike.
Bi mezheban qesta wî şîî û sûnî ne û bi "etnîkî" jî qesta wî kud in. Yanî Îran ji bo perçebûna Îraqê piştgiriyê dide kurdan.
Bêguman ev vir e. Bes ya muhîm li dijî serxwebûna kurda ye, dibêje gerek meriv pêşiya viya bigre.
Lê li gel vê jî hin kurdên me yê saf, ne şarezayê siyaseta tirkan dibêjin Erdogan li Îraqê ne li dijî serxwebûna kurda ye. Heger kurd bi rastî jî wiha difikirin safiyeke mezin û heta felaket e.
Dibê kurdên başûr û her kurd baş bizane Erdogan çiqasî li dijî serxwebûna kurdên bakur e û rojava ye, bawr bikin hewqasî jî li dijî serxwebûna Kurdistana başûr e jî.
Û Erdogan û partiya wî ev dijatiya xwe tu carî jî venaşartine, di her wesîleyê da gotine.
Ne Tirkiye tenê, Sûriyê, Îran û Îraq jî li dijî serxwebûna kurdan in, heta ji wan were ewê nehêlin kurd li tu beşekî Kurdistanê bibin xwedî dewlet. Dibê em kurd vê rastiyê tu carî ji bîra xwe dernexin. Îdîayên eksê vê rastiyê derew û demagojî ye.


Bernameya ”Podscata Zimên” pîroz dikim !


Xortekî  bi navê Robîn Şahîn daxwaza hevaltiyê ji min ra şandibû. Berî ku ez hevaltiya wî qebûl bikim, min di ser ra bala xwe da profîla wî û hevalên wî. Gava min dît di Radyoya Swêd, di beşê kurdî da dixebite min hevaltiya wî bi kêfxweşî qebûl kir.
Dû ra bi meraq ez ketim malpera wî.
Min dît ku Robîn Şahîn xortekî jîr, zana ye. Û ew û hevalekî xwe yê bi navê Şivan Keleş bi hev ra karekî pir hêja dikin.
Ew û Şivan Keleş bi hev ra di Radyoya Swêd da bernameyeke/programeke bi navê ”Podcasta ZIMAN” (zimên) çê dikin.
Di destpêka bernameyê/prograamê da dibêjin çima wan navê programa xwe kirine ”Podscata ZIMAN”?
Robîn Şahîn kurdekî ji Batmanê ye, li Zanîngeha Uppsalayê zimannasiya îranî dixwîne û di Radyoya Swêdê, di beşê kurdî da dixebite.
Robîn Şahîn, kurdî, swêdî, îngilîzî û tirkî zane. Yanî bi çar zimanan kane bipeyive, binivîse û bixwîne. Ji kurdan ra kesên wiha lazim in...
Şivan Keleş jî xortekî ji Qamîşlo ye û ew li Zanîngeha Manchesterê dixwîne, li ser zaravayên kurdî dixebite. Ew jî bi sê zimanan, kurdî, erebî û îngilîzî zane.
Kurmanciya wî pir xweş e. Kurmanciya kurdên rojava bi piranî gelkî ketiye bin tesîra erebî. Kurmanciya Efrînê û Kobanê ne tê da. Tesîra erebî li ser kurdên wê herêmê kêmtir e.
Axftina kurdên Qamîşlo ne li gorî sentaksa kurmancî ye, lema jî yekî piçekî ne aşînayê erebî be ji axaftina kurdên Qamîşlo, Hesekê, Serêkaniyê, Amûdê, Dêrikê Hemko fêm nake, ya jî pir zor fêm dike. Gotinên erebî jî pir ketiye zimanê wan.
Lê meriv tê dernaxe Şivan Keleş ji  Qamîşlo ye, çimkî kurmanciya wî paqij û dirist e.
Ev herdu xortên kurd yên jîr û zana biryar dane bi hev ra di radyoyê da karekî pir hêja û muhîm bikin.
Di programa xwe ya pêşî da li ser gelşeke kurmancî ya pir muhîm, li ser bandora tirkî li ser kurmancî sekinî ne, jê ra gotine ”tirkmancî”. Û di vî warî da çend numûne dane.
Di numûneyên xwe da qala tesîr û tahrîbatên tirkî li kurmancî kiriye, qala zirarên rêzefîlmîn tirkî dane kurmancî kirine û çend numûne jî ji dublajên TRT6ê dane.
Yanî kurmanciya ji tirkî tê wergerandin, gotin û formên bi riya fîlmên dublajkirî dikevin kurmancî bêguman sentaksa zimên xera dikin.
Û ev jî dibe sebebê kurdên beşên din ji kurmanciya kurdên bakur fêm nekin û hinên caran jî şaş fêm bikin.
Di dawiya programê da bi kurdologê emerîkî Michael Chyet ra hevpeyvînek kirine. Di hevpeyvînê da Michael Chyet, qala çîroka xwe ya fêrbûna kurdî dike.
Navê programê hinekî giran e, lê wek gelek gotin û termên teknîkî û internetê ev peyv jî piştî demekê ewê were fêmkirin. Belkî ji bo kesên wek min kal û xerîbê înternetê zahmet be, jê fêm neke. Ez bi xwe gotina ”Podscat”ê nuh dibihîzim. Lê keç û xortên me ne xerîbê gotina ”Podscat”ê ne.
Û gotina dawî, bi naskirina van herdu xortên jîr û zane û guhdarîkirina li programa ”Podscata ZIMAN”(zimên)ez pir kêfxweş bûm.
Programeke xweş e, heger wexta we hebe hûn jî lê guhdarî bikin. Hûnê poşman nebin….


Linka bernameya "Podscata Ziman"

14 februari 2017

Li Berlînê hakim hene !



Qiralê Alman Fredrîkê II.,  bi navê wî yê din Fredrîkê Mezin (Friedrich der Große) di sala 1745 da ji Potsdamê derbas dibe. Ji Potsdamê pir hez dike, ji zilamên xwe ra dibêje:
 ” Min ji vir pir hez kir. Li vê dera hanê ji min ra qesrekê ava bikin”!
Roja din merivên wî diçin li wî ciyî Qirêl ecibandibû dinêrin, bala xwe didinê aşek li wir heye.
Li derîyê êş dixin, qeraş derî vedike. Dibêje:
Kerm bikin.
Dibêjin:
-Qiral Fredrîkê Mezin em şandin. Ji vira pir hez kiriye, dixwaze vira bikire û ji xwe ra qesrekê lê ava bike. Tu ji bo aşê xwe çiqasî dixwazî?
Qeraşê kal dibêje:
-Kê ji we ra gotiye ez aşê xwe difroşim? Ez aşê xwe nafroşim. Perê çi, halê çi…
Bi matmayî dibêjin:
-Dev ji gotinên tewşomewşo berde, Qiral dixwaze.
Qeraşê kal dibêje:
-Çi ji min ra kî dixwaze bikire.  Piştî ku min nefrot, kes nikane bikire.
Ji bo ku îqna bikin pir li ber qerêş didin, lê dikin nakin îqna nabe.
Diçin meselê ji Qirêl ra dibêjin. Dibêjin ezbenî, li ciyê te ecibandiye aşek heye. Xwediyê êş kalekî dîn e, dibêje ez aşê xwe nafroşim.
Qiral hêrs dibe, dibêje:
- Ji min ra ban bikinê bira were vir. Ezê pê ra bipeyivim.
Diçin qeraşê kal tînin, derdikeve huzûra Qirêl. Fredrîkê II. Dibêje:
-Begefendî, ez dibêjim belkî te şaş fêm kiribe, yê dixwaze aşê te bikire ez im. Tu çiqas pere dixwazî bibêje?
Qeraşê dibêje:
-Na min şaş fêm nekiriye, merivên te jî do ji min ra gotin tu dixwazî vira bikirî. Lê belê ez aşê xwe nafroşim.
Fredrîkê II. matmayî ma û got:
-Begefendî înad neke, tu çiqasî dixwazî ezê bi zêdayî bidim te.
Qerêş got:
-Ezxulam, tu Qiralekî mezin î, ez zanim perê te pir e. Tu kanî qesra xwe li her dera Almanyayê lêke. Ev aşa ji min ra ji bavê min maye. Ji wî ra jî ji bavê wî mabû. Ezê jî ji zarokên xwe ra bihêlim. Lema jî ez aşê xwe nafroşim.
Fredrickê II.  ji ser kursiya xwe bi hêrs hêzî ser xwe kir, got:
-Ji bîr neke ez Qiral im !
Qerêş bala xwe da Qirêl û got:
-Esas dibê tu ji bîr nekî li Berlînê hakim hene! Tu kes, qiral jî be ne di ser edaletê ra ye.  Kes nikane xwe di ser edaletê ra û ji edaletê mezintir bibîne. Lema jî kes nikane bi darê zorê li wir tu qesran ava bike!

Li Potsdamê Qesra Sansocî (Sanssouci) û ew aş hîn jî li kêleka hev in. Û Qiral Fredrîkê Mezin û qeraş jî bi rengekî adil  dibin cîranên hev…
Sibehan gava Qiral Frederickê II. derdiket baxçê qesrê, qerêş bang dikirê, digot:
-Roja te bi xêr Frederick, min nuh nan  lêxist, ma ji te ra nanekî germ bişînim?
Frederick jî gotiye:
-Edalet, her sibe bi bîna nanekî germ ra ji min ra dihat.
Qesra Sanssouci di nabêna salên 17451747 hat avakirin. Qral Fredrîkê II wek havîngeh bi kar dianî.  Gorra Fredrik II. ji sala 1991ê û vir da ye li parka Qesra Sanssoucisê ye.

Rûsyayê 42-0 bera Tirkiya mezin da !

Tirkiyê li dinyayê reqoreke nuh bi dest xist !
Rûsyayê di hokeya bûzê da 42-0 bera Tirkiyê da !
Ez heneka nakim, bi rastî 42-0.
Çimkî Tirkiya mezin tim ji reqorên mezin hez dike !
Li Erzeromê tîma hokeya bûzê ya Rûsyayê ya xortan di Festîwala Ciwanan ya Olîmpîka Ewrûpayê da(EYOF 2017) 42-0 bera Tirkiyê da.
Ez bawer nakim di tarîxa hokeya bûzê da heta nuha taximekî maçek 42-0 wenda kiribe.
Ev têkçûna Tirkiyê kane têkeve nava rekorên guinnessê.
Maçeke hokeya bûzê(îshokeyê) 60 deqîqe ye, di sê perîûdên 3x20 deqîqe da dilîzin.
Rûsan di nava 60 deqîqeyî da 42 gol avêtine, yanî hemahema serê deqîqeyê golek avêtine.
Ez dibêjim ji bo ku zêdetir rezîl nebin piştî gola 42an Erdogan Telefonî Putîn kiriye û gotiye êdî bes e ! Ev, rezîlkirina Tirkiyê û miletê tirk e! Heger hûn golekî din jî bavêjin ewê herb derkeve !
Û piştî vê tehdîda Erdogan, Putîn nehîştiye taximê wan hin golên din bavêjin û bibin sebebê herbekê.
Li Erzeromê ji 34 welatan 675 sporcî di çarçeweya lîstikên EYOE 2017a da ewê werin hemberî hev.

XXX

Polîsên tirk vêsê li Anqerê, Mûşê, Agiriyê dîsa girtine ser malên kurdan û 55 kurd bi îthama endamên PKKê û KCKê ne girtine bin çavan.
Ji bo zulmê li kurdan bikin derew û bêbextiya nekin tuneye, çimkî zalim û faşîst in.
Vê dewleta terorîst dinya li kurdan kiriye zindan, 24 saetan wer li ser pişta kurda ye, nahêle kurd sibehekê loqek nan bi zarokên xwe ra bixwin.
Do jî li Stenbolê, Îzmîrê, Mersînê, Edenê, Çorumê, Aydinê, Bursayê, Sêwasê, Semsûrê, Sêrtê, Çewlîgê, Mêrdînê, Êlihê, Mûşê Amedê 415 kes dîsa bi hêceta peywendiyên wan bi PKKê ra hene û amadekariya “çalakiyên çekdarî û molotofî dikin” hatibûn girtin.
Lê ev zulm ewê ji van zalim û faşîstan ra nemîne….

Li ser Serîhildana Şêx Seîd hevpeyvîneke cidî

Di ser Serîhildana Şêx Seîd ra 92 sal derbas bûn, îro 93 saliya serîhildanê ye.
Malpera Sputnîkê bi minasebeta 93 saliya Serîhildana Şêx Seîşd bi tarîxzan Mahmut Akyureklî ra hevpeyvînek kiriye.
Hevpeyvîneke balkêş e.
Akyureklî li ser serîhildanê û belgeyên mahkimeyên Diyarbekrê û Xarpêtê kitêbek jî nivîsî ye.
Kitêba wî bi tirkî ye. Navê kitêbê ”1925-1927 Diyarbakir ve Elazig Yargılamalari: Gerekçe ve Hukumleriyle Şark Istiklal Mahkemesi Kararlari” (Darizandinên Amed û Elezîzê yên 1925-1927: Bi Hincet û Hikumên Xwe Biryarên Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê)
Akyureklî, di hevpeyvînê da dibêje serîhildan spontan bû û li gel aliyê serîhildanê yê dînî, yê siyasî û kurdî hebe jî, lê Şêx Seîd bi xwe ”aliyê kurdî yê serhildanê qebûl nekiriye, aliyê dînî daye pêş.”
Ji ber ku Mahmût Akyureklî merivekî kurd e û tarîxzan e û belge û parastinên dadgehê tetkîk krine, lema jî tiştên li ser serîhildanê dibêje balkêş û cidî ne.
Hevpeyvîneke hêjayî xwendinê ye.
Şêx Seîd û 46 hevalên wî şeva 28ê hezîranê li Meydana Dagkapiyê (bi navê xwe yê nû Qada Şêx Seîd) hatin îdamkirin.
Dewleta tirk heta nuha jî ciyê gorrên Şêx Seîd û hevalên wî nîşanî kurdan û malbatên şehîdan nadin.
Ez, Şêx Seîdê kal û 46 kesên pê ra hatin dardekirin bi hurmet bibîr tînim.


XXX
Hunermendê kurd yê bi nav û deng Kayhan Kalhor, xelata muzîkê ya li dinyayê herî bi nav û deng û xwedî giranî Grammy girt.
Kayhan Kalhor, li Newyorkê li zanîngehekê mamosteyê dersa muzîkê ye û hunermendekî li dinyayê gelkî bi nav û deng e.
Yanî dinya Kalhorî nas dike, lê em kurd û bi taybetî jî em kurdên bakur û rojava vî hunermendê mezin nas nakin.
Em li muzîka tirkî guhdarî dikin, Zulfi Livaneli û Ahmet Kaya nas dikin…
Kalhorî di nava kurdên Rojhilat û başûr da pir bi nav û deng e û ji muzîka wî pir hez dikin.
Fermo guhdarî bikin û bîstekê mest û sermest bibin...

Link 1
Link 2
Link 3

13 februari 2017

Hin kurdên me bi qasî dijmin jî ne demokrat in


Ev 40 sal in ez û Osman Ozçelîk hevalên hev in, heq û huqûqekî me, dîrokeke me bi hev ra heye.
Li gel ku dû ra di warê siyasî da em ji hev dûr ketin jî dostaniya me tu carî xera nebû.
Ciyê wî ne bi dilê min bû, lê dîsa jî min jê hez kir û qedir dayê.
Nuha min dît di malpera xwe ya facebookê da li ser referandûmê wiha nivîsî ye:
”Kesên dixwazin di vê referandûmê de bêjin "erê" ji vir bidûr bikevin ku hêj min bera we nedaye, min hûn neqewirandine.
Yên dibêjin em narin ser sendoqê jî... careke din bifikirin, heke hûnê neçin ser sendoqê ji hevaltiya min jî derkevin.
Ma ka RTE hevalê min e?”
Camêr bi qasî Erdogan jî maf nade kesî, di demokrasiya wî da tenê ”Na” heye. Ne "Erê" û ne jî "Boykotê" qebûl dike.
Li gorî wî dibê her kes wek wî bike, bibe dûvikê HDPa dibêje:
"Ji bo "ortakvatan/welatê ortax" û cumhûriyeta demokratîk" bibêje "NA" !
Erdogan bi derewan be jî di referandûmê da ”ER”ê û ”NA” qebûl kiriye.
Osman Ozçelîk wê jî qebûl nake, dibêje yê neçe ser sendoqê hevalê Erdogan e û lema jî ji hevaltiya xwe derdixe.
Min ev şiroveya jêr li binê nivîsa wî nivîsî û ji hevaltiya wî derketim:
”Baş e Osman, hevaltiya Erdogan mabû te em kirin hevalê Erdogan jî.
Tu mafê "NA", wek mafekî xwe yê demokratîk dibînî. Û ev maf jî Erdogan daye te.
Lê tu mafê "Boykotê" nadî kesî.
Ez ne motajê hevaltiya te me heyran, tu û serok hevalên xwe li hev bimbarek bin.”

XXX
Wezîrê karên hundir yê Tirkiyeyê Suleyman Soylu li ser operasyonên li dijî HDP û kurdan da gotiye,"Di 5 mehên dawî de me 2 hezar û 630 kes avêtine zindanê û dest danîne ser 79 belediyan.
Ev hejmar hindik e, di rojên pêş da jimar deh qatan ewê zêde bibe. Nuha promlema hefsan heye, di hefsan da cî nemaye. Lema jî hinekî hêdî lêdixin.
Lê di rojên pêş da ewê çend hezarên din jî bigrin.
Ji xwe li gorî medyaya tirk dinivîse hukûmetê wezareta karên hundur bi dizî teslîmî Mehmet Agarê qatilê bi hezaran kurdî kiriye, êdî ew her tiştî îdare dike û emir û aqil dide Soylu. Soylu wek emirberê Mehmet Agar dixebite.

XXX

Gava meriv ket rê, dibê bizanibe berê meriv bi ku da ye, dike here ku û ji bo çi dihere wir.
Yanî dibê hedef û nêta meriv diyar be, meriv nebe rêwiyê lêhatinê.
Ji kertêl pirsîn, gotin ”kertal ma warê te li ku ye?”
Got weleh ”ez nizanim, ba zane”!
Heta nuha bi piranî tirk û partiyên wan bûne ba û em kurd jî bûne kertal.
Di vê referandûmê da jî gerek em nebin ”kertal”, dibê em bibin ba, neçin ser sindoqan…

12 februari 2017

Tiştê tirk ji me dixwazin xizmetkarî û koletî ye


Cîgirê serokwezîr Nurettin Canikli gotiye kî çi bibêje û çiqasî bike qêrîn û hawar jî ewê terorîstan û hevalbendên wan ji kar bavêjin.
Mêrik gotiye, berê bi piranî merivên Fetulah ji kar avêtin, nuha jî dora terorîstan(yanî kurda) ye.
Canîklî wiha domandiye:
“Hûn çi dibêjin bibêjin, hûn biqîrin jî, hûn bikin hawar  û gazî jî emê hevalbendên terorê(hûn viya wek kurd bixwînin)  îxrac bikin û ji xwe tên îxrackirin û ewê werin îcrackirin jî. Me soz daye milet, kes nikane me rawestîne.”
Tirkan berê digotin kurd hemwelatiyên me ne, bi qasî tirkan xwedî maf in. Çimkî kurd jî wek tirkan dibin her tişt û tên her meqamî.

Nuha êdî vê siyasetê red dikin û dewleta xwe heta mimkûn be ji kurdan paqij dikin, her kesê hema piçekî jî bîna kurdayetiyê jê were, eslê xwe înkar neke, nebêje ez xulam û koleyê tirkan, dewleta tirk û hukûmeta AKPê û Erdogan im ji kar davêjin.

Yanî dibê êdî em kurd fêm bikin ku ciyê me kurdan wek xizmetkar jî di nava dewleta tirk da tuneye, nemaye.
Ji bo ku kurdekî bikin bekçî, odecî, tozcî, mamoste û mamûrekî dewletê dibê ew kes xwe înkar bike, bibe pan-turkîst û antî-kurd û viya jî baş îpat bike.

Lema jî wek Canîklî jî gotiye, paqijkirina dewletê ji kurdan ewê dom bike, di vî warî da dibê şika me tunebe.

Di vê serdemê da mêr û jin jî êdî bi daxwaza alieykî  tenê bi hev ra namîne, dibê herdu alî jî hevûdu qebûl bikin û bixwazin bi hev ra bijîn. Gava aliyek bixwaze û yek nexwaze, çare hevûdu berdan e.

Em û tirk hatine vê nuxtê, tirk naxwazin wek kurd me qebûl bikin, mafê me bidin û bi me ra bijîn.
Tirk û hukûmeta AKPê îro ji me ra dibêjin ya hûnê bibin tirk û xulamên me ya jî ji vir bar bikin û herin dereke din.
Ev dîtina tirkan ne nuh e, ji Serîhildana Şêx Seîd vir da ye tim van gotinan di ber me ra davêjin.
Di salên 1930î da wezîrê edaletê Esat Mahmut Bozkurt(1892-1943) gotibû:

 “Efendiyê wî welatî tirk in. Kesên xalis muxlis ne ji nîjada tirk bin li vî welatî  tenê mafekî wan heye: ew jî xizmetkarî û koletî ye. Dost û dijmin, heta çiya jî dibê vê rastiyê wiha bizanin.”

Nihal Atsiz (1905-1975) jî  dû ra eynî fikir dubare kir û wî jî wiha got:

”Me li van erdan xwîna herikand û girt, me koka gurcuyan, ermeniyan, rûman qeland û girt. Loma jî berî ku serê miletê tirk têxin belayê û berî ku ew jî tune bibin, dibê bidin rê û ji vir herin.
Ewê herin ku?
Çavê wan ku derê dibîne, dilê wan ku derê dixwaze bira herin wir.
Bira herin Îranê, Pakîstanê, Hindistanê, bira herin ba Barzanî.
Bira herin miracaetî Neteweyên Yekbûyî (NY)bikin û ji xwe ra li Afrîkayê ciyekî bixwazin.
Nîjada tirk zêde bi sebir e, lê belê gava hêrs bibe wek şêran kes nikane li hember bisekine, heger bawer nakin, bira ji birayên(hemnîjadên) xwe yên ermenî bipirsin û fêr bibin, belkî bi vî hawî aqilê wan were serê wan...”

Serokê CHPê yê kevn Îsmet Înonu jî ji Mahmût Esat Bozkurt û Nîhal Atsiz ne Kêmtir e, wî jî li ser kurdan eynî tişt gotiye:

”Eşkere ye, em nasyonalîst in. Û nasyonalîzim jî unsûrê yekîtiya me ya herî girîng e. Di nava piraniya tirkan da tesîra nufûsa tu nîjadeke(irqekî) din tuneye. Wezîfeya me, di nava wetenê tirk da dibê em hemû kesên ne tirk miheqeq bikin tirk. Nîjadên(irqên) ku mixalefetê li djî tirkan û tirkîtiyê bikin emê bibirin (îmha bikin) û bavêjin. Tiştê em ji kesên dixwazin ji welêt ra xizmetê bikin tirkbûna wan e.”

Erdogan jî çend sal berê li Semsûrê tiştên pir nêzî van fikrên Bozkurt, Atsiz û Inonu got:
”Kesên dewleteke duyemîn dixwazin bira li qusûrê nenêrin, ew ji xwe ra dewletê li ku dibînin, bira kerem bikin herin wira.”

Bi kurtî sebebê paqijkirina dewletê ji kurdan ev îdeolojiya irqçî, faşîst, pan-turkîst û antî-kurd e.
Erdogan û Bahçelî xwediyê vê îdeolojiya faşîst û antî-kurd in, lema jî dibêjin ewê îxrackirina bidomînin…