29 januari 2017

Tirkî bûye destar û me dihêre û dihêre



Gava ez kurdên bi tirkî dinivîsin rexne dikim ez nabêjim her tiştê kurd bi tirkî dinivîsin xerab e, di warê siyasî da feydeyê nagihîne kurdan.
Bêguman feydeya nivîsên tirkî jî heye, di warê siyasî, îdeolojîk, întellektuelî, dîrokî û hwd. ew jî xizmeta şiyarbûna kurdan dikin.
Bi riya nivîsên tirkî jî meriv kane xwe nas bike û bi kurdbûna xwe bihese, dîroka xwe fêr bibe, zanebûna xwe ya tevayî zêde bike…
Û gelek kurd bi riya tirkî bi kurdiya xwe hesiyane û dû ra jî bûntêkoşer û siyasetmedarên kurd.
Ev bi her zimanî mimkûn e.
Di rexneyên xwe da ez viya înkar nakim.
Ez dibêjim bi van feydeyan ra tirkî zirareke mezin jî dide kudan, kurdan asîmîle dike, rê li ber pêşketina kurdî digre.
Yanî qala zirara tirkî ya asîmîlekirina kurdan dikim.
Tirkî bi naveroka xwe çi feydeyê bigihîne kurdan jî di netîceyê da wasiteyeke asîmîlasyonê ye, kurd pê dihelin.
Nivîsên bi tirkî, muzîka bi tirkî bi alliyên xwe yên pozîtîv ra, kurdan ji ziman û kultura wan dûr dixe, dibe destar û kurdan dihêre.
Em bixwazin, nexwazin kurdên bi tirkî dinivîsin xizmeta vê yekê dikin, kara wan digihîje dewletê û zirara wan digihîje kurdan.
Rê li ber pêşketina kurdî digre.
Nahêlin kurd tiştekî bi kurdî bixuliqînin.
Lema dewlet zimanê kurdî nake zimanê perwerdê, dixwze kurd tenê bi tirkî binivîsin.
Çimkî tirkbûna kurdan ji asîmîlasyonê derbas dibe, ji bo ku kurd bibin tirk, dibê zimanê xwe ji bîr bikin, dibê asîmîle bibin.
Heger em bi kurdî nenivîsin edebiyata kurdî çê nabe, zimanê kurdî bi pêş nakeve.
Em bi kurdî muzîkê çê nekin, muzîka kurdî çê nabe.
Gava nivîskar, rojnamevan, şair û romanciyên me tunebin edebiyata me jî çê nabe.
Û gava edebiyat tunebe milet jî nabe milet.
Miletek bi zimanê xwe, bi muzîk, kultur, folklor, zargotin û muzîka xwe heye.
Yanî ji bo kurd wek milet hebe, dibê edebiyata wî jî û muzîka wî jî hebe û ev jî bi zimên dibe.
Heger em van tiştan bi tirkî bikin dibe yên tirkan.
Em nikanin him bibêjin ev rast e û him jî nekin.
Lê belê zahmet e, jê ra wext dixwaze.
Heta her kes nikane xwe bi guherîne û kurdî fêr bibe.
Ez viya fêm dikim.
Lê yên kanin bikin dibê bikin, yên bi kurdî zanin dibê bi kurdî binivîsin. Yêna kanin fêr bibin dibê fêr bibin.
Şaîr Nabî (1642-1712)  jî kurd e û Melayê Cizîrî (1570- 1640) jî  kurd e.
Lê ji ber ku Nabî bi tirkî(osmanî) û Melayê Cizîrî bi kurdî nivîsîye, Nabî şairekî tirk e û Melayê Cizîrî jî şairekî kurd e.
Ji ber ku edebiyat bi zimên dibe, lema tiştê nasnameya nivîskar ya hunerî tayin dike ne qewmê wî ye, zimanê wî yê nivîskariyê ye.
Ev pîvan ji bo hemû şair û nivîskarên kurd yên nuha jî derbas dibe, kurdên bi tirkî dinivîsin, şair û nivîskarên tirk in û yên bi kurdî dinivîsin jî şair û nivîskarên kurd in.
Ev nayê wê maneyê yên bi tirkî dinivîsin merivên ne kurd in û xerab in. Na, ez qala zimên û asîmîlasyonê dikim.
Mersele, Orhan Kotan, Yilmaz Odabaşi, Hîcrî Îzgoren , Yaşar Kemal kurd in, lê  şair û nivîskarên tirk in, ji ziman û edebiyata tirkî ra xizmet kirine.  Û di ferhengên tirkî yên edebî da jî wek nivîskarên tirk tên qebûlkirin.
Lê belê Arjen Arî şairekî kurd e.
Rojen Barnas şarekî kurd e.
Hesenê Metê nivîskarekî kurd e.
Enwer Karahan nivîskarekî kurd e.
Yanî hemû nivîskarên bi kurdî dinivîsin, nivîskarên kurd in û ji ziman û edebiyata kurdî ra xizmetê dikin û kirine.
Û nivîskarên bi tirkî dinivîsin jî nivîskarên tirk in û ji edebiyat û zimanê tirkî ra xizmetê dikin, bexçeyê tirkî geş dikin.
Meriv kane eynî tiştî ji bo Ahmet Kaya û Şivan Perwer jî bibêje.
Ahmet Kaya kurd e, lê stranbêjekî tirk e.
Gava tirk ji Ahmet Kaya ra dibêjin hunermendekî tirk rast e.
Lê Şivan Perwer hunermend û stranbêjekî kurd e.
Eslê wî çi be jî ew hunermendekî muzîka kurdî ye.
Tirk nikanin Şivan Perwer bikin tirk. Çimkî muzîka wî bi kurdî ye.
Heger wî jî wek Ahmet Kaya bi tirkî bistira ewê jî stranbêjekî tirk bûya…
Bi kurtî meriv di kîjan taximê futbolê da bilizîe, meriv lîstikvanê wî taximî ye û ji bo wî taximî golan davêje, ne ji bo qewmê xwe û welatê xwe.
Ziman jî wiha ye…
Çend şair û nivîskarên me yên klasîk hene. Wek Eliyê Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî , Ehmedî Xanî û çend kesên din. Heger wan bi kurdî nenivîsîbûna nuha edebiyateke me ya kalsîk tunebû.
Di dema Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî da miheqeq gelek şairên din jî hebûne, lê ji ber ku wan bi kurdî nenivîsîne, bi tirkî û bi erebî nivîsîne, lema jî îro ew ne malên me ne, em qala wan nakin, em bi Melayê Cizîrî, Mlayê Batê û Ehmedê Xanî pesnê xwe didin û îftîxar dikin.
Îro jî eynî tişt e, berhemên kurd bi tikî dinivîsin dibin malê tirkan û yên bi kurdî dinivîsin jî dibin malê miletê kurd…

Inga kommentarer: