26 januari 2017

Li ser hevoksaziya kurmancî nivîseke hêja


Mistefa Aydogan, li ser girîngiya hevoksaziyê(sentaksê) û gelşa hevoksaziya şaş di zimên da peyda dike nivîseke pir hêja nivîsî ye.
Heger were bîra we xwendevanan di vî quncikî da min jî çend caran bi kinî qala girîngiya hevoksaziyê kiribû. Û gotibû îro roj gelşa kurmancî ya herî mezin hevoksazî ye.
Çimkî ji ber sedemên em zanin her ku diçi kurd pirtir dikevin bin bandora zimanê tirkî.
Berê vê bandorê xwe di nava xwendevan û bajariyan da nîşan dida, lê nuha bi belavbûna telewîzyon, înternet û û telefonên bêrîkê ra gundî jî ketine bin tesîra vê asîmîlasyona tirkî û êdî li gundan jî hevoksaziya kurmancî xera bûye, ji eyarê xwe derketiye, ketiye eyarekî din.
Însan êdî li gundan jî û li bajaran jî li gorî hevoksaziya tirkî dipeyivin. Ev yek jî dibe sebê ku dilê meriv ji kurmancî sar bibe û kurmancî bi meriv xweş û şîrîn neyê.
Mersele êdî hema hema piraniya kurdan dibêjin ”ev tişt li xweşiya min naçe”, ya jî ”gotina wî li xweşiya min neçû”.
Bêguman meriv bi kurmancî nabêje ”gotina wî li xweşiya min neçû, ya jî ev tişt li xweşiya min naçe”!
Bi kurdî û kurmancî meriv dibêje gotina wî bi min xweş neheta, kêfa min ji gotina wî ra nehat, gotina wî bê dilê min bû.
Û ev tiştê hanê bi min qet ne xweş e, ya jî qet ne xweş e.
Di gotina "em jiyan dikin" da jî eynî şaşî tê kirin.
Min dîtiye ji dêlî ku bibêje em li xerîbiyê dijîn, dibêjin ”em li xerîbiyê jiyan dikin. Em dixwazin li welatê xwe jiyan bikin. Jiyankirina li xerîbiyê ne xweş e”!
Ev hevoksazî ne bi kurdî û kurmancî ye.
Bi kurmancî meriv dibêje em li xerîbiyê dijîn, em dixwazin li welatê xwe bijîn, jiyana li Ewrûpa zor e, jiyan li Kurdistanê xweştir e.
Bêguman numûne pir in. Mistefa Aydogan tenê çend numûneyên balkêş dane. Lê dîsa jî têrê dike.
Li ser gelşa hevoksaziya kurmancî nivîseke pir hêja ye. Heger wexta we hebe bixwînin û hûn jî jê feydê bigrin.

XXX

Hevoksazî di ser her tiştî ra ye
Mistefa Aydogan
”Pirsa hevoksazîyê yek ji wan pirsan e ku divê meriv di warê wergerê da jî derxîne pêş. Ji ber ku wergêr bi piranî ji tunebûna gotinan gazindan dikin û ji ber vê digihêjin qenaetekê ku kurmancî ji bo wergerê pir qels e. Ji xwe, min li jorê diyar kir ku zimanê qels tune ye. Îcar ez dê ji alîyê wî tiştî va li ser vê pirsê bi awayekî din rawestim ku di zimanî da herî bingehî ye û loma ez dê rola hevoksazîyê binivîsim. Sedema vê pêwîstîyê ew e ku gelek meriv hene ku serên xwe bi hilbijartina gotinan diêşînin û ji wan heye ku di zimanî da tiştê herî bingeh kurmancîbûna gotinan e. Yanî li gor wan, heger wan gotinên bi kurdî bi kar înan, ji alîyê kurmancîbûna nivîsê va, tu mesele namîne. Ji ber vê yekê, hewil didin ku gotineka biyanî jî di nivîsên wan da nehê bikarînan. Ez dixwazim fikirên xwe bi awayekî pir kurt binivîsim û minaqeşeya vê pirsê ya bi awayekî firehtir, ji nivîseka din ra bihêlim.
Di zimanekî da hemû tişt girîng in. Lê di nava van hemû tiştên girîng da, ya herî bingehî, hevoksazî ye; yanî qayîdeyên avahîya hevokên wî zimanî ne, tahma wî zimanî ye, di hevokan da prensîpên pêwendîyên gotinên wî zimanî ne... Heger we hevoka xwe li gor hevoksazîya wî zimanî ava kir, ew dihê wê maneyê ku hûn bi wî zimanî difikirin. Heta ku hûn pêgirîya hevoksazîya wî zimanî bikin, hemû gotinên ku hûn di avakirina hevoka xwe da bi kar biînin, ji zimanekî biyanî hatibin wergirtin jî hevoka we dê hevokeka kurdî be. Ji bo nimûneyê, niha ez dê sê gotinên erebî hilbijêrim û di avakirina hevokekê da bi kar biînim:
Qunbele: bombe
Met’em: aşxane, restorant
Fecirî: teqîya
Nimûne: Qunbele li met’emê fecirî: Bombe li aşxaneyê teqîya.
Tevî her sê gotinên ji zimanê erebî jî ev hevoka me hevokeka kurdî ye. Ji ber ku pêwendîyên her sê gotinên erebî, ne li gor hevoksazîya zimanê erebî, lê li gor hevoksazîya kurdîya kurmancî hatine danîn.
Lê ez dê vê carê gotineka bîyanî jî bi kar neînim û ji çend gotinên xwerû kurdî hevokekê ava bikim.
Gotinên ku ez dê bi kar biînim, ev in:
Ez
hez dikim
gelek
ji

karî
Hevoka min a nimûne jî weha ye: Ez hez dikim gelek ji vî karî.
Wekî hûn jî dibînin, hemû gotinên hevoka min bi kurdî ne, lê hevoka min ne hevokeka kurdî ye. Heger ez bi awayekî din bibêjim; her çi qasî malzemeyên wê li fabrîkeyeka kurdî hatine çêkirin û ji dikaneka kurdî hatine kirîn jî hostatîya ku hatiye bikarînan, ne hostatîya kurdî ye. Yanî ev hevok bi gotinên kurdî, lê ne li gor qayîdeyên hevoksazîya kurdîya kurmancî hatiye avakirin û ji ber vê yekê jî ne hevokeka kurdî ye. Bi vê yekê jî baş dîyar dibe ku bi gotinên xwerû kurdî bi tenê hevokeka kurdî nahê çêkirin. Divê em hevoksazîyê di ser her tiştî ra bigirin. Lê divê ev nehê wê maneyê ku ez ji bo avakirina hevokan, gotinên biyanî pêşnîyar dikim. Na! Ez bi xwe ne purîst im, lê ez pir hewil didim ku gotinên xwerû bi kurdî bi kar biînim û heta ku ji min dihê jî ez bi kar diînim. Qesda min bi tenê ew e ku ez ya herî girîng dîyar bikim.
Gelek gotinên farsîya ku îroj meriv pê dipeyivin, ji ber sedemên diyar, gotinên erebî ne (qesda min koka wan erebî ye), lê em dîsa jî jê ra dibêjin, farsî. Ji ber çi? Ji ber ku ew gotinên erebî li gor hevoksazîya farsî bi hevûdin va dihên girêdan û hevokên farsî pêk diînin. Heger gotin elementa herî girîng bûya, îroj divê me tu kesî behsa farsî nekiraya. Ji ber ku farsî ji alîyê gotinên erebî va hema hema hatiye dagirkirin. Lê heta ku di hevokan da hevoksazîya farsî ya taybetî bihê parastin, tu kes dê ji wan hevokan ra nebêje hevokên erebî.
Heger meriv li van nimûneyan binêre; “Hayatta en hakiki mürşit ilimdir“, “Turistik tesisleri“, “Ziraat Bankası“, “İktisadi ve Ticari İlimler Akademisi“, “içtihat kararı“, “Tip Fakültesi“, “haddi hesabı“, “kâr payı“ “istihbarat şefi“, “istihkam sınıfı“, “istişare heyeti“ “kaptan pilot“ “emanete hiyanet” û bi qasî malzemeyên ferhengekê gotinên din... Gelo kîjan ji wan bi zimanê tirkî ye? Lê kombînezona wan li gor qayîdeyên zimanî tirkî ye
Heger îroj em gotinên almanî û îngilîzî ji zimanê swêdî derbixin, swêdî hema hema dê lal bimînin. Lê di hevokan da pêwendîyên gotinên almanî û îngilîzî wekî yên hevokên her du zimanan çênabin, ew li gor qayîdeyên hevoksazîya swêdîyê, pêwendîyan bi hevûdin ra datînin û bi vî awayî hevokên swêdî çêdikin.
Ji ber vê yekê, ez ji wergêrên zimanê kurd ra dibêjim, wergerînin, gava we hin gotinên zimanên biyanî jî bi kar înan, zêde netirsin! Ji ber ku ya herî girîng ew e; hûn ji mentiqê zimanê kurdî veneqetin, hevoksazîya kurdî biparêzin û nivîsê bixin kirasê kurdî...”
Têbînî: Ji wê nivîsa min hatiye wergirtin ku navê wê "Werger hunerek e".


Inga kommentarer: