13 januari 2017

Ker û gur û biryara şêr


Gur û ker rojekê li ser rengê gîhê(gîhayê)ketin gewriya hev. Kerê got rengê gîhê zer e, gur jî got hişin e. Pir li ber hev dan lê hev nekirin, kerê di zerîtiya gîhê da israr kir, gur çi kir jî nikanîbû kerê îqna bike.
Rabûn çûn ba şahê daristanê şêr, mesela xwe ji şêr ra gotin. Mahkimê dest pê kir. Li ser rengê gîhê, her yekî delîl û îspatên xwe pêşkêşî mahkimê kir.
Mahkime qediya, hat dema biryarê. Her kes li hêviyê bû mahkime biryareke rast û adil bide, yanî heq bide gur.
Mahkimê biryara xwe xwend:
”Mahkima me li ser rengê gîhê, gîha zer e ya jî hişin e li gur û kerê guhdarî kir û biryara xwe da. Biryar: mehek cezayê zindanê ji gur ra û berata kerê.
Biryara mahkimê gur û hemû guhdar matmayî hîşt. Gur him xeyalşikestî bû û him jî tiştekî wiha ji bo xe wek heqaret dît. Mafê axaftinê xwest û got:
” Ma rengê gîhê ne hişin e?
Şêr got:
”Belê hişin e.”
Gur:
”Ê madem rengê gîhê hişin e, çima we mehek cezayê zindanê da min û ker jî berta kir? ”
Şêr got:
”Tu bi heq î û tiştê tu dibêjî rast e. Lê ji ber ku li ser mijareke ker jê fêm nake tu pê ra ketiye minaqeşê te şaşîyeke mezin kir. Ji bo ku ev bûyer ji te ra bibe ders û tu careke din şaşiyeke wiha nekî min ev ceza da te. Careke din bi kesê nezan û cahil ra minaqaşe neke…
Şêr biryareke tarîxî daye, meriv bi keran ra minaqaşe nake, çimkî îqnakirina kern ne mimkûn e.

Inga kommentarer: