18 januari 2017

Ev jî ewê derbas be...

Li gorî hin texmînan gotina ”Ev jî ewê derbas be ya hû” dihere digihîje dema Bîzansan. Bîzansî gava rûbirûyî îşekî zor û zahmet dibûn, di maneya ”ev jî ewê derbas be, evê jî derbas be, digotin ”kafto ta perasî…”
Ev gotin dû ra bi hawakî dihere digihîje welatê farisan (Îranê) û bi hin guhertinan formeke din digre, bi farisî dibe, ”in niz beguzered”, yanî ”ev jî ewê derbas be…”
Di dema osmaniyan da ev gotina farisî bi tirkî dibe ”bu da geçer.”
Dû ra hêdî hêdî  di dergah û tekkeyên sofiyan da jî tê qebûlkirin. Lê bebelê ”ya hû”  jî pê ve dikin û bi vî hawî bi tirkî jî dibe ”bu da geçer ya hû.”
Yanî ”Ev jî ewê derbas be ya hû!”
Dibêjin di wext û zemanekî pir kevn da mîrekî kurd rojekê ban hemû wezîr û kizîrên xwe dike û ji wan ra dibêje, ji min ra gustîleke wer çêkin û tiştekî wer li ser bidin nivîsîn, her cara min li wê nêrî, heger ez xemgîn bim dilşa bibim û heger dilşa bim xemgîn bibim…

Wezîr li hev  top dibin û ji bo çêkirina gustîleke wiha fermanê li çarhawêlê welêt belav dikin.
Pir dihere, hindik dihere, rojekê bi gustîlê derdikevin huzûra mîr, gustîl didinê.
Mîr nivîsa li ser gustîlê dixwîne  dibêje, ”temam, tiştê min dixwest ev bû.”
Li ser gustîlê peyva ”ev jî ewê derbas be ya hû”hebûye.
Xemgîn û reşbîn nebin, ev rojên reş jî ewê derbas bin, rojên xweş û şad nêz in…

Me di tarîxa xwe da gelek rojên reş û tarî dîtin.
Netirsin, ev roj jî ewê derbas bin.
Dawiya her zivistanê buhareke rengîn e, dawiya her tarîtiyê ronahî ye.
Ya muhîm em ji tarîx û şaşiyên xwe ders û îbretê bigrin û tu carî bêhêvî nebin.

Inga kommentarer: