30 januari 2017

Çîroka Hz. Îsa û ehmeqan


Rojekê Hz. Îsa pir bi tirs li pey xwe dinêrî û direviya.
Vê yekê bala yekî kişandiye û ji Hz. Îsa ra gotiye:
“Ez li pey te kesî nabînim, lê belê tu direvî, ma tu ji ber kê direvî?”
Hz. Îsa bersîv nedayê û reva xwe dom kiriye.
Meraqa mêrik zêdetir bûye, daye dû. Xwe gîhandiyê û bi dengekî hêlî jê ra gotiye:
“Hela hinekî bisekine û derdê xwe bibêje. Min reva te pir meraq kir, li pey te ne însan heye û ne jî heywan.  Ev reva te ji ber çi ye?”
Li ser vê Hz. Îsa sekinîye û ji mêrik ra gotiye:
”Ez ji ber ehmeqekî direvim.”
Mêrik gotiye:
-Ma yê koran bi çav û kerr û lalan jî bi guh, bi zar û ziman dike ne tu yî?
Hz. Îsa gotiye:
”Erê ez im…”
-Yê miriyan sax dike ne tu yî?
”Erê ez im…”
-Yê ji axê ruh dide teyr û tulûran ne tu yî?
”Erê ez im…”
Li ser vê mêrik  bi meraqeke hîn mezintir gotiye:
-Hz. Îsa yê hewqas mûcîze dixuliqîne, çima ji ber ehmeqekî direve?
Hz. Îsa gotiye, nuha baş guh bide min, hemû tiştên te gotin rast in. Min ji bo koran dua kir çavên wan vebû...
Min ji bo kerran dua kir guhên wan vebû…
Min ji bo miriyan dua kir, ruh ket bedenên wan…
Lê belê min kir û nekir, min nikanîbû tiştekî têxim dil û serê ehmeqekî.
Pê ra peyivîm tiştek neket serî.
Min xwend dilê wî nerm nebû…
Min bi sedan carî xwend pere nekir…
Hezar carî pê ra peyivîm pere nekir…
Min hezar carî  îzah kir fêm nekir…
Ehmeq bû kevirek û sekinî, min tiştek nexist serî û nexist dil…
Ne serê wî û ne jî dilê wî tiştek qebûl nekir…
Lema jî min fêm kir ku ehmeq kanin her xerabiyê, her nerindiyê bikin. Lema jî ji ber hemû ehmeqan direvim…
Rast e, derdê ehmeqan nayê kişandin.
Çare, dibê meriv ji ber ehmeqan bireve.
Lê ya xerab ehmeqê herî ehmeq  jî xwe ehmeq nabîne, her kes ji aqilê xwe razî ye…

Seydayê  goruhişt Şêx Evdirehmanê Axtepî jî li ser ehmeqan gotiye:

Bila çel sal di zindanan da bimînim
Her roj sed mar û dûpişkan bibînim
Li hevrazan tayê aşan bikişînim
Li berwaran pezkûviyan biçêrînim
Zivistanan li ser avan bimînim
Ne ku carek yekî ehmeq bibînim


///Şêx Evdirehmanê Axtepî

Inga kommentarer: