15 januari 2017

Bi Omer Şêxmûs ra sohbetek xweş


Do ne pêr(roja îniyê)min û kekê Omer Şêxmûs(Omer Sheikhmous) li taxeke Stockholmê, li pastexaneyeke gelkî kevn û navdar sohbeteke pir germ, bi feyde û xweş kir.
Me berê jî çend caran bi hev ra sohbet kiribû. Di destpêka salên 1980î da jî gava hîn li zanîngeha Stockholmê wek lêkolîner dixebitî, min û Heyder Diljen ji bo rojnameya Armancê pê ra hevpeyvîneke dirêj kiribû. Ji xwe di wê hevpeyvînê da min hinekî ew ji nêz ve nas kir.
Lê sohbeta me ya do êvarî hinekî cuda bû, min hin tişt meraq dikirin, min ew tişt jê pirsîn û wî jî dîtin û baweriyên xwe gotin.
Berê jî bala min kişandibû, kekê Omer Şêxmûs li gorî salên  xwe(1942) xwedî hişekî(hafizayeke) pir xurt e, nav, tarîx û gelek tişt û bûyer baş tên bîra wî. Ev jî nihmetekî Xwedê ye, bi her kesî ra tuneye.
Kekê Omer Şêxmûs ronakbîr û siyasetmedarekî hêja ye, li Kurdistana rojava, li Ewrûpa û başûr bûye aktor û şahidê gelek tiştan û gelek bûyeran û di heqê her çar beşên Kurdistanê û serokên kurdan da xwediyê gelek zanîn û agahiyên hêja ye. Yanî têkoşer û şahidekî dîroka me ya nêz e.
Omer Şêxmûs, bi kurdên her çar perçên Kurdistanê ra gelek xebatên hêja kirine û hîn jî aktîv e, wek hinekan li mala xwe rûneniştîye û dev ji her tiştî bernedaye. Bûyerên îro li Kurdistanê diqewimin, pêşketinên herêmê û dinyayê, gelşên nabêna hêzên kurd baş taqîb dike, dixwaze kurd bibin yek û vê fersenda îro ji kurdan ra peyda bûye  ji dest xwe nerevînin.
Ji bo vê yekê jî çi ji desta tê dike.
Ew ji Kurdistana rojava, ji bajarê Amûdê ye û di sala 1958a da bûye endamê PDKa Sûriyê.
Her çiqas xebata wî ya siyasî û kurdperwerî  ji Kurdistanana rojava  dest pê kiribe jî, lê ew tu carî  ”mehelî” nemaye û mehelî nefikiriye.
Ew di sala 1960î da bi gelek endam, berpirsiyar û serokên PDK Sûrî ra tê girtin û demekê di zindanê  da dimîne.
Piştî ku ji zindanê tê berdan di destpêka sala 1962a da ji bo xwendinê diçe Londonê û li Zanîngeha Londonê dest bi xwendinê dike.
Di sala 1967a da Zanîngeha Londonê diqedîne. 
Û di eynî salê da jî koçî Stockholmê dike, xebata xwe ya siyasî kurdperwerî  îcar li Stockholmê didomîne.
Di ber kar û xebatên xwe yên siyasî ra ji sala 1973a heta 2001ê  li Zanîngeha Stockholmê wek lêkolîner lêkolînan dike.
Di nabêna salên 2001 û 2007a da diçe Emerîka û dibe berpirsiyarê VOA, Radyoya Dengê Emerîk beşê kurdî.
Yanî jiyaneke gelkî dewlemend û mişt bûyer û koçberî.
Ji destpêka salên 1960î û heta orta- 1970î da wî  û çend kurdên wê demê li Ewrûpayê  bûne ji bo şoreşa Kurdistana başûr gelek xebatên giranbiha kirine.
Di nava şoreşa Kurdistana başûr da bi rengekî aktîf ciyê xwe girtiye û dû ra jî bûye avakar û yek ji berpirsiyar û serokên YNKê yê muhîm.
Wî, qada xebata xwe tu carî bi beşekî Kurdistanê ve sînor nekiriye, her tim bi kurdên ji her çar perçên Kurdistanê ra ji bo azadiya her çar beşên Kurdistanê xebitiye û têkoşîn daye.
Lema jî kekê Omer Şêxmûs ji her çar beşên Kurdistanê hemû kadir, ronakbîr û siyasetmedar û serokên kurdan ji nêz ve nas dike û bi gelekên wan ra dostî û hevalî kiriye.
Bi gelekên wan ra serpêhatî û bîranînên wî yên tahl û şîrîn hene.
Piştî têkçûna şoreşa Kurdistana başûr, di 1ê hezîrana 1975a da bi Mam Celal û 5 hevalên xwe ra YNKê ava dikin.
Û dû ra karê xwe yê zanîngeha Stockholmê, jiyana reht terikandiye û berê xwe daye başûr û çiyayên Kurdistanê, bi Mam Celal ra bûye pêşmerge, bûye yek ji serokên YNKê.
Bi kurtî Omer Şêxmûs, ji salên 1960î da ye wek siyasetmedar û ronakbîrekî kurd di nava gelek bûyerên muhîm da cî girtiye, bûye şahidê gelek bûyeran û li ser gelek kadir û ronakbîrên kurd yên wan salan gelek bîranînên wî yên giranbiha hene.
Xatirayên(bîranînên) xwe bi rengekî hevpeyvîn nivîsî ye lê ne bi tîpên latînî bi kurmancî ye, bi soranî ye, hêvî dikim rojekê hinek bikin latînî, kurmancî û em jî feydeyê ji bibînin.
Wek min got, Omer Şêxmûs ji her çar beşên Kurdistanê, ji hemû partî û rêxistanan gelek siyasetmedar û kadirên kurd ji nêz ve nas dike, bi gelekan ra di gelek warên cu da xebitiye û dostî û hevaltî kiriye.
Bêguman sohbeta bi kesekî wiha ra pir xweş e, meriv jê gelek tiştan, gelek bîranînan meriv nebihîstiye dibihîze û fêr dibe.
Lema jî min çend pirs jê kirin û mala wî ava be, wî jî bi dilnizmî dîtin û fikrên xwe got. Ez pir kêfxweş bûm, me sohbetek xweş kir.
Berê li Kurdistanê şertên meriv li mezin û rîsipiyên xwe guhdarî bikira hebû. Xort li qahwê, li cimatê li dora wan kom dibûn û guh didan serpêhatî û bîranînên wan.
Bi devkî bûya jî axirê rîsipiyan tecrûbeyên xwe dewrî nifşên(cîlên, qirnên)nuh dikirin, meriv hin tişên muhîm û dîrokî fêr dibû.
Lê li Ewrûpayê mixabin ew zemîn tuneye, meriv ancax li şînan hev û du dibîne û li wan deran jî sohbet ne mimkûn e.
Lê do êvarî min ev nostaljiya xwe piçek be jî bi cî anî. Sohbetek xweş bû, min ji sohbeta me gelek sûd girt û hin tiştên nuh fêr bûm.
Spas ji bo kekê Omer Şêxmûs ji bo ku him xwe westan hat û him jî camêr nehîşt ez destê xwe bavêjim bêrîka xwe, got him ez ji te mestir im û him jî tu mîvanê min î. Lê min soz jê girt, careke din ewê dora min be…



Inga kommentarer: