18 december 2017

Miletê ji himaltiya tirk û ereban hez dike

HUDAPAR û kurdên îslamî dixwazin wek himal û xulamên  ”Qewmê Necîb” bimînin
Diyarbekir, mitînga Qudisê ya îro.
Bîstekê bi dîqet ji xwe ra li vî rismî binêrin, hûnê fam bikin ku kurd çima misteheqî bindestiyê û xulamtiya ereb û tirkan e…
Ne hemû, lê piraniya kurdan dixwazin wek xulamên ereb û tirkan bimînin.
Ev mitînga Hudaparê û îslamîstên kurd ya li Diyarbekrê îspata vê yekê ye.
Ev kîtleya mahşerî ya kurdên îslamî, Hizbulahê, Daîşê û AKPê ne ji bo xwe, ji bo filistîniyan dimeşin.
Ev sedhezarên kurdên hizbulahê, daîşê û dewleta tirk ne ji bo xwe, ji filistîniyan dewletekê û paytextekê dixwazin…
Tiştê HUDAPAR û kurdên îslamî dixwazin himalî û xulamtîya ji ”Qewmê Necîb” ra ye…

Kurdekî bi navê Şemsettîn Aydin, bi tirkî gotiye rexneya min ya li Hudaparê rast e, lê belê min li kurdên dîndar neheqî kiriye. Lê ber şiroveya wî bi tirkî bû min rakir, ez naweşînim. Lê naveroka wê ev bû.
Min ev bersîv jê ra prîvat şand.

Merheba Şemsedîn !
Ez ne li dijî kurdên îslamî, çep, rast, dîndar, nedîndar im.
Ez îşê xwe ji baweriya kesî naynim.
Ez li dijî kurdên zilamtiya ereb û tirkan dikin, kurdên ji filistîniyan ra dewletekê û paytextekê dixwazin, lê ji xwe ra naxwazin.
Min ev kurd rexne kirine.
Min kurdên ji bo Qudisê mitîngê çê dikin, lê belê ji bo Minara Çarnig, ji bo wêrankirina Sûrê, Nisêbînê, Şirnexê û Cizîrê bêdeng dimînin, mitîngê çê nakin rexne kiriye.
23 dewletên ereban hene. Hudapar û kurdên îslamî ji bo filistîniyan dewleta 24a jî dixwazin.
Lê belê eynî Hudapar û kurdên îslamî ji bo kurdan dewletê, serxwebûnê naxwazin, li dijî zulm û zora dewleta tirk dernakevin.
Mahmûd Ebas û Îsmaîl Hanîye bi qasî Esed, Ebadî, Erdogan û Rûhanî li dijî kurda ne, naxwazin kurd li tu beşekî Kurdistanê bigihîjin azadiya xwe û bibin xwedî dewlet.
Lê kurdên îslamî û kêmaqil dîsa jî piştgiriyê didin filistîniyan û ji bo wan neyartiya Amerîka û Îsraîl dikin.
Ma te dîtiya rojekê filistîniyan ji bo kurdan mitîngek çê kiribin, Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye protesto kiribin?
Ma we qet dîtiye Mahmûd Ebas, Hanîye û serokekî filistînî Tirkiye, Sûriye û Îran rexne kiribin û piştgirî dabin serxwebûna kurdan ?
Filistîna tu carî tiştekî wiha nakin.
Lê belê kurd dikin, çimkî kurd kêmaqil in, kurd himal û zilamên xelkê ne….


Ji ber nivîsa te bi tirkî ye ez radikim. Ez nivîsên bi tirkî naweşînim. Bi kurdî(kurmancî, zazakî)binivîse ser çavê min.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo

17 december 2017

Hin kes ji xulamtiya umetê hez dikin


Îro li Diyarbekrê HUDAPAR ji bo Qudisê, ji bo piştgiriya filistîniyan mitîngekê çê dike.
Dewlet nahêle kurd li li Diyarbekrê li lokalekê civînekê çêkin, lê ji bo filistîniyan destûrê dide mitîngên bi hezaran.
Helbet ne HUDAPAR tenê ye, AKP û hukûmet jî li pişt vê mitînga li dijî Amerîka û Îsraîl ne.
Lê navê yê HUDAPARê ye.
Çimkî Hudapar û hin kurdên îslamî leşkerên dewletê û hukûmeta AKPê ne. Kînga hewce be dewlet wan dixe hereketê.
Hudaparê ji bo Sûrê, Farqînê, Cizîrê, Nisêbînê, Dêrikê, Şirnexê mitîng çê nekir, dema dewletê van bajarên kurdan yek bi yek wêran kirin û bi hezaran jî însan kuştin rojekê dewlet protesto nekirin.
Koban hat wêrankirin Hudaparê û kurdên pir musliman û heqnas mitîng çênekirin.
Daîşê Şengal şewitand, bi sedan kes kuştin, bi hezaran jin êsîr girtin Hudaparê û kurdên heqnas rojekê hovîtiya Daîşê protesto nekirin.
Kerkûk, Xaneqîn, Xurmato, Mexmûr hatin dagirkirin dîsa Hudaparê û kurdên pir musliman û pir îslamîst li Diyarbekrê mitîngek çê nekirn.
Lê ji bo Qudisê û filistîniyan mitîngên mezin çê dikin.
Çimkî hukûmetê wer emir daye wan…
Tiştê herî ecêb Tevgera Azadî jî tevî vê mitînga Hudaparê û dewletê dibe…
Kî here mitînga Qudisê ya ehmeq e ya wek dibêjin "kerê umetê" ye ya jî zilamekî AKPê yê veşartî û eşkere ye.

XXX
Amerîkiyan li ser têkiliyên Amerîkayê û Tirkiyê, Fetulah Gulen û serokê Tiriyê Erdogan rêzefîlmekî bi navê ”Designeted Surviver” çêkirine.
Li gorî rojnamevanê tirk Can Atakli gotiye ”Designeted Surviver” ji fîlmê Ekspresa Nîvêşevê (Midnight Express) pir û pir xerabtir e...
Can Atakli di nivîsa xwe ya îro ya di rojnameya Sozcu da qala hin sahneyên ”Designeted Surviver” kiriye.
Sahneyên ji fîlm qala wan kiriye diyalogên pir ecêb in, ji skandalê jî wêdatir in.

16 december 2017

Hebûna xortên wiha bîna min fire dike

Xortekî hemşeriyê min heye, ji Rihayê, ji cî û warê îsotçiya ye. Navê wî Hasan Şale ye.
Bi eksê gelek îsotçiyan, îsotê tesîreke pozîtîf li Hesen Şale kiriye.
Li ber xwe dikeve.
Li ber gelê xwe dikeve.
Bi binestiya gelê xwe wek mûmê dihele. Dilê wî, xîreta wî li hemberî zulmê îsyan dike.
Pir li ber kêmaqiliyên mezin û rêberên kurdan dikeve. Bêtifaqiya wan, kêmaqilya wan wî dîn dike.
Li hemberî xiyanetê îsyan dike.
Hesen bi bejna xwe yekî hûrik mûrik e, lê bi aqil û zîrekiya xwe ji heftê û heft aliman zanetir e.
Yên xelkê du çav û du guhên wan hene, yên vî ”ufaxlixî”, çûçoyî çar çav û çar guhên wî hene.
Aqilê wî ji yê kundê kor pirtir e,
Qelema wî ji şûrê Rustem tûjtir e.
Qet zêde dirêj nake
hemû derdên dinyayê
di du sê rêzan da tomar dike
Xortekî serapê kurd e
dilê wî tije derd û kul e û merez e
kêmaqiliya kurdan ew kezebreşî
xewên şevan lê heram kiriye
Ji ber derdê kêmaqilan û kurdan
wiha nivîsî ye:

”Serê xwe dizivirînime vî alî çepgirek,
dizivirînime aliyê din selefiyek,
careke din dizivirînim oryantalîstek,
dizivirînim deîstek,
ateîstek,
dizivirînim femînistek,
dizivirînim qomunîstek,
dizivîrinim antiqapîtalîstek,
anarşîstek.
Bese ulan bes e!
Bi Qur'an ji her tiştî û nîqaşan aciz bûm.
Ezê dev ji her tiştî berdim,
ma qet kesekî/ê normal nîne,
ev çi ye ulan?
Ji bo her tiştî,
li ser her tiştî jî pêvçûn û nîqaş!
Êdî naxwazim tu kesekî/ê ji van camîayan binasim.
Em dibêjin piçekî bêhna xwe vedin,
ji hin tiştan piçekî be jî dûr bikevin,
tu wer dinêrî ko yekî/ê weke singan va hat hemberê te…”
///Hasan Şale

Hebûna xortên wiha hêviya min xurt û bîna min fire dike... 
Kesê dixwaze tiştên nuh fêr bibe û bi çavekî din li meselan û li serok û pariyên kurdan binêre bira vî ”ûfaxlixê” îsotçî taqîb bike…

XXX
Ax ewê rojekê qîmeta baranê fam bike,
lê belê wê rojê baranê nebare...
///Nicanor Parra


Li ser roman û wergerê hevpeyvînek pir delal

Fetullah Ozmen û Mevlut Oguz di malpera Sputniknewsê da bi nivîskar û wergêrê bi nav û deng Ciwanmerd Kulek ra li ser berhemên wî û gelş û rêbazên wergerê hevpeyvîneke pir delal kirine, pirsên pir xweş ji Kulek kirine û vî nivîskar û wergêrê xort ê zîrek jî bersîvên pir xweş û biaqil daye wan.
Bi kurtî li ser edebîyatê û wergera edebî hevpeyvîneke pir delal e û bi qalîte ye…
Ciwamnerd Kulek di edebiyatê da li ser romana gund û bajêr, gundîtî û bajarvaniyê wiha gotiye:
"Lê eger em illeh meseleyê bînin li gundîtî û bajarvaniyê girêbidin, bi ya min nivîsandina çîrok û romanên gund û gundewariyê êdî zehmettir e. Gund êdî ne qadeke wiha ye ku em bêtir tê de dijîn, derbarê wê de dizanin û dahatiyekê tê de xeyal dikin. Emma ev ne xem e ne jî hêvî ye. A soxî, romanên baş ne li gundan, ne li bajaran, di hişê mirovan de rû didin."
Û li ser ceribandinên xwe yên nivîsîna cûr be cû jî gotiye:
"Tu tekstekê bo rojnameyan dinivîsî, li ciyekî din tu gotarekê pêşkêş dikî, herwiha tu roman, çîrok û helbestan dinivîsînî, evana ne qadên cuda ne, deriyên cuda ên heman qadê ne. Min jî xwest şêweyên cuda ên vêgotinê biceribînim, li gor qaweta xwe stûnên cuda ên edebiyatê tecrube bikim, rîtmên cuda, tempo û bezekên têvel ên cihana afirîneriyê nas bikim. Yanî edebiyatê tenê di noqteyekê de, di formekê de sabît nekim. Vêya hişt ku ez her tiştî weke mijar û sehaya edebiyatê bibînim û edebiyatê jî wek sehaya her tiştî bibînim; wê çaxê lazim bû ku ez ji rêbazên muxtelîf û cûr bi cûr re jî amade bim. ”

Hevpeyvîneke pir xweş e, di vê sohbetê da meriv hindik be jî dikeve nava dinya Ciwanmerd Kulek û dîtin û felsefa wî ya nivîsînê û wergerê piçekî nas dike..

Rza Kato Di wêjeyê de biqasî " tu çawa dibêjî ' ' tu çi dibêjî ' jî girîng e

Zinarê Xamo Riza Kato, dev ji quretiyê û demagojiyê berde û şîretan li min neke. Ez ne motajê şîretên te me.
Te di şirova xwe ya pêşî da bi rengekî bêedeb ji min ra got ”Hêdî biajo! Zinarê Xamo. Gotina sivik meke.”
Dev aqildayinê û ji şîretan berde û bibêje kîjan gotina min sivik e? Min çi gotina ne li rê kiriye, wek camêra wiya bibêje!”

Rza Kato Mamoste ne di hedê min de yê ez şiretan li kesekî bikim û di ser de ji ji zatê we re. Lê ku ez çawa nivisên we herdem dixwim, gava tiştekê Şaş tê de bibînim mafê min heye tiştekî bibêjim. Ji ber ku mijar dirêj nebe min ewqasî qut nivîsand. Xwezî we berhemên navborî bixwenda û li gorî wê binivîsandana.

Zinarê Xamo Riza Kato, ez nizanim tu qala çi dikî?

Nivîsa min ne li ser berhemên Ciwanmerd Kulek e, min ne li ser berhemên wî tiştek gotiye û ne jî pesnê tu berhemeke wî daye.
Nivîsa min li ser hevpeyvîna wî ye.
Du kesan bi wî ra hevpeyvînek kirine û min jî ew hevpeyvîn ecibandiye û li ser hevpeyvînê bi çend gotinan fikrê xwe gotiye.
Helbet mafê te heye tu nivîsên min rexne bikî, min negotiye rexne neke.
Lê dibê ez bizanibim tu çi rexne dikî?
Berî tu min rexne bikî tiştê te xwend fêm bike û bizanibe tu li dijî çi yî û çi rexne dikî!
Tiştê te kiriye ne rexne ye, heqaret e.
Û him jî heqareteke pir bêedb e !
Di gotinên xwe da dibê meriv bi edeb be û hedê xwe bizanibe. Bêsebeb tinazê xwe bi xelkê neke.
Bi bêşermî te ji min ra gotiye, ” ”Hêdî bajo! Zinarê Xamo. Gotina sivik meke.”
Ma ev rexne ye?
Tu bi çi heqî kanî van gotinan bêedeb ji min ra bikî?

Rza Kato Çima ev dibe heqeret û bêşermî?Bibexşînin ez nikanim pesnê kesekî bidim. Di ‘ hêdî bajo ‘ û ‘ gotinê sivik meke’ de we çi bêşermî dîtiye, ez nizanim. Devjenî ne karê min e. Ku we di gotara xwe de behsa lawê apê xwe bikirina, ewê ez eleqeder nekirama, lê hûn hevpeyvineke niviskarekî diweşînin ku haya we ji rewşa berhemên wî tune ye. Hewante min suçdar meke. Binê gotina xwe tije bike


Dawiya zaliman husran e

Bêguman halê kurdan li Tirkiyê ne tu hal e. Kurd heta hûn bibêjin perîşan in, di binê zulmeke nedîtî ne.
Meriv kane bibêje ji avabûna dewleta tirk ya irqçî, panturkîst û antî kurd û vir da ev cara pêşî ye li hemberî miletê kurd teroreke hewqasî berfireh tê meşandin, zulmeke hewqasî mezin û berfireh li kurdan tê kirin. Hemû kurd, rast, çep, dîndar, nedîndar xwe di hefsê da his dikin, her kes ji ruhê xwe ditirse, tu kes ji pêşeroja xwe ne ewle ye, kes nizane sibe ewê çi were serî...
Herî kêm 10 hezar kurd di zindanên Tirkyê da êsîr hatine girtin. Li Tirkiyê "edalet", huqûd daketiye binê sifirê, her tişt, hemû erk ketine bin destê îktîdara siyasî.
Siyaseta demokratîk û legal bûye qadeke bi mayin ya pir tahlûke. Ji ber çûna şînekê, ji ber gotinekê, ji ber parvekirina lînkekekê, hezkirina ji nivîsekê kane bibe sebê bi berbanga sibê ra polîs bigrin ser mala we û hûn bi îthama terorîstiyê ya jî alîkariya bi terorê ra werin girtin.
Bi hezaran kurdên mamûrên dewletê bûn ji karên wan hatine derxistin û însan perîşan in.
Tirsa girtinê xistine dilê her kesî, tu kes ji rojeke din ne ewle ye, her kurdê welatparêz li bende girtina xwe ye. Zulma dewletê psîkolojiya her kesî xera kiriye
Yanî Tirkiye û Kurdistan li kurdan bûye zindan, bûye cehnimeyeke rastîn.
Lê ev yek ewê dom neke, ev seltenet ewê ji xwediyên vê zulmê ra nemîne. Gava dinya li kurdan bibe cahnime yên li ser hukim, kesên li vê zulmê temaşe dikin ewê di cinetê da nejîn. Zû dereng "cineta/bihuşta" wan jî ewê bibe dojeh,cehnime.
Ew jî viya zanin û lema jî ketine panîkê, ji nuha da li rêyên parastina kursî û îktîdara xwe digerin. Lê bi dîtina min hatine dawiya rê, ew çi bikin jî ewê ji ketin û têkçûnê xelas nebin...

XXX
Gerek meriv ji kal û pîran bêtir qedrê xortan bigre, qîmetê bide keç û lawan. Çimkî çi derkeve ewê ji wan derkeve. Hêvî ne kal û pîrên helisî ne, hêvî û mefera keç û xortên welatparêz û çapik in.
Kal pîr ruhdims in, zû bi zû nigên xwe nadin ciyê şematok. Ew tu carî nikanin bibin pêşengên şoreşê...

Umran Aran Bê tecrûbe, firebînî û zanîna kal û pîran jî nabe apo.

Zinarê Xamo Umran, helbet dibê meriv serpêhatiyên wan bizanibe, ev tarîx e. Lê dibê wan nekin pêşengên xwe, dibê serê ben ne di destê wan da be.
Heger me bi ya dê û bavên xwe, bi ya kal pîrên xwe bikira me li hemberî dewletên dagîrker serî hilnedida, emê bi qedera xwe razî bibana û bibûna dê û bavên zarokên xwe.
Heger li Kurdistana Başûr pêşengî û îdare di destê ciwanan da bûya bawer bike nuha hewqasî ne perîşan bûn.
Ev li Kurdistana Bakur jî wiha ye, kokimên mejiyên wan kufikî bûne nahêlin nifşên nuh dakevin qada siyasî, serê hevsê tim di destê mejugenî da ye...

XXX

-Kî bi şûrê zulmê hukumdariya xwe bidomîne, zû dereng ewê rojekê di bin şûrê zaliman da can bide.
Şerefa herî mezin meriv nebe heval û şirîkê zaliman û li hemberî zulmê xwe kerr û lal neke.

XXX
Kurdê welatê xwe ji hemû welatan pirtir
û zimanê xwe jî ji hemû zimanan bêtir hez neke ne tu meriv e,
merivekî bêşexsiyet e,
têkeve binê erdê ji saxiya wî çêtir e.
Welatê meriv diya meriv e,
mala meriv e,
namûs û şerefa meriv e...


XXX
Ax ewê rojekê qîmeta baranê fam bike,
lê belê wê rojê baranê nebare...
///Nicanor Parra

15 december 2017

Mistefa Aydogan bi vê esera xwe ji zimanê kurdî ra xizmeteke mezin kiriye

Weşanxaneya Rûpelê di sala 2012a da kitêbeke Mistefa Aydogan ya gelkî hêjaweşand.
Navê kitêbê “Rêbera Rastnivîsê” ye.
Yanî îmleya kurmancî ye.
Rûpelê bi Rêbera Rastnivîsê ra ferhengekeke bi navê  “Ji Bo Rastnivîsê-Ferhenga Kurdî(kurmancî)Tirkî”  jî weşand.
Ferheng xebateke kollektîf e, di bin koordînatoriya Malmîsanij da ji alî Mistefa Aydaogan, Zana Farqînî, Newzad Hirorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî, M. Emîn Narozî û Reşo Zîlan ve hatiye amadekirin.
Ferhengeke biçûk e lê ji bo rastnivîsa kurmancî û bêjeyên bi gelek awayî tên nivîsîn çavkaniyeke gelkî hêja ye. Di ferhengê da li dora 9.000 bêjeyên(gotinên)bi çend hawan tên nivîsîn hene. Ji bo tekûzbûna kurmancî çavkaniyeke pir baş e.
Di vê nivîsa xwe da ezê ne li ser vê ferhengê, tenê li ser “Rêbera Rastnivîsê” çend gotinan bibêjim.
Di ser çapa vê berhema Mistefa Aydogan ”Rêbera Rastnivîsê” ra tam 5 sal derbas bûn, lê heta nuha min nedît kesî tiştek li ser nivîsîbe. Heger nivîsîbin jî min nedîtiye.
Bi baweriya min ”Rêbera Rastnivîsê” ji bo her kurdî, ji bo her kesê bi kurmancî dinivîse wasiteyeke lazim û çavkaniyeke pir û pir hêja ye.
Ji bo zimanekî hebûna sê tiştan, gramer, îmla û ferheng şert e.
Ji bo meriv bikanibe bi zimanekî rast binivîse ev hersê çavkanî dibê li ber destê meriv bin. Bêyî hebûna van hersê çavkaniyan yekîtî û standartbûnakurmancî ne mimkûn e.
Ji bo di nivîsandinê da tevlihevî çênebe dibê nivîskar bizane ewê li gorî çi û kîjan qaîde û prensîban binivîse.
Rêbera Rastnivîsê li gorî xwe van qaîdeyên rastnivîsê danîne. Ev yek jî karê her kesê bi kurmancî dinivîse rehet dike.
Baş xerab gelek ferhengên kurmancî hene û hinekên wan him bi hecmê xwe û him jî bi naveroka xwe pir hêja ne.
Li ser gramera kurmancî jî gelek lêkolîn, nivîs û kitêb hene û hîn jî lê zêde dibin.
Yanî meirv kane bibêje di warê ferhebg û gramerê da gelek berhemên hêja hene, valahiya di vî warî da zêde ne mezin e.
Lê bi qasî ez zanim li ser îmla kurmancî tu kitêb nehatine nivîsîn, rêbereka îmlayeke kurmancî (rêbereke rasnivîsê)tuneye.
Heger ez ne şaş bim ev kitêba Mistefa Aydogan ya pêşî ye. Wek min berê jî got heger hebe jî haya min jê tuneye.
Bi vê kitêbê Mistefa Aydogan valahiyeke mezin dagirt, rêbereke rastnivîsê da ber destê hemû nivîskarên kurd.
Ji bo prensîb û qaîdeyên kurmancî hebin ev berhema Mistefa Aydogan ewê alîkariyeke baş bide her kesî.
Ji bo kurmancî bibe zimanekî bi rêk û pêk û rê li ber şaşîyan werin girtin rêbera rastnivîsê(rêbera îmlayê) şert e.
Mistefa Aydogan di Rêbera Rastnivîsînê da ji “A” bigre heta bi “Z”, li ser hemû mewzû û pirsên, gelşên rastnivîsê sekeniyîye, numûne daye, şirove kiriye û bersîva rast pêşniyar kiriye.
Ji bo nivîsek rast û bêqusûr were nivîsin li ser hemû şert û qaîdeyên rastnivîsê yek bi yek sekinîye û qaîdeyek pêşniyar kiriye. Û gotiye çima ew qaîde rast e.
Ji alfabeyê bigre heta bi herfgotinê, yanî meriv herfan çawa bi dibêje, di her warî da numûne daye û dibê meriv çawa binivîse pêşniyar kiriye.
Çend numûne ji sernivîsên mijaran:
Kitekirin, yanî gotin çawa perçe dibe.
Navên hemû bajarên her çar perçeyên Kurdistanê û navên hemû qezayên Kurdistana Bakur.
Navên hemû welat û paytextan û kurtkirina navên welatan. Navê pereyên wan.
Navên gel û zimanan.
Navên roj, meh û demsalan.
Navên aliyan
Navên biyanî, rastnivîsa bêjeyên biyanî. Yanî gotinên biyanî dibê çawa werin nivîsîn.
Di kurmancî da herfên biçûk û mezin. Bikaranîna herfên mezin. Navên gel, milet, ziman û lehçeyan dibê çawa werin nivîsîn?
Wek tê zanîn bi tirkî navê gel û zimanan bi herfa mezin dinivîsin. Lê di Rêbera Rastnivîsê da heger ne destpêka cumleyê be herfa biçûk hatiye pêşniyarkirin. Ji ber ku navên gel û netewe û zimanan hevnav in, lema jî dibê bi herfên biçûk werin nivîsîn. Yanî “kurd, tirk, ereb, faris, alman, swêdî” di nava cumleyê da cdibê ne bi herfa mezin, bi herfa biçûk were nivîsîn.
Kurtkirinan gotina. Gotin çawa tê kurkirin.
Tewang. Tewanga navdêrên nêr yên yekjimar. Tewanga navdêrên mê yên yekjimar. Û tewanga herdu zayendan yên pirjimar.
Di vî beşî da qala hemû şiklên tewanga di kurmancî da hene hatiye kirin û numûne hatine dayin û tewanga bi “î” hatiye pêşniyarkirin.
Tê gotin dibê di kurmancî da hemû navdêr werin tewandin û dibê navdêrên nêr bi “î” û yên mê jî bi “ê” û navdêrên herdu zayendan(cinsan)jî “an” be.
Di warê tewanga mê û pirjimariyê da gelş tuneye, gelş di tewanga nêr da ye. Ez bi xwe tewanga bi “î” rast nabînim û bi kar jî naynim. Bi baweriya min di kurmancî da ne şert e meriv hemû navdêrên nêr bitewîne. Di hin deran da tewang hîn şert e lê di piraniyê da tewang ne şert e û di haletê şert da jî dibê meriv ne bi “î”, bi “ê” bitewîne.
Mesela, ji dêlî meriv bibêje:
“Ez Welatî dibînim.”
“Ez bajarî dibînim.”
“Ez Osmanî dibînim.”
“Ez ji çemî derbas bûm.”
“Ez Şêrkoyî dibînim.”
“Ez derîyî vedikim.”
“Ez xanîyî ava dikim”
Merivkane bibêje:
“Ez Welêt dibînim.” Yajî bêyî tewang, ez Welat dibînim.
Ez bajêr dibînim.
Ez Osmên dibînim.” Ya jî ez Osman dibînim.
“Ez di çêm ra derbas bûm.” Ya jî di çem ra derbas bûm.
“Ez Şêrko dibînim.”
“Ez dêrî vedikim.” Ya jî ez derî vedikim.
“Ez xênî ava dikim.” Ya jî ez xanî ava dikim.
Wek tê dîtin di hemû numûneyan da tewang ne şert e, di hinekan da tewang wenda bûye. Meriv netewîne jî dibe û xweştir e.
Lê tewanga bi "î" qet nexweş e û meriv ji xwendinê sar dike...
Lema jî di Rêbera Rastnivîsê da çend tiştên ez rast nabînim û ne pê ra me hene, lê beşê herî bêtir ez ne pê ra me ev mesela tewangê ye.
Tewanga bi “î” piraniya kurmancan ji zûda ye dev jê berdaye ne mimkûn e tu kes, tu rêber bikanibe wê paşda bi kurdan bide qebûlkirin.
Tewanga bi “î” israreke zorakî ye û formeke mirî ye û kes nikane vê forma mirî  paş da bîne û bi kurdan bide qebûlkirin.
Di zimanan da hin form dimrin. Çawa mirî ji goran ranabin, tewanga piraniya civatê dev jê berdae jî mirî ye. Israra di vî warî da bêfeyde ye…
Yanî ev şiklê tewangê ne tê da, Rêbera Rastnivîsê xebateke pir hêja ye. Ez li ser navê xwe ji bo vê ked û xebata hêja, spasî Mistefa Aydogan dikim, dibêjim hezar carî mala te ava be.
Wek min li jor jî got, di Rêbera Rastnivêsê da di her warê rastnivîsandinê da qaîdeyeke hatiye pêşniyarkirin û her wisa hatiye gotin ji bo çi ew hawê nivîsînê rast e, ji bo çi dibê meriv ne wiha, lê wiha binivîsîne.
Bi kurtî Rêbera Rastnivîsê dibê li ber destê her kurdî, her nivîskarê kurmanc hebe. Hebûna wê, xwendina wê ewê him karê her nivîskarê kurd hêsantir bike û him jî feydeyeke mezin bigihîne standartbûna nivîsîna kurmancî.





14 december 2017

Xwedê kir Qudis ne di destê filistîniyan da ye

48 welatên endamê Teşkîlata Îslamî ya Hevkariyê di civîna xwe ya Stenbolê da Urşelîm(Qudis)paytexta filistîniyan îlan kirin.
Xwedê kir Urşelîm ne di destê filistîniyan da ye.
Xwedê kir Urşelîm paytexta Îsraîl e.
Xwedêneke heger Urşelîm(Qudis) têkeve destê filistîniyan di nava 10 salan da ewê wêran bikin, bikin geto, Ewê bikin Xeza, bikin Reqa. Herin Xezayê, herin bajarên filistîniyan, herin Urşelîma Rojhilat û Rojava hûnê ferqa cihûyan û filistîniyan bibînin.
Miletekî ji medenîyetê bêpar, bêtolerans, barbar nikane bajarekî bike bajarê kultur û medeniyetan.
Dibê musilman jî dua bikin Urşelîm(Qudis) di destê Îsraîl da ye.


XXX
Li Xurmatoyê faşîstên tirk û tirkmen li hemberî kurdan qetlîameke mezin dimeşînin. Ala MHPê bi ser xaniyên kurdan ve dikin. Malên kurdan dişewitînin. Xurmato ji kurdan vala dikin. Û kurd jî li vê jenosîda Îraqê û qatilên Tirkiyê temaşe dikin.
Hûn têkevin binê erdê.
Hukûmet, partî hûn bi qurbana vî miletî bin. Hûn yek jî ne layiqî vî miletî ne.
Xelk gelê we qir dike, hûn wexta xwe bi leqeleqa vala derbas dikin.
Herin hawara gelê xwe, hûn çi sekinîne?
Miheqeq tiliya Tirkiyê tê da ye. Yên alên MHPê bi ser malên kurdan ve dikin ya tirk in, çeteyên Tirkiyê ne.
Ma pêşmerge ji bo çi ye?
Dibê pêşmerge îşev herin Xurmato hawara kurdan.

Tu zorba nikane hebûna Kurdistanê tune bike

Berdevkê HDPê û parlamenterê Rihayê Osman Baydamîr, îro li meclîsa Tirkiyê di axaftina xwe da got, ”ez kurd im, ez ewladekî gelê kurd im û kurdistanî me, parlamenterekî ji Kurdistanê me…”
Li ser van gotinên Baydemîr, Wekîla Serokê Parlamentoya Tirkiyê Ayşenur Bahçekapili aciz bû û ji Baydemir pirsî:
“Kurdistan li ku ye?”
Osman Baydemir jî destê xwe danî ser dilê xwe û got:
“Kurdistan ev der e !”
Hin kes vê bersîva Baydemîr kêm dibînin, li gorî wan dibê Baydemîr bersîveke xweştir bida, dibê qala coxrafya Kurdistanê bikira…
Helbet bersîv kanîbû bi gelek hawî were dayin. Helbet bersîveke ji vê bersîva xweştir heye.
Ez ne bi hemû axaftina Baydemîr ra me û gelek gotinên wî yên di wê axaftinê da rast nabînim.
Lê bi baweriya min gotina Baydemîr ”ez ji Kurdistanê me, ez parlamenterekî Kurdistanê me” bersîveke dîsa jî hêjayî pesin û teqdîrê ye.
Û bersîva wî ne mikemel be jî, lê ne xerab e jî.
Kesê bibêje ”ez parlamenterekî ji Kurdistanê me”, kanîbû bersîveke din ya hîn xweştir jî bida, lê wê gavê ew bersîv hat bîra wî û ew got.
Û gotina ”Kurdistan di dilê min da ye” bersîveke abstrakt be jî bersîveke mêrane û xweş e.
Kurdistan him di dilê me hemû kurdan da ye û him jî heqîqeteke. Tu zorba nikane ne Kurdistanê ji dil miletê kurd derxe û ne jî hebûna wê tube bike...
Ez Osman Baydemîr ji bo van gotinên wî pîroz dikim…

13 december 2017

Bi dostekî ra sohbeteke li ser nivîsîna bi tirkî


Zinarê Xamo  Merheba Abdulkadir !*
Ji zû da ye nivîsên te yên bi tirkî bala min dikşîne û dixwazim li ser vê hezkirina te ya ji tirkî fikrê xwe, çend gotinan bibêjim.
Lê min tim texîr kir.
Min tim got belkî ev nivîs ewê ya dawî be.
Lê belê her ku çû nivîsên te yên bi tirkî zêde û yên bi kurdî kêm bûn.
Ez fêm nakim ev hezkirin û bengîniya te ya ji tirkî ji ku tê û sebebê wê çi ye?
Min qet bawer nedikir tu yek nivîsê jî bi tirkî binivîsînî. Çimkî min li ba te tu bingeheke wê nedidît.
Tu ne merivekî bajarî ye, tu merivekî gundî yî. Û tirkiya te jî ya Wêranşarê ye.
Yanî tu li Stenbolê û di nava tirkan da mezin nebûye. Tu li gundekî Wêranşarê û di nava civateke tirkînezan da mezin bûye.
Dê û bavê te kurd in û tim bi te ra bi kurdî peyivîne. Tu bi malbata xwe ra, bi kesên ji ber û eşîra xwe ra tu carî bi tirkî nepeyivîye.
Lê tu dîsa jî wek yekî asîmîle bûbe, wek yekî kurdiya wî zeîf be bi tirkî dinivîsînî.
Tu wek hin bajariyan asîmîle nebûye. Di malbata te da tirkî tuneye.
Kurdiya te ya nivîskî ji tirkiya te(belkî haya te jê tuneye) pir û pir baştir e.
Lê dîsa jî dilê te bi tirkî ra ye.
Dîsa jî bala te zêde li ser tirkî û dinya tirkî ya magazîn e.
Tu mamosteyê kurdî yî, bi roj heta êvarî tu dersa kurmancî didî zarokên kurd, tu ji wan ra dibêjî zimanê xwe fêr bibin, bi zimanê xwe bipeyivin û binivîsin.
Lê çaxa tu diherî mal ev şîretên te li mektebê li zarokan kiriye tu ji bîr dikî û tu dest bi nivîsînî tirkî dikî.
Yanî tiştê bi roj, li mektebê tu ji zarokan ra dibêjî, tu bi xwe bi cî naynî.
Wê demê dilê te ne bi kurdî ra, bi tikî ra ye, tu ne ji dil, ji mecbûrî mamsotetîya kurdî dikî.
Nivîsa kar ya mecbûrî ne tê da, nivîsîn hezkirin e, meriv ji zimanekî hez neke bi wî zimanî nanivîsîne.
Tu li malê, di wexra xwe ya vala da bi tirkî dinivîsînî, çimkî tu ji tirkî hez dikî.
Dêmek hezkirina te ya ji tirkî gelkî di ser kurdî ra ye.
Di malpera te da piraniyeke mezin ya nîvîsên te bi tirkî ne.
Tu mamosteyê kurdî yî, lê bal û meyla te li ser tirkî ye, pirnaiya nivîsên te bi tirkîne?
Baş e heger tu bi kurdî nivîsînî û ji telebeyên xwe ra nebî numûne, kê bi kurdî binivîse?
Gelo telebeyên te di heqê te da çi difikirin?
Ez bi xwe meraq dikim.
Ez telebeyê te bûma minê tu rexne bikira û sebebê nivîsîna te ya tirkî ji te bipirsiya.
Tu wek bavekî kurd û him jî mamosteyekî kurd, çawa kanî bi zimanekî binivîsînî zarokên te jê fêm nekin?
Min qet bawer nedikir tu hewqasî ji tirkî hez bikî. Di serê min da Evsilqadirekî din hebû.
Ji xwe sebebê vê nivîsa min, vê rexneya min jî ew hêvîya ji te bû. Min qet bawer nedikir ezê her roj nivîsên te yên bi tirkî bibînim. Min qet bawer nedikir tu yê ji tirkî hewqasî hez bikî.
Lê mixabin te ez xeyalşikestî kirim…
Bi vê nivîsê min xwest vê yekê ji te ra bibêjim…
Lê helbet her kes di tercîha xwe da azad e, tu ne mecbûrî wek min bifikirî û dev ji tirkî berdî...
*Evdilqadir Ulumaskan


Abdulkadir Ulumaskan  „Ez û evîndariya zimanê tirkî“

Merheba kekê Zinar, ji bona zahmetê nivîsandin, dîtin û rexneyên te ez gelekî spas dikim.
Helbet, ez dîtinên te giranbuha dibînim û bi rêz pêşwazî dikim. Bêguman gelek dîtin di cihê xwe de ne. Lê hin tiştên ne zêde rast jî hene. Ez dixwazim hinekî qala wan jî bikim. Her çawa be, te zahmet kiriye û hin dîtin û rexneyên xwe diyar kirine, divê ez jî hinek tiştan baştir zelal bikim.
Bawer dikim ji ber em zêde ji hev ne haydar in, hin agahiyên şaş an jî kêm hene. Ji bo te li ser agahiyên kêm hinek şîrove kirine di hin deran de şaşitî jî an zêdekirin heye.
Ez dixwazim jidil bibêjim, mabesta min ne ku ez bersîva te bidim, xwe biparêzim û rexneyên te ên hêja pûç bikim. Ji ber ku te girîng dîtiye û zahmet daye xwe, ez jî di dixwazim di hin mijaran de te hinekî b1êtir agahdar bikim.
Kekê Zinar, ez nizanim ez çiqas dikarim baş bi tirkî binivîsim lê tu bawer be ku tu derdekî min ê waha jî tuneye. Te ez wek „evîdarekî tirkî“ dîtime, lê bi rastî jî ev ne rast e. Heta nuha li ser „evîndariya tirkî“ min bi kurdî gelek nivîs jî nivîsandine û ev mijar bi dijwarî rexne kiriye.
Belê wek te jî kerem kiriye û gotiye, ez gundî me û di nava malbat û derdorê de hemû têkiliyên bi kurdî bûn û nuha dîsa hîn jî bi kurdî ne. Ji 13-14 saliya xwe de bi bandora rehmetî Aslan ez her dem di nava kurdîtiyê de mezin bûm. Ev 20 salên dawîn jî min dîsa gelek xebatên zimanê kurdî yên nivîskî kirine û hîn jî dikim.
Yanî wek tu dibêje jiyana min ne „bêyî dersê û mamostetiyê“ di derî dersê de jî bi kurdî berdewam dike. Armanca min ne tenê ez wek mamosteyekî kar bikim. Tu bawer bike û hevalên mamoste û ên din li vir jî şahidin û baş dizanin, xebatên min ên li ser zimanê kurdî ji mamostetiyê gelekî zêdetir e.
Heta nuha min 16 pirtûk bi kurdî û li ser zimanê kurdî nivîsandine. Yek pirtûkek min bi tirkî tuneye. Lê ji bona çend nivîsên tirkî tu min bike „evîndarê tirkî“ ez bawer dikim ev hinekî dibe kêmûcdanî.
Kekê hêja û birûmet, Zinar, ez bawer nakim me tu kesî sond xwaribe ku em ê tu car bi tirkî nepeyivim û nenivîsin. Bawer dikim nivîsên te jî bi tirkî hene. Ne tenê bawer dikim dizanim jî hene. Ez bi almanî û tu jî bi swêdi dipeyivin û dinivîsin.
Îcar em bên ser nîvîsên min ê bî tirkî, wek te jî dîtiyê ez bêtir bi tirkî ji ên bi tirkî dizanin û dixwînim re kerba dilê xwe dikim der û bêtir jî xeberan didim. Divê ev jî nebe gunehkarî.
Di dawiyê de careke din ji bona rexneyê te gelek spas û bêyî „evîdariya tirkî“ hemû rexneyên te wek helwest ser seran û çavan qebûl dikim.
Gelek silav û rêz
Birayê te ê biçûk Evilqadir 
* Bila dilê te rehet bibe, min navê xwe jî ne bi tirkî bi kurdî nivîsand. (Ne Abdulkadir, Evilqadir)

Zinarê Xamo Evdilqadir gelek spas ji bo bersîva te ya dostane. Min fikrê xwe got, te fikrê xwe got. Ev bersîva te besî min e, ez gelkî memnûn bûm. Lema jî ne hewceye em dirêj bikin.
Min di blog, Facebook û twîtta xwe da tu carî bi tirkî nenivîsî ye.
Bi hêviya dilê te ji min nemaye. Rexneya min ji ber hêvî û hezkirina ji te ye.
Têm çavên zarokan û bimîne di xêr û xweşiyê da.
Ji ber di malpera te ya facê da navê te “Abdulkadir” e lema min jî wer nivîsî…


Bi gulekê baihar nayê

Hin heval ji ber ku îro bîstekê meşiyane pesnê xwe didin, dibêjin efendim ez saetekê meşiyam û nizanim min çiqasî jî ajnê kir, "xwe wek perikekî qazê sivik his dike", filan û bîvan…
Ezbenî bi gulekê bihar nayê.
Zinarê Xamo ajnê ne tê da, lê herçî ger e, meş e ne rojekê tenê, her roj dike. Roja ez saet û nîvekê negerim tuneye...
Berf be, tozan be, bager û bahoz be, talîzok be, baran be ferq nake, ez her roj li dora saet û nîvekkê ger û piyasa xwe ya rojane miheqeq dikim.
Min felsefa swêdiyan ji xwe kiriye rêber, swêdî dibêjin ”hewa xerab tuneye, tenê kincên xerab hene.”
Yanî dinya çawa be jî ew kûçikên xwe derdixin û gera xwe dikin.
Ez nuh ji gerê hatim.
Ez tam saet û 40 deqeyî meşiyam.
Min xwîdan da.
Çer hatim mal min çû serê xwe şuşt û dû ra jî qahweyeke KURDÎ çêkir.
Piştî meşê tahm û lezeta qahwa kurdî pir xweş e…
Berfê her der spî boz kiriye.
Çar derece di binê sifirê ra sar e, erd bûye bizmar, meriv nikane gava xwe bavêje.
Lê mala ”gawiran” ava be ji bo meriv neşemite lasîkeke bi bizmar çêkirine, meriv dike sola xwe û pê rehet dimeşe.
Heger ne ew be di rojên wiha da ez nikanim derkevim der.
Xort ne tê da, lê her swêdiyek çend modelên ”broddarên” wî/wê hene.
Bi swêdî navê wê ”broddar” e û bi îngilîzî jê ra dibêjin ” Springyard.
Hevalên zimanzan dibê bi kurmancî jî navekî jê ra bibînin.
Belkî jî li Hekariyê, li Agiriyê û li Betlîsê navekî wê hebe jî.


Hesabê mal û bajêr ewê li hev dernekeve

Bi qinyata min topkirina Teşkîlata Îslamî ya Hevkariyê(TÎH)û axaftina Erdogan ya di civînê da ji karê bêtir ewê zirarê bide Erdogan û ewê umrê seltenata wî kintir bike.
Bi tiştên wiha Erdogan dixwaze ser mijara Rezza Zerrab bigre û di nava ereban da ji xwe ra piştê çê ke.
Lê ez dibêjim netîce ewê belovacî wê bibe.
Bi însîyatîfên wiha, bi dijminatiya Îsraîl û Amerîkayê Erdogan ji karê bêtir ewê zirarê bibîne.
Em nemrin emê bibînin.
Di gelşa Urşelîmê-Qudisê da Erdogan careke din nîşanî Amerîka û Îsraîl da ew bi qasî Haniye neyarê Îsraîl û Amerîkayê ye.

Ji ereban, ji dewletên hatina civînê tu tişt sadir nabe. Suûdî wezîrek jî neşandiye, mamûrekî wezîr şandiye.
Heta nuha di mahkima Zerrab da navê wî zêde tevî bûyerê nebû, Zerrab navê wî tevê nekir.
Lê wer xuya ye ji nuha û pê da, piştî îfada wekîlê qumsêr Huseyîn Korkmaz, mesele ewê firehtir bibe. Belkî hin şahidên din jî li dozê zêde bibin û Erdogan bêtir têkeve devê topê. Çimkî Huseyîn Korkmaz gotiye merivê yekê Erdogan e.
Ev yek li derve îtîbara wî dixîne û neyartiya Îsraîl û Amerîkayê jî dijminên wî zêde dike…
Li hemberî vê însîyatîfa Erdogan, Îsraîl jî ewê vela nesekine…

Dibê em xwedî xeyal bin

Bê xeyal
jiyan vala ye heval...
Gerek em kurd,
bi çûk mezin,
kal û pîr
zengîn û feqîr
hemû xwedî xeyal bin
xeyalên dûr,
xeyalên nêzik
xeyalên mezin,
xeyalên biçûk
xeyalên azadiyê
xeyalên rizgariyê
dibê tim di serê me da be
Jiyan xeyal e birayê delal,
xeyal tunebe jiyan vik û vala ye
bindestî ebedî ye
Hemû xeyal destpêkê nemimkûn xuya ne
lê heger ezm û bawerî hebe
xeyala bi rast negere tuneye
dilê bêxeyal dilekî mirî ye
”berê xeyal dimre, dû ra însan.”
ji bo em nemrin
ji bo em bibînin rojên xweş
gerek em serapê bi hêvî bin
û serê me mişt be ji xeyalên geş
rizgarî,
azadî xweş e
lê jê ra xeyal û xebat lazim e




12 december 2017

Hec li kurdan nakeve


Miletê bindest wek merivê kole ye, hec li koleyan nakeve
Ji ber ambargoya Bexdayê kurdên başûr îsal ewê nikanibin herin Hecê
Ji ber Îraq destûrê nade seferên balafiran yên Başûrê Kurdistanê, lema jî kurd ewê îsal nikanibin herin Hecê û Umreyê.
Yanî çûna kurdan a Hecê girêdayî destûra Ebadî ye.
Kurdê bindest û perîşan, kurdê bêdewlet, bênasname, bêpasaport, bêbalafir. Dixwaze here hecê…
Kurdê ancax bi destûra welateke din kane ji welatê xwe derkeve, dixwaze here Hecê...
Kurdê perê di bêrîka wî da perê dewleteke din e, dixwaze here Hecê…
Kurdê welatê wî ji alî erebên Îraqê ve hatiye dagirkirin, dixwaze bibe hecî…
A ev kurd dixwazin ji gewriya zarokên xwe qut bikin û here Hecê, çend qurişên kom kirine herin bidin ereban…
Li Kurdistanê bi hezaran feqîr û bêkar hene.
Ev çend meh in bi hezaran mamoste, mamûr û pêşmerge bêmeaş in, bêmûçe ne. Hukûmet nikane meaşê mamûr û karkirên xwe bide.
Lê ji welatekî wiha perîşan û belengaz dîsa jî li dora 80-100 hezar kurdî dixwazin herin Hecê…
Bi dîtina min hec li kurdan nakeve.
Miletekî bindest, hewqasî feqîr û belengaz ne rast e here Hecê.
Heca me welatê me ye, bajar û gundên me ye. Alîkariya bi sêwî û feqîrên kurd ra ye…
Yên dixwazin herin Hecê, bira perê xwe bidin xizan û hejarên kurd.
Li Kurdistanê bi hezaran sêwî hene, bira bidin wan.
Bira bidin kurdên Kirmanşanê û yên herêmên erdhejê(bûmelerzê, zelzeleyê).
Bi hezaran kurd di vê sar û sermêyê da hîn li çolan in. Alîkariya bi van kurdan ra heca herî mezin e.
Bira perê Heca xwe bidin kurdên Şengalê, kurdên hîn li vir û li wir kamp û çadiran da ne.
Alîkariya bi van kurdan ra û bi zarokên wan ra heca herî mezin e.
Dibê alimekî kurd rabe û di vî warî da fetwayekê bide, bibêje Hec li kurdan nakeve.
Alîkariya bi kurdên Kirmanşanê ra, alîkariya bi kurdên li Başûr û li Bakur di kampan da ne bi qasî çûna Hecê sewab e, xêr e…
Kurdê aqilê wî hebe, kurdêî ûjdanê wî hebe naçe Hecê û perê xwe nade erebên neyarên qewmê xwe, ewê bide feqîr û fuqerayên xwe…
Sala borî ji Kurdistana başûr li dora 85 hezar kesan çûne Hecê. Heger Ebadî destûrê bide Îsal jî ewê hewqas kes herin perê xwe bidin ereban…
Miletê bindest wek merivê kole ye, hec li koleyan nakeve

XXX

Qasim Sulêmanî gotiye "ew hazir in Qudisê biparêzin."
Xwezî we tiştekî wiha bikira, hûn biçûyana hawara filistîniyan.
Lê Îsraîl ne kurd in, ewê devê we biçirîne.
Hûn jî viya baş zanin.
Heger we biwêribiya, heger çavê we û dewletên musliman Îsraîl bibiriya we ji zû da êrîş kiribû.
Lê hûn jî û 23 dewletên Ereb jî hûn newrînin herin ser Îsraîl.
Heta nuha we sê caraan teşebus kir lê hersê caran jî hûn poşman bûn.
Pêlewanê virek ji têkçûnê têrnabe....
Îsraîl wa ye li wir e, heger hûn mêr in, hegr hûn viran nakin herin...
Lê hûn tenê xurtê kurdên bêpişt û bêdewlet in...

Min fêm nekir ev japon çima wiha ne?

Ev 3-4 sal in li Japonyayê li ser rişwet, bertîlxurî, sextekarî û diziya hin siyasetmedar û brokratan gelek belge, delîl, kasêt û axaftinê telefonan eşkere bûn, di vî warî da gelek îdîayên cidî hatin kirin.
Hin kes bi milyaran bi perê rişwetê ra cirmeşût hatin girtin.
Bi milyona dolar di qutîkên solan da hatin girtin.
Lê belê ev însan hîn jî li der ve ne û hîn jî li ser hukim in, hîn jî îktîdar in.
Heta her ku sextekekarî û bertîlxuriyeke nuh eşekere dibe rayên diz û bertîlxuran zêdetir dibin.
Çawa kane wiha bibe?
Ev japon çi milet e?
Meriv fêm nake…
Piştî hewqas belge û delîl hukûmet çawa kane hîn jî li ser hukim bimîne û di ser da rayên xwe jî zêde bike?
Wer xuya ye ev japon ji dizan û bertîlxuran hez dikin..
Ji bo meriv bizanibe miletê japon çima hewqasî ji dizan hez dike dibê li ser vê meselê lêkolîn were kirin…
Vildan Saim Tanrikulu Tu teqawid bûyî û dixwazî dinya tev bi carek serrast bikî!.. 

Vildan Saim Tanrikulu Ma çi bi te ji Japonan û Japonya? 

Zinarê Xamo Vîldan, birayê ezîz, ez dixwazim bizanibim ev japon çima ji dizan û bertîlxuran hez dikin? Yê min jî meraq e...

Vildan Saim Tanrikulu Ka eger tu hîn bibî em jî dikarin ji xwe re parek jê derxin! Qewet be!

Zinarê Xamo Ezê bi dû kevim, min taqîp bike.

Ez çi bikim, ji qahra min rabû bela xwe di japonên feqîr da...
Tu zanî japon bêzirar in..
Mihemed Ferat Ew der ne tirkî be? 

Selami Doğan Tevmede ewê bîn jê bê bîhna wê dê me kotî ke, jê begere Mamê Zinarê Xamo dizane qala kê dike 

Zinarê Xamo Tobe tobe !
Li Tirkiyê qetîyen tiştên wiha nabe!
Kî bibêje li Tirkiyê siyasetmedar sextekariyê dikin û rişwetê digrin ewê devî wî xwar bibe...
Û heger yekî xwenezan tiştekî wiha bike jî miletê tirk ewê tavilê rabe ser nigan û diz û bertîxuran ji ser kursyên wan daxîne.
Tirkiye welatekî demokratîk e û miletê tirk jî miletekî esîl û mezin e, tu carî dizî, sextekarî û rişwetên hewqasî mezin qebûl nake.
Li Tirkiyê berî her tiştî EDALET heye, huqûq heye, ewê dizan û bertîxuran ceza bike.
Lema jî kî bibêje ew der Tirkiye ye buhtanan li Tirkiyê dike...
Dizî û sextekariyên wiha ancax li welatên wek Japonyayê, li welatên mûz û qebîleyan, eşîran bibe...
Zinarê Xamo Erê erê rehet rakeve, fena tu li Swêd û Îswîçreyê yî rehet, bêtirs û bêxem rakeve...
Tirkiye do jî kela demokrasiyê û îro jî wisaye...

Bedel Encu Ji bo fehmkirina binhişê japonan em ji xwe kurdan destpê bikin, dê rewş zelaltir û hêsantir bibe 

Zinarê Xamo Bedel, ew hişê me yê em ji xwe fêm bikin tuneye, mixabin nuha em ji wî hişî(aqilî)bêpar

Bedel Encu IQ'ya japonan bi rastî jî zêde ye. Çawa neteweyek wiha pêşketî bi vî rengî şaştiyan dike, gelek ecêb e.

Zinarê Xamo Erê ji xwe îronî jî di wir da ye ...


XXX
Erdogan ji Îsraîl ra gotiye ”dewleta terorê” û dû ra jî neqarata xwe ya ”Ey !” dubare kiriye, gotiye:
”Ey Îsraîl ! Di mazîya vî miletî da tu carî jenosîd tuneye., Qirkirinên etnîkî, qetlîam, zulm, îşkence tuneye. Di mazîya vê dewletê da îşxal û talan tuneye…”
Biravo !
Dibê serokek wiha cesûr be !
Ez bawer nakim bêyî Erdogan siyasetmedarekî din biwêribe gotineke wiha bike...
Ji bo kirina gotineke wiha dibê meriv ji bin da bêûjdan, bêheya û mîtoman be…


11 december 2017

Wey maşala, Suûdî sîneme serbest kir !

Şoreşeke mezin, li Erebîstana Suûdî yasaxa li ser sînemayê radibe !
Heta nuha, yanî di sedsala 21ê da li Erebîstana Suûdî sînema tunebûye.
Li gorî medyaya dinyayê dinivîsîne îdareya Suûdî biryar daye di meha adara 2018a da ewê destûrê bide sînema vebin.
Xelk dixebite li asîmanan bi cî bibin, turîstan bibin stêrikan, ereb hîn nuh destûrê didin sînemayê
Çiqas rast e nizanim, lê li gorî medya dinivîsîne di nabêna 1918 û 1970 î da li Suûdî sînema hebûye, lê di 1970î da yasax kirine. Û ev 47 sal in erebekî suûdî neçûye sînemayê, li saloneke sînemayê li fîlmekî temaşe nekiriye.
Û em jî dibêjin ev ereb çima hewqasî hov û wahş in, çima hewqasî ji însaniyetê û medînîyetê dûr û bêpar in.
Merivê, siyasetmedarê di jiyana xwe da sînemayê, tiyatroyê, operayê, balayê nebîne, li senfonîyekê guhdarî neke, li orkestrayekê temaşe neke ewê çi jê sadir bibe û çawa bibe însanekî medenî û bi kultur…
Ji bo ku ereb bibin însan û dev ji îdeolojî û kultura xwe ya neînsanî û hov berdin ji wan ra herî kêm hîn sed salên din lazim e.

XXX
Tirk îro tekmîl li bende Pûtîn bûn, lê Pûtîn kêfa wan di qirika wan da hîşt û berê çû ziyareta Beşar Esed.
Rebenan şeqizîn, gotin ev ji ku derket?
Pûtînê li ser daxwaza Erdogan ewê îro biçûya Tirkiyê, Tikriye şeqizand û berî here Tirkiyê çû Sûriyê û bi Esed ra rûnişt û leşkerên xwe yên li wir ziyaret kir.
Li gorî medyaya tirk dinivîse Pûtîn ewê danê êvarê here Tirkiyê û li Anqerê li derdê Erdogan guhdarî bike.
Erdogan van rojan ji Trump pir bi gazin e, dixwaze florta xwe bi Pûtîn ra hinekî din pêş da bibe û li hemberî Amerîkay, Îsraîl şû Ewrûpayê jê ra ibe pişt…
Tirkiye bûye Eyşika hevdil, rojê dilekî, rojê yarekî digre. Lê bi yekî ra nadomîne, zû jê dixeyide.
Ji dildaran şertekî Erdogan heye, gerek şerê kurdan bike, gerek soza qirkirina kurdan bidê. Heta heger mimkûn be kurdan bi tevayî mehû bike û dinyayê ji wan paqij bike…
Erdogan ji bo Pûtîn îqna bike pir li ber Pûtîn digere, cîlwe û dîlbaziyên dinyayê dike, lê heta nuha jî Pûtîn soza qirkirina kurdên rojava nedaye Erdogan.
Hela ka em binêrin di vê hevdîtina şabûna kin da Pûtîn ewê çi sozê bide Erdogan…


Sirgûn


Li vê dinyayê yê dilbikul
yê bi derd û keder ne tu neyê yî,
derd cihê bin jî hevalên te pir in
hinek mecnûn û dilbikulê evînê
hinek jî dihelin wek mûmê ji derdê sirgûnê
her rêwîtî ne rêwîtiyeke ji dil e
car heye bi vegere
car heye bêvegere
bêrîkirin kerasekî ji êgir e
her beden wê ranagire
bêwelatî,
bindestî zor e,
sirgûn derdekî giran e,
birîneke bêdeman e
tu dilê rezîl surgûnê/mişextiyê nahebîne
tu li pişt Çiyayê Qaf be jî
evîna te di dilê min da dijî
ya muhîm tu navê min ji deftera xwe sîl nekî


XXX

Îro Stockholm sar e, -2 derece ye. Berfê erd spîboz kiriye.
Li hewşê vîçevça beytikan e, dikevin binê asraxên xênî(bin ban, çatuyê)û derdikven.
Diyar e wan jî sar e.
Hawirdor bêdeng e.
Kes li der tuneye, ne çûn û ne jî hatin heye.
Maleke meriv ya germ hebe serma û berf xweş e.
Ji berfê hez dikim.
Zivistan demsaleke xweş e, meriv mecbûrî hin tedbîran dike.
Berf paqijî ye, xwezî her dil jî wek berfê spî û paqij bûya
Her cara sibê radibim û dibînim berf bariye, zaroktiya min tê bîra min. Gava em sibehan radibûn û me didît berfê hewş kîp kiriye û gerek em rabin rê vekin, yek here ser xênî berfê bavêje…
Wek xewn û xeyalekê be jî axirê bibîranîn xweş e,
meriv diçe zaroktiya xwe û hestên wan rojan ji nuh ve dijî…

10 december 2017

Gava hin însanan nas dikim ji kûçikan bêtir hez dikim


Gotineke Jack London ya pir manîdar heye, gotiye, ”kûçikê ji bo parastina goştê xwe şer neke, pênc pera nake.”
Însanê bibe hevalên neyarê xwe û bindestiyê qebûl bike, însanê ji bo azadiya xwe û serxwebûna welatê xwe şer neke ji kûçikê pênc pera nake jî xerabtir e.
Di nava hemû heywanan da heywanê herî sadiq, herî bi bext kûçik e, lê însên dîsa jî ew kiriye sembola pîsî û nebaşiyê.
Gava hin însanan nas dikim ji kûçikatn bêtir hez dikim.
Çend gotinên meşhûr li ser kûçikan
Kûçik gem neke, ewê bibêje belkî ew hesp e.
Kûçik deriyê nan didê nas dike.
Derya bi dewê kûçika, heram nabe.
Kûçikê me ye li ber deriyê xelkê direye
Kûçik ranahîje xwediyê xwe
Kerîyê bêkûçik gur vêdikve,
Kûçikê bigere, zû dereng ewê hestiyekî bibîne
Mirina kûçik jî bi kûçiktî ye.
Kûçik bi alastinê birîna xwe rehet dike.
Kûçikê fêrî hestiyan bibe ji ber deriyê qesêb naqete.
Behr, bi dewê kûçika, heram nabe.
Heger tu yê bi guran ra bidî û bistînî, kûçik ji xwe neqetîne
Mal bê nan, gund bê kûçik nabe.
Gava hin însanan nas dikim ji kûçikatn bêtir hez dikim.


Bêhêvî mebe

Jiyan(heyat) carna meriv diwestîne,
carnan zindî dike,
carnan bêbiryar û carnan jî biryardar.
Bêbextê, bêwefayê geh rast lê dixe, geh çep lê dixe.
Geh dikenîne
geh wek zarokekî digirîne.
Geh hundurê meriv dike çewalekî vala.
Geh dilê meriv dike derya hêvî û xeyala
Teslîmîyet û liberxwedan li ber hev didin.
Geh mirin zora jiyanê dibe,
geh jiyan zora mirinê.
Ji me hinek bi rik û bi bawerî bi jiyanê ra micadele dikin
û hinek jî di nîvê rê da dev ji liberxwedanê berdidin
Lê ciyê me tu carî vala namîne.
Dawiya her şevê tim berbang lê dide.
Zor û zahmetî pir in.
Lê ev e qanûna dinyayê
jiyan û mirin
şîn û şahî
şev û roj
tarî û ronahî
bi hev ra hene,
bê hev nabin.
Ev dinya ne ya xweşî û dilgeşiyê tenê ye
gerek ew jî hebin
Ya muhîm û rast hêvî û liberxwedan e
ji bo wê ye kurd keleş di dest da li serê çiya ne.

XXX
Îro bajarê Çewligê(Bîngol, Çebeqçûr)bi çûk û mezian ve, bi jin û mêran ve ji bo filistîniyan rabûne ser nigan, kes di mala xwe da nemaye.
Koleyên tirk, ereb û farisan ne ji bo zadiya xwe, ji bo ereban daketine meydanan..
Ev milet ji xulamtiya xelkê hez dike, dibê meriv viya qebûl bike...

2017-12-9

09 december 2017

Kurdên bi dev kurd in lê bi dil û aqil tirk û ereb in

Kurdekî bi navê ”Şik Manol” di twîtta xwe da tepîteke tarîxî kiriye, li ser kurdên ne xwe ra, kurdên aqilê wan ji kîsê xelkê ye gotiye:
”Ez 20 salan bi apociyan ra geriyam. Min digot belkî ez kurd im. Piştî min Îbrahîm Xelîl Baran nas kir, min ferq kir ez ne kurd bûme….”
Bi dîtina min îtîrafeke rast û tespîteke tarîxî ye.
PKKê di tarîxa xwe da gelek tiştên baş kirin, lê eynî PKKê bi îdeolojîya xwe ya çep û bi siyaseta xwe ya ”Tirkîyetiyê” kurd ji kurdatiyê dûr xistin, kurdayetî, nasyonalîzma kurd ji dil û mejuyê kurdan derxist û kurd pûç kirin.
Helbet ne PKKê tenê, hêzên îslamî û hin grûbên çepên kurd jî eynî tişt kirin. Wan jî kurd bi dîn, bi îdeolojiya îsalamî û bi îdeolojiya çepîtiyê û ”înternasyonalîzmê” kurd ji kurdayetiyê dûr xistin, hestên netewî bi kurdan ra nehîştin, kor kirin.
Lema jî îro li Diyarbekrê, li Batmanê û gelek bajarên din yê Kurdistanê bi hzaran kurd ne li dijî zulma li ser xwe, ne ji bo Kerkûkê, Xurmatoyê, Kobanê, Sûrê, Nisêbînê, Şirnaxê û Şengalê dimeşin, ji bo Urşelîmê(Qudisê) Amerîkayê û Îsraîl protesto dikin.
Heger bi kurdan ra, bi hêzên îslamî ra hest û şûra netewî hebûya ewê hîn piştgiriya AKPê nekirana, ewê ne ji bo filistîniyan, ji bo xwe bimeşiyana, ewê  doza mafê xwe bikirana, ewê bixwestana  bibin xwedî welat û paytext.
Lê tiştê îro em dibînin kîtleya ji bo filistîniyan dewletê dixwaze ji bo xwe naxwaze, hetta tiştekî wiha ji xwe qet nayê bîra wan jî….
Çimkî ew bi dev kurd in lê bi hisên xwe, bi aqilê xwe ne, bi îdeolojiya xwe ne kurd in. Aqilê wan ne ji kîsê wan, ji kîsê xelkê ye. Lema jî tim ji leşkerên xelkê ne.
Ev jî sûcê siyasetmedaran û partiyên kurd e, wan zanîn û şiûrekî netewî nedana milet, wan bi îdeolojiyên xelkê kurd gêj kirine,
kirine xerîbên xwe û welatê xwe…
Gelek kurd heyranên Edward Saîdê filistînî ne, wî wek ronakbîrekî mezin dibînin.
Lê zulma li kurdan dibe tu carî bala Edward Saîd nekişandiye, wî tu carî piştgirî nedaye şer û daxwaza kurdan ya azadî û serxwebûnê. Heta ne tenê qala kurdan nekiriye, piştî qetlîama Helebçê di sala 1991ê da di kovara London Review of Books da gotiye kurd viran dikin, Saddam li hemberî kurdan sîlehên kîmyayî bi kar neanîye, xwestiye wê qetlîama mezin têxe hustuyê Îranê.
Esas filstînî tu carî kurdan naxin dewsa însên û wan wek miletekî nabînin.


Navê vê kerîtî ye !


Heger meriv ne tam ehmeq be, dewleta, paytexta meriv ji filistîniyan ra dixwaze, merivê ji bo gelê xwe jî bixwaze.
Lê bi milyonan kurd tiştê heqê filistîniyan dibînin, heqê xwe, layiqî xwe nabînin.
Ji bo Qudis bibe paytexta filistîniyan bi sedhezaran dadikevn kolanan, Amerîkayê û Îsraîl protesto dikin.
Lê belê ji dijî îşxala Kerkûkê, li dijî wêrankirina Xurmatoyê, li hemberî şewata Nisêbînê, Sûrê, Cizîrê, Şirnexê dengê xwe dernaxe.
Ji filistîniyan ra bi ruh û can paytextekê dixwaze, lê ji xwe ra naxwaze.
Di tarîxê da filistînî yek carê jî ji bo piştgiriya kurdan nemeşiyan e, yek serokekî filistînî tu carî ji bo kurdan Tirkiye, Îraq, Îran û Sûriye protesto nekiriye.
Lê kurdên me ji bo filistîniyan her roj dadikvin kolanan û piştgiriya xwe nîşan didin.
Tu carî nayê bîra van kurdên kêmaqil ji flistîniyan ra bibêjin bira, çima hûn carê piştgiriya me nakin? Çima hûn carekê dewletên zulmê li me dikin protesto nakin?
Navê vê kerîtî ye.

XXX
Leşkerên dewletê li Sûrê cîranê wî, pismamê wî, lawê hevalê wî kuştin, taxek ji ortê rakirin, bi hezaran însan bêmal mal hîştin, perîşan kirin.
Hudaparê, kurdên pir dîndar rojekê ev wahşeta dewltê protesto nekirin.
Lê ji bo filistîniya xwe diçirînin...
Tu ji dînekî filistînî jî bipirsî ewê bibêje ez li dijî Îsraîl im û ez dewleteke filistînî dixwazim.
Lê bi milyonan kurd xwe dikin qurbana dewleta tirk û li dijî dewleteke kurd û Kurdistaneke serbixwe ne.
Û him jî ne kesên dîn û bûdele, kesên xwedî dîplomeyên zanîngehan e.
Di nava 400 milyon ereb da yek erebê bibêje bira dewleta filistîn çê nebe tuneye.
Lê bi sedan kurd her şev di telewîzyonên tirk dibêjin ew li dijî dewleteke kur din û aqil didin dewleta tirk û dibêjin gerek Tirkiye nehêle kurd li Sûriyê bibin xwedî dewlet.
Ez heta qirikê tije bûbe, bi zorê xwe zevt dikim...
Gelî kurdên bi şeref û bi namûs, kurdên bênamûs û bêşeref û kurdên xayin û kêmaqil ji me pirtir in...

XXX
ÎbrahÎm Xelîl Baran gotiye, ”di nabêna umetê û kerîtiya umetê da ferq heye.”
Pir rast e, kurd ”kerê” Umeta Mihemed in. Lê ji vê kerîtiya xwe ya ”umetê” jî ne aciz in, bilekis pir kêfxweş in.
Heger ne wiha bûya dewleta ji filistîniyan ra dixwazin ewê ji xwe ra jî bixwestina.
Ji bo Qudisa ereban Amerîkayê û Îsraîl protesto dikin, lê belê ji bo Diyarbekira, Mehabada, Kerkûka, Qamîşloya di bin îşxala ereb, tirk û farisan da ne dengê xwe nakin, heta normal dibînin. Çimkî carê bûne "kerê umetê..."

Hebîb WELATPERWER:
Ez jî ji umeta Pêxember im lê belê heta tu bêjî bes ez Kurdistanî me hinekî ji kerema xwe...
Zinarê Xamo:
Ê ma tu dibêjî di nava hewqas "ker" da bira çend îstîsnayên wek te jî tunebbin " ? Hebûna çend kesên wek te têrê nake, ker di piraniyê da ne. Perîşanîya me li ber çava ye.

Hebîb WELATPERWER:‏
Belê mîna Elî Şerîetî dibêje "di Siyasetê û di dîn de kerîtî" îca gerek em îro wan hişyar bikin Çawa Malcolm jî dibêje yekî hişyar dikare sed kesen di xew de hişyar bike ji bilî vê ve çare tune ye. Ma em nikarin wa keran bikujin ancax em dozê ji wan re bibêjin

Zinarê Xamo:‏
Rast e, bi kuştinê naqedin û kuştin ne rast e jî. Ê ji xwe bi van rexneyan em tiştê Malcolm gotiye dikin. Em dibêjin tiştê hûn dikin ehmeqî û kerîtî ye. Tiştê hûn ji xelkê ra dixwazin ji xwe ra bixwazin.


08 december 2017

Em miletekî bextreş in û weselam...


Filistînî ji ewrûpiyan qet hez nakin, hemû welatên Ewrûpayê durû, sextekar û neyarê xwe dibînin.
Lê Amerîka ne tê da, hemû welatên Ewrûpa dîsa jî li hemberî Îsraîl piştgriya filistîniyan dikin.
Kurd wek filistîniyan û ereban ne li dijî Ewrûpayê û dinya xiristiyan in, dijminatiya wan nakin û wek filistîniyan ne îslamîst in, partiyên kurdan ne wek Hibullahê ne.
Lê Ewrûpa dîsa jî wek filistîniyan piştgiriyê nade kurdan û serxwebûna kurdan.
Dewleta, serxwebûna Ewrûpa ji bo filistîniyan heq dibîne û dixwaze Îsraîl bide wan, ji bo kurdan heq nabîne.
Li dinyayê di mesela filistîn da welatê Îsraîl rexne neke tuneye, (Amerîka carnan hinekî xwe kerr dike).
Lê li dinyayê yek welatê ji bo kurdan Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Îraqê rexne dike tuneye.
Ev herçar dewlet çi bînin serê kurdan jî kes wan rexne nake, kes nabêje çima hûn mavê kurdan nadin?
Leşker û polîsên Îsraîl serê filistîniyekî bişkînin, siwîlekî bikujin, xaniyekî filistîniyan xera bikin dinaya radibe pêdarê, di serî da Neteweyên Yekbûyî(NY) û Yekîtiya Ewrûpayê(YE), her kes Îsraîl rexne dike…
Ereb, faris û tirk çi zulmê li kurdan bikin , çi qetlîaman bikin jî kes nabêje we çima kir. Di medyaya Ewrûpayê da nabe xeber jî.
Tirkiyê 12 bajarên kurdan bi erdê ra tep û dûz kirin, bi hezaran kurd di zêrzemiyan da saxsax kuştin.
Lê ne Neteweyên Yekbûyî, ne Yekîtiya Ewrûpayê û ne jî welatekî din Tirkiye rexne nekir, kesî ji Tirkiyê ra negot çima hûn vê wahşetê tînin serê kurdan !
Yanî filistînî çiqasî neyartiya Ewrûpayê bikin jî Ewrûpa li pişt wan e.
Lê em kurd çiqasî dostiya wan bikin, dijminatiya wan nekin jî li dijî me ne û naxwazin em ji bindestiyê xelas bibin.
Rastiya ez dibînim ev e, hemû dinya dost û xêrxwazê filistîniyan e, dixwze bira serokên wan cîhatçî û îslamîst bin û rêxistinên wan jî Hammas bin.
Lê serokên me kurdan Mesûd Barzanî be jî, Celal Talabanî be jî, Salih Muslim û Selahedîn Demirtaş be jî dinya alîkariya me nake, li dijî me ye, kes naxwaze wek filistîniyan em jî bibin xwedî dewlet.
Sebebê vê neyartiya dinyayê bi me kurdan ra çi ye , ji bo çi ye ez nizanim.
Belkî jî kurdan nîhaye êl û makên xwediyên dinyayê, lema heyfa xwe ji me digrin….
Em miletekî bêşans û bexreş in û weselam ...



Kurdan ji bo ereb û filistîniyan dîsa kirin û qîrîn û hawar !


Îro li Diyarbekrê piştî nimêja îniyê bi hezaran kurd li meydanan kom bûn û Amerîka û Îsraîl protesto kirin.
Hemû kurd werin qirkirin jî 4-5 filistînî, li 22 welatên ereban 10
zulma li kurdan dibe protesto nakin. Ji bo filistîniyan û 400 milyon ereb fena kurd li vê dinyayê tunebin.
Filistînî, ereb qedrê didin kûçikên xwe nadin kurdan.
Lê kurdn me dîsa jî xwe dikin qurbana filistîniyan û ereban.
Wiha dikin çimkî tim di bindestiyê da mezin bûne, tim bûne zilam û xulamên ereb û tirkan.
Kurd lejyonerên belaş in, bi taybetî jî ji filistînî û ereban ra.
22 welatên ereban hene, heta nuha li tu welatekî bi hezaran kes daneketine kolanan û Amerîka û Îsraîl protesto nekirine.
Lê kurdên me amîgoyên filistînî û ereba ne, ew ji ereban bêtir xwe li Îsraîl radişînin. Merivên bêaqil pir rehet dibin zilamên xelkê…
Ereban li Kerkûkê û Xurmatoyê bi sedan malên kurdan bi dînamîtan wêran kirin, bi dehhezaran kurd ji Kerkûkê, Xurmato, Xaneqîn û hin deverên din ji ber zulm û terora ereban koçber bûne, qet nayê bîra Hudaparê vê terora Heşda Şabî û Îraqê protesto bike.
Meş û protestoyên Hudaparê û kurdên me yên îslamî tu carî ne ji bo kurdan û Kurdistanê ye, tim ji bo piştgiriya ereb û tirka ne...

XXX
Kurdên ji eskerî, emirberî û xulamtiya tirkan hez dikin pir in.
Kîjan serokê tirk here kîjan bajarê Kurdistanê bi hezaran kurdên şelaf, kurdên xwe dikin qurbana tirkan hazir in.
Li Diyarbekrê kurdên şelafên Meral Akşenerê kêm bûn, wa ye ew jî çê bûne.
Kurd miletekî kêmaqil û hemal e, kî destê xwe di serî bide û çend quriş pere jî têxe bêrîkê, amadeye ji bo wî bimre.
Li Diyarbekrê bi bandrola ”serokwezîrê me…” tu bi xêr hatî, (Akşener kirine mêr), çûne pêrgîya Meral Akşenera faşîst.
Kurdên kêmaqil pir in, têra her tirkî hene, Meral Akşenera faşîst jî li Diyarbekrê di dîtina çend şelaf û xulaman da zahmetî nekişandiye….

XXX

Ev risim li Stenbolê li Çarşiya Misirê(Misir Çarşisi)hatiye girtin. Piraniya etîketên baharatan bi erebî ne.
Sê sal berê li Stenbolê bala min jî kişand, tabeleyên gelek dikan û otêlan bi erebî bûn.
Li gorî tê texmîn kirin li Stenbolê 5 milyon kurd dijîn. Lê tu carî nehatiye bîra tirkekî li ser lewheyan bi kurdî jî binivîse, etîketên bi kurdî jî deyne ser tiştan.
Lê ereban di nava 4-5 salan da Tirkiye kirin Sûriye û zimanê erebî jî kirin zimanê resmî yê duyem.
Sebebê vê yekê yê siyasî û îdeolojîk heye, dewlet jî, hukûmet jî û miletê tirk jî ne li dijî ereban û zimanê erebî ne, lê kurdan neyarên xwe dibînin û ji zimanê kurdî jî nefret dikin.
Lema jî li Çarşiya Misrê dîtina etîketên erebî û lewheyên erebî pir normal e…

Di civatên paşdamayî da demokrasî ne mimkûn e


Civateke adil, wekhev, bêyî zulm û zor yanî civateke îdîal, utopîk her tim bûye xeyal û mijara fîlozofan ya sereke.
Ji fîlozofên destpêkê Platon (BÎ 428-348)di utupya xwe ya dewletê da ji bo avakirina civateke îdîal gelkî serê xwe êşand. Xwest di dewletekê da kes li kesî zulmê neke û her kes azad be. Ji bo wê wezîfe li însanan par kir û qaîde û prensîb danîn.
Dû ra di sedsala 16a da (1478-1535) Thomas More bi kitêba xwe ya Utupya wî jî wek Platon welatekî utopîk û civateke îdîal xeyal kir.
Di dewlet û civata Thomas More ya utopîk da di nabêna însanan da wekhevî heye, fêsadî, nerindî, gelacî, zulm tuneye, her tişt bi dûzan û bi ser û ber e û her kes ji halê xwe razî û bextewar e.
Bi kurtî însanan her tim dewleteke adil xeyal kirine û ji bo avakirina dewleteke wiha gav avêtine, qanûn derxistine. Armanc dewleteke adil û civateke demokratîk e, demokrasî ye.
Li gorî dîtina Platon demokrarîsî meseleyeke perwerdeyê ye, bi rêya talîm û terbiyê însan dibin xwediyê kultura demokrasîyê. Demokrasî di civatên paşdamayî da ne mimkûn e, ji bo demokrasiyê kulturek lazim e.
Gava meriv bi cemawerên, girseyên perwerdenebûyî, yanî girseyên nexwenda, cahil derbasî demokrasiyê bibe, ji dêlî demokrasiyê ve dibe olîgarşî yanî îktîdara çend kesan.
Û gava dûzana olîgarşîk dom bike siyasetmedarên demagok peyda dibin. Û demagog jî dawiya dawî dibin despot û dîktator û demokrasî jî dibe dûzaneke despotîk û zalim.
Di civatên paşdamayî da xapandina gelê nezan û cahil pir rehet e, kîtleyên nezan ji meth û senayê pir hez dikin. Bi taybetî jî demagojiyên nasyonalîst û tirsandina bi pirbûna dijminan û perçebûna welêt kîtleyan pir rehet dixapîne.
Siyasetmedarên demagog vê zeîfiya gel zanin û baş îstîsmar dikin. Lema jî demagog çiqas merivê pîs, sextekar, virek û diz bin jî li ber çavê gel dibin qehreman.
Li Tirkiyê îro rewş ev e, demagog cahiliya gel îstîsmar dikin. Ji ber ku nezane ji despotan ra, ji dizan ra li çepikan dixe.
Bi kurtî dîtina Platon rast e, demokrasî meseleyeke perwrdeyê ye, bi kîtleyên nezan ra demokrasî dibe olîgarşî.


07 december 2017

Ehmeqên me ji yên xelkê pirtir in...


Ji kesê ji bin da bêaqil ra dibêjin dîn, rentele. Û ji kesê nîvbaqil, aqilsivik ra jî dibêjin ehmeq.
Yanî ne tam dîn e û ne jî tam biaqil e, ehmeq e…
Bêguman ev ne tarîfeke ilmî ye, tarîfa min e. Ez dibêjim meriv kane "dînan" û "ehmeqan" wiha tarîf bike...
Xoce Nesredîn genimê xwe li kerê xwe yê meşhûr kir û çû êş, ji bo bihêre. Qerêş jê ra genimê wî hêra û teslîm kirê.
Ardê çewalê li kêleka têra(xirar, xaşî) wî pir pak bû, dilê Xoce bijiyayê. Rabû çend çeng jê kir ser têra xwe.
Vê yekê bala qerêş kişand, got:
-Xoce ma tu çi dikî?
Xoce got:
-Qet, ez merivekî ehmaq im…
Qerêş got:
-Ê madem tu merivekî ehmeq î, çima tu ji têra xwe dernaxî û naxî ser çewalekî din?
Xoce got:
-Ez nuha tenê ehmeq im. Lê heger ez ardê xwe têxim ser çewalekî din, wê çaxê ezê bibim ehmeqê ehmeqan…
Bi ya we kurdên ji bo ereb û filistîniyan ji do da ye daketine kuçe û kolanan û Amerîka û Îsraîl protesto dikin tenê ehmeq in, ya jî ehmeqên ehmeqan in?
Gelo dikevin kîjan katgoriyê?

XXX
Ji Temelê laz pirsîne, gotine Temel ” ma tu dixwazî bi jineke bûdele(xêvik, ehmeq)ra bizewice ya jî bi yeka bedew, pak ra?
Temel gotiye ” bi yeka bûdele ra.”
Gotine çima?
Temel gotiye:
-Ji ber ku bedewî ne ebedî ye…
Mamê Karl Marks jî gotiye:
"Civata celadê xwe wek xelaskirê xwe bibîne dişibe congeyê kêmaqilê kêra qesab dialêse."
Kurdên kêra celadên xwe dialêsin pir in. Ehmeqî him ebedî ye û him jî ne bi pera ye.


Tiştê Erdogan li asîmanan lê digeriye Trump li erdê dayê

Ji Erdogan ra loto lêket, tiştê ew li ezmanan lê digeriya, Trump bi biryara Qudisê li erdê dayê
Biryara serokê Amerîkayê Donald Traump ya qebûlkirina Qudisê wek paytexta Îsraîl ji bo Erdogan bû wek derketina bilêteke mîllî pîyangoyê. Li Tiriyê tavilê rojev guherî, Erdogan rehet kir.
Mesela Zerrab û spîkirina perên reş li girava Manê îman li Erdogan çikandibû, ew kiribû quncikekî teng.
Lê biryara Trump ya qebûlkirina Qudisê wek paytexta Îsraîl ji bo Erdogan bû loto, êdî kes qala wan meselam nake. Roj, manşetên hemû rojnameyan Qudis e.
Ji bo ku li hundur rojevê biguhere û devê muxalefetê bigre, ji nuha û pê da Erdogan ewê xwe bike qehremanê musilmanan û filistîniyan.
Erdogan tiştekî wiha di xewna xwe da jî bidîta bawer nedikir, lê şansê wî heye, Trump bi vê biryara xwe ji bo demekê be jî jê ra bû alîkar.
Esas Îsraîl ji sala 1980î vir da ye Qudis wek paytexta xwe îlan kiriye û ji serokwezaretê bigre, heta bi serokkomariyê, gelek wezaret li Qudisa Rojhilat yanî li alî musilman in. Tiştê nuh Amerîka Qudisê wek paytexta Îsraîl nas dike.
Lê ez bawer dikim ewê ji bo kurdan baş be, Erdogan ewê êrîşî Emerîka û Îsraîl bike û ev yek jî ewê bibe sebebê xerabûna nabêna wan. Yanî di rojên pêş da nabêna Amerîka û Îsraîl ewê xerabtir bibe, ev jî ji bo me baş e...

Kadri Siprani Apo min çendek berê şîroveyek di parvekirinek we de kiribû ,ji roja ewil hetta îro çi wextê Erdoğan ketiye tengasiyê Emrîka û ewrûpa hatine gaziya wî. Ev rewş dê çend salên din jî bidome. Lewra hebûna Erdoğan projeyek wan e bixwe ye û hîna kâr û barên wan pê neqediyaye. ..

Zinarê Xamo Kadrîyê hêja, bi dîtina mi vana teoriyên komployê ne, baweriya min bi teoriyên wiha tuneye. Lê belê baweriya min bi tesadufan heye, carnan dibe şans û carnan jî dibe bêşansî.
Erdogan ne projeya kesî ye, berhemeke gelş û dînamîkên Tirkiyê ye.


Miletê dost û dijminê xwe ji hev nagerîne

57 welatên musilman endamên Teşkîlata Hevkariya Îslamî ne.
22 dewletên ereban hene.
Ev dewlet hemû dixwazin Qudis nebe payexta Îsraîl, bibe paytexta dewleta filisîniyan ya pêşerojê.
Hemû welatên musilman dixwazin filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe û Qudis jî bibe paytexta dewleta wan.
Lê filistînî û 57 dewletên misilman li dij in kurd bibin xwedî dewlet.
Li dinyayê tenê Îsraîl dixwaze kurd jî dewleta xwe ava bikin. Û kurd dîsa jî bi qasî filitîniyan neyartiya Îsraîl dikin.
Di nava 57 dewletên musilman ên endamên Teşkîlata Îslamî da yek dewleta li dijî serxwebûna filistîniyan tuneye, hemû dewletên musliman, hemû musilmanên dinyayê di şerê îsraîl û filistîniyan da piştgiriya filistîniyan û ereban dikin. Û dixwazin filistînî jî bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Kurd ne xwedî dewlet in, lê belê wek milet ew jî bi piranî li dijî Îsraîl in û ew jî dixwazin filistînî bibin xwedî dewleteke serbixwe û Qudis jî bibe paytexta wan...
Lê di nava 57 dewltên musilman da yek dewleta dixwaze kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe tuneye.
Filistînî jî tiştê ji bo xwe dixwazin ji bo kurdan naxwazin.
57 dewletên musilman tiştê ji bo filistîniyan dixwazin ji bo kurdan naxwazin.
Lê kurd dîsa ji ereban bêtir xwe ji bo filistîniyan dikujin
Di nava 57 dewletên musilman da yek dewleta dixwaze kurd ji bin destê Tirkiyê, Sûriyê, Îranê û Îraqê rizgar bibin û dewleta xwe ava bikin tuneye.
Halîhazir li dinyayê dewleteke tenê dixwaze kurd jî bibin xwedî dewleteke serbixwe; ew dewlet jî Îsraîl e.
Tenê Îsraîl eşkere dibêje mafê kurda ye li Îraqê serxwebûna xwe îlan bikin.
Lê piraniya kurdan dîsa jî bi qasî filistîniyan û musilmanan li dijî Îsraîl in û piştgiriyê didin filistîniyan.
Filistînî li hemberî kurdan piştgiriyê didin Îraqê, Sûriyê, Îranê û Tirkiyê, lê kurd dîsa jî şûrê filistîniyan dikşînin...
Miletek ancax kane hewqasî korfahm, xêv û totikvala be. Li hemberî dostê xwe dibe hevalê dijminê xwe…

XXX
Ji Temelê laz pirsîne, gotine Temel ” ma tu dixwazî bi jineke bûdele(xêvik, ehmeq)ra bizewice ya jî bi yeka bedew, pak ra?
Temel gotiye ” bi yeka bûdele ra.”
Gotine çima?
Temel gotiye:
-Ji ber ku bedewî ne ebedî ye…
Mamê Karl Marks jî gotiye:
"Civata celadê xwe wek xelaskirê xwe bibîne dişibe congeyê kêmaqilê kêra qesab dialêse."

Kurdên kêra celadên xwe dialêsin pir in. Ehmeqî him ebedî ye û him jî ne bi pera ye.

Ebadî dagirkirina Kurdistanê wek serketina li hemberî Daîşê diîne

Serokwezîrî Îraqê Ebadî gotiye, dagirkirina Kerkûkê û çênebûna Kurdistanê ji bo wan serketineke bi qasî ya Daîşê mezin e
Serokwezîrê Îraqê Ebadî gotiye di 16ê cotmehê da bi dagirkirina Kerkûkê û hin herêmên din ra wan nehîşt Kurdistan çê bibe û rê li ber perçebûna Îraqê girtin.
Li gorî Ebadî, çênebûna Kuristanê û perçenebûna Îraqê serkeftineke pir mezin e, ji ya Daîşê ne kêmtir e.
Mêrik wek tirkan neyartiya xwe venaşêre, kurdan dijminê xwe yê herî mezin dibîne.
A hin kurdên me jî ji ber nakokiyên nabêna xwe û lihevnekirina li ser diziya petrolê Kerkûk û hin deverên din firotin vî Ebadî yê kurdan jî wek Daîşê neyarê xwe dibîne

Rêber Tusanî Bavê Rodî Na seyda ew ji bu Barzanî u Behdînî hikum li wan ne kin... 38 ji 50 endaman îmze kirine.

Zinarê Xamo Rêber, tiştê te gotiye jî rast e. Lê ya min gotiye jî rast e. Barzanî para wan neda.
Lê asasê dijayetiya nabêna Goran, YNKê û PDKê dijayetiya bi Barzaniyan ra ye. Ev dijminatiya di nabêna barzaniyan û qismekî soranan da heye pir kûr e. Mesûd Barzanî bi kirinên xwe yên li hemberî Goranê, du salan girtîhîştina meclîsê, dewirnekirina serokatiyê û  nefîkirina serokê meclîsê ev dijayetiya nabêna soran û barzaniyan gelkî kûrtir kir. Ez bawer nakim "soran" û Barzanî zû bi zû  li hev bikin.
Û gava li hev nekin, nebin yek milet tu tiştek ji wan sadir nabe. Yanî ez pir bêhêvî me.
Hêvîya min  Amerîka ye, belkî Amerîka kanibe wan mecbûrî yekîtiyê bike. Çimkî kara Amerîka nuha di hebûna Kurdistanê da heye. Lê ew jî pir zor e.


06 december 2017

Dibê meriv ji karê xwe hez bike

Çi kar dibe bira bibe, dixwaze bira mezin be, dixwaze bira biçûk be dibê meriv bi dil û can bike, dibê meriv tu carî di ser guhê xwe ra navêje û bi çavê suxre li karê xwenenêre.
Şertê biserketinê cidêyet û hezkirina ji karê xwe. Kesê ji karê xwe, ji berhema xwe hez neke, ne mimkûn e hinekên din jê hez bikin.
Dibê meriv bi hemû hebûna xwe, bi hemû hestên xwe hez bike, carnan tu kanî xeyalşikestî bibî, lê belê jîna jiyaneke rastîn û samîmî ev e.

XXX
Jiyan tiştekî ecêb e.
Geh meriv kêxweş e
geh bînteng e
geh bi hêvî ye
geh bêhîvî ye
geh li mal e
geh rêwî ye
em çi bikin jî dinya ev e
dixwaze bila bê dilê te be...

”Proveya jiyanê tuneye. Ne jiyaneke ji nuh ve mimkûn e, ne jî xerakirina tiştên tu jiyayî. Ya muhîm, ne cara pêşî, meriv bikaribe cara dawî hez bike.”
Oguz Atay

XXX
Belkî sibe ji îro xweştir be...
Kî zane belkî wisa be!
Lema jî dibê meriv îro micadele bike
û ji bo sibe jî bi hêvî be

XXX
Gerek meriv li piyasê ne di rojên fireh tenê da, di rojên teng û tarî da jî xuya bike.
Rojên giran û tarî wek kevirê mîhengê ne, qerekterê kê çi ye derdixe ortê.
Ne van rojên zor û giran bin merivê gelek bêxîretan wek merivên baş texmîn bike..
Çiqasî bi êş be jî ev roj jî ewê derbas bibin.Kara ji me ra bimîne ewê tercubeya me be.

XXX

Çend xortên kurd yên jîr li Stenbolê hatine ba hev û organîzasyoneke xwendekarên kurd a çand, huner û sosyalîzasyonê: Chalak aava kirine.
Ez wan ji dil û can pîroz dikim. Karekî pir baş kirine. Li metroplan haya xwendevanên kurd ji hev hebe baş e.
Dest pir bin kar sivik dibe.
Bi dîtina min dibê piştî her civînê, her çalakiyê xebera wê were nivîsîn. Ji bo him çi kar bûye bibe nivîs û him jî haya kesên din jî jê çê dibe. Meriv kane malpereke Chalak Eventsê çê bike û xeberên li ser çalakiyan li wir belav bike.
Ez hemû hevalên xwe jî ji vê organîzsyona( Chalak Events)xortên kurd yên li Stenbolê agahdar dikim, ji bo ku haya hinekên din jî jê çê bibe.

05 december 2017

Gelo Arjen Arî di bin tesîra Ahmet Arîf da maye?


Înan Eroglu di bloga xwe Înanolo da li ser tesîra Ahmet Arîf ya li ser Arjen Arî lêkolînek kiriye. Ji tesîra Ahmet Arîfa ya li ser Arjen Arî çend numûneyan nîşan dide. Li gorî dîtina Înan Erdoglu tesîteke Ahmet Arîf ya mezin li ser Arjen Arî heye.
Di dereke nivîsa xwe da wiha gotiye:
"Ev ne şerê Hesenan e, ne şerê Heyderan e, ne şerê duwanzdeh bavê eşîran e, ev şer, şerê du şairan e, şerê man û nemana şairtiyê. Ahmed Arif bi daxwaza xeternak a Arjen Arî hisiyaye loma ji gora xwe rabûye û wî bi qelemşikandinê (xesandin) ditirsîne. Arjen Arî vê daxwaza xeternak diavêje binhişê xwe. Ji aliyekî de fedî dike û ji aliyekî de jî li benda keysa xwe ye. Lê rastiyek heye ku Arjen Arî çi kir û çi nekir, nekarî bestika xwe ji Ahmed Arîf xilas bike. Ahmed Arîf her li dû wî ye, li pey siya wî. Jixwe siyek e Ahmed Arîf, tu wî bikujî jî, ew ê siya wî bimîne. Arjen Arî, Ahmed Arîf kuşt an na, qet nizanim, lê bes dizanim Ahmed Arîfek heye ku di helbestên Arjen Arî de her bang dike û dibêje ez li vir im, li vir. Ew jî siya Ahmed Arîf e. Arjen Arî, Arjen Arîf…"
Nivîsa Înan Eroglu dirêj e, kesê bixwze kane di bloga wî da tevayiya nivîsê bixwîne. Li ser nivîsê min û çend kesên din fikrên xwe gotin. Sohbeta di nabêna min, Mihemed Ronahî û Înan Ergoglu da derbas bû li jêr e.

Zinarê Xamo Mihemed û Yusif(Mihemed Ronahî û Yûsif Hemed), we sohbeta xwe bi silametî, bi dostanî û bi rengekî medenî qedand, kêfa min hat.
Ez bi qasî we ji edebiyatê fêm nakim, lê wek xwendevanekî edebiyatê tiştê ez dibînim Ahmet Arîf şairekî tirk ê dostê kurda ye, dû ra wek Mihemd jî gotiye ji tirsa piçekî qutufî û xirifî ye. Û di dawiya jiyana xwe da fikrên wî yên li ser kurdan jî guherî ye. Di hin hevpeyvînên wî da meriv viya dibîne. Yanî ne Ahmet Arifê berê ye.
Mimkûn e Arjen Arî di warê şikil û teknîkê da ji Arîf mutesîr bûbe, ev ne şerm e. Ahmet Arîf ji Nazim Hikmet, û Nazim Hikmet jî ji Mayakovskî îlham girtine.
Lê di warê naverokê û xeyal da Arjen bi Ahmet Arîf ra miqayese nabe.
A. Arîf dilşewatekî kurda ye, Arjen Arî şervanekî kurd û Kurdistanê ye. Ahmet Arîf ji ber zulma tirk li kurdan dikin dilê wî bi kurdan dişewite, Arjen Arî wek egîdekî şerê zulimkaran dike, ala şervanên azadiyê û serxwebûnê bilind dike, doza Kurdistaneke azad dike.

Not: Min nivîsa Înan Eroglu nexwendibû, piştî min ev rêzên jor nivîsîn min xwend.
Nivîseke baş e, lê bi baweriya min di dawiya nivîsê da neheqî li Arjen Arî kiriye. Rast e Arjen Arî ji Ahmet Arîf îlham girtiye û ji xwe ne mimkûn e negre, lê belê tim di bin siya wî da bû ne rast e, neheqî ye li Arjen Arî...

Mihemed Ronahi Na na Apo, înan ne ew kes e ku ebed li Arjenê rehmetî neheqiyê bike. Di nivîsa wî de helbet cihê şaş jî hene wek têkiliya A.A yan û Arif û Ari. Vana şaş in lê pevgirêdana nivîsê ya li oidipusê pir jîrane hat bi min.

İnan Eroğlu Zinarê Xamo Apê Zinar gelek spas ji bo şiroveya te û rexneya te. Tu gelekî rast dibêjî lê di vê nivîsê de min ne aliyên wan ên welatperwerî û îdeolojiyê lê ji aliyê tesîra helbestê û helbestên wan ve şirove kir. Ez bi xwe ji helbesta Arjen Arî jî û ji ya Ahmed Arif jî pir hez dikim û herdu jî têra xwe serkeftî ne. Di vir de niyeta min ne ew e ku neheqiyê li kesî bikim. Tesîra Ahmed Arif li ser helbesta kurdî têra xwe heye û ev jî ne tiştekî şerm û guneh e, di hemû edebiyatan de tesîra hin navan zêde ye, lê ye me ji ber mesela bindestî-serdestî-dagirkeriyê em naxwazin vê yekê bilêv bikin, înkar dikin an jî fedî dikin. Lê tesîra helbestvanekî kemalîst jî li ser helbesta kurdî gelek normal e bi ya min, mixabin edebiyat ji edebiyata baş re nabêje tu ji kîjan fikrê an jî miletî yî.
Di meseleya ku dibêjim siya Ahmed Arif her tim li ser Arjen Arî hebûye, xwe dispêrim teoriya Harold Bloom û ya Sigmund Freud. Loma di vir de jî ne li gor daxwaza dilê xwe lê li gor ya aqilê xwe şiroveyekê dikim lê heger meriv bi çavê dil binere dibe ku wek neheqiyê bê dîtin.
Gelek silav û hurmet.

Zinarê Xamo Mihehemd, helbet ez zanim Înan bi qesatî, ji dilnexwazî neheqiyê li Arjen Arî nake. Û ji xwe min negotiye nivîsa wî xerab e, min gotiye nivîsa Înan baş e. Îtîraza min ji vê tespîta wî, ji vê gotina wî ya dawî ra ye:
” Arjen Arî, Ahmed Arîf kuşt an na, qet nizanim, lê bes dizanim Ahmed Arîfek heye ku di helbestên Arjen Arî de her bang dike û dibêje ez li vir im, li vir. Ew jî siya Ahmed Arîf e. Arjen Arî, Arjen Arîf…”
Bi baweriya min ev ne rast e, îdîayeke zêde mezin e. Tiştê min got neheqî ev e.
Lê mimkûn e kekê Înan Eroglu helbestên Arjen Arî wiha dibîne, wiha fêm dike. Ev jî normal e, her kes li gorî xwe, li gorî zanîn û dîtina xwe ji helbestê zewqekê digre.
Tesîra şari li ser şair çi ye, çiqas e qabilî minaqaşê ye, tu mîtroyeke em pê derceya vê tesîrê bipîvin tuneye, ev tiştekî îzafî ye.
Bi baweriya min ne tesîra Ahmet Arîf tenê, ya Nazim Hîkmet jî, ya Orhan Kotan jî, û belkî tesîra yên çend şairên din jî li ser wî hebin. Û ne mimkûn e tunebe jî.
Lê îdîa ”di helbestên Arjen Arî da Arîfek heye û her bang dike û dibêje ez li vir im, li vir. Ew jî siya Ahmed Arîf e. Arjen Arî, Arjen Arîf…”, îdîayeke zêde mezin û neheqiyeke li Arjen Arî ye.
Helbet ev fikrê min e, lê mimkûn e tu û Înan wiha nefkirin, ew jî normal e. Ne şert e meriv hev û du îqna bike. Her kes fikrê xwe dibêje….

İnan Eroğlu Apo ev bi temamî fikra min e û şaşiyên wê jî dibe ku hebin. Loma hêvîdar im ev nivîsa min rê li ber şiroveyên cihêreng veke û bi nivîs û meqaleyên baştir ev kêmasiyên min bên tespîtkirin û şiroveyên baştir bên kirin. Armanca min jî her ew e ku ev nîqaş baş xirab her bi nivîs û meqaleyan bidomin û her kes bi nêrînên cuda tev şiroveyên nû û asofireh bînin meydanê. Gelek spas.

Zinarê Xamo Gelek spas Înan. Ez naxwazim dirêj bikim, te fikrê xwe got û min jî yê xwe…
Lê di mesela tesîrê da gelo mariv kane bibêje tesîra Rojen Barnas li ser Arjen Arî tuneye ya jî ji ya Ahmet Arîf kêmtir e?
Bi baweriya min bi qasî meriv bala xwe di tesîra Ahmet Arîf, dibê bala xwe bala xwe bide tesîra şairên kurd jî.
Çi yên bi kurdî nivîsîne û çi jî yên bi tirkî. Orhan Kotan, Sînan Sabrî û çend kesên nuha navê wan nayên bîra min hene.
Yanî dixwazim bibêjim dibê meriv bala xwe nede tesîra Ahmet Arîf û Nazim Hîkmet tenê, hin şairên kurd jî bi qasî wan tesîr li Arjen Arî û li şairên kurd kirine.
Ez tenê texmîna xwe dibêjim, lê helbet dibê di vî warî da lêkolîn were kirin.

İnan Eroğlu Helbet tesîra helbestvanên kurd jî mijara lêkolînê ye lê ez ji bo wan nikarim tiştekî bibêjim, xwendineke berfirehtir ji bo wê lazim e. Ev hemû xalên han tenê Ahmed Arif derdixe navenda nivîsê. Wek min di nivîsê de jî behs kiriye, hemû xal hiştin ku şiroveyeke wiha bikim.


Êdî tirk jî ji Tiriyê direvin

Heta nuha kurd ji Tirkiyê direviyan, lê êdî ne kurd tenê, tirk jî qefle bi qefle direvin Ewdûpayê
Ji 16 govendgirên tirk ên çûn Macarîstanê 11 kesan îltîca kirin
Ji bo ku beşdarî pêşbirka(misabeqa)lîstikên gelêrî bibin ji Anqerê 16 govendgir(lîstikvan)bi ekîbekê ra çûn Macarîstanê. Lê ji 16 govendgiran 11 kesên wan îltîca kirine.
Tirkiye bûye welatê tirsê, kî fersendê dibîne, mirinê digre çavê xwe û jê direve.
Ji roja Tirkiye ava bûye însan tim jê reviyane. Çimkî Tirkiye tu carî nebûye welatekî demokratîk û bi îstêkrar.
Lema jî însan ji Tirkiyê her tim ji ber zulm û terora dewletê û ji birçîna reviyane derve.
Li Ewrûpayê, li çarhawêlî dinyayê bi milyonan tirk û kurdên ji Tirkiyê û ji Kurdistanê reviyan e hene.
Li Ewrûpayê Tirkiye welatê herî bela û herî bi problem e.
Lê di van 3-4 salên dawî da êdî ne kurd û tirkên çep tenê, tirkên kemalîst, îslamîst û yên panturkîst jî ji ber terora Erdogan direvin.
Dera pêşeroj û ewlekarî lê tunebe însan jê direvin. Tirkiye îro bûye welatê tirsê û birçîyan. Lema jî zengîn feqîr, kurd, tirk, mamûr siwîl, leşker, brokrat yanî kî fersendê dibîne ji Tirkiyê direve.
Esas hukûmet jî hinekî vê revê teşwîq dike, dixwaze ji mixalifan xelas bibe.
Lê belê di demeke dûr û dirêj da rev, tirs, bêîstîqrarî ewê aboriya Tirkiyê têk bibe, Tirkiye ewê vegere salên du hezarî.

XXX
Plotan teqrîben 2500 sal berî nuha û Thomas More jî 400 sal berî nuha dewlet û civateke utopîk, îdîal xeyal kirin û ji bo wê gelkî serê xwe êşandin.
Armanca wan avakirina dewleteke adil û civateke wekhev û azad bû, civateke bêzulm bû.
Tirkan 2500 sal piştî Platon û 400 sal jî piştî Thomas More dewleteke eksê utupya wan ava kirin.
Dewleta Erdogan ava kiriye dewleteke dîstopîk e, yanî dewlteke tespotîk, totalîter e, armanc û wezîfeya dewletê ne xizmeta ji bo gel û civatê ye, tirsandin û terorîzekirina însanan e.
Dewleta Erdoga ya dîstopîk di destî wî da bûye aletekî tirsandinê û terorîzekirian însanan..

XXX
Skandal !
Her cara berpirsiyarekî PYD/YPGê bi serbazekî emerîkî ya jî rûs ra xuya dike tirk wek pitpitokan hol dbin, dibêjin:
”Hahooo, skandal e !”
Qîrînî îro dîsa bi medyaya tirk ketiye, gelek rojnameyan ji bo civîna berpirsiyarê PYDê û generalê rûs manşet avêtine, gotine:
”Dîmenekî skandal ! Îcar jî bi qumandarê rûs ra…”
Dema ew bi generalên rûs, emerîkî ra li ber kamereyan xwe pik dikin xweş e, ji wan ra serbilindî ye.
Lê belê dema kurd bi wan ra rûdinin, dibe ”skandal” !
Li ruyê dinyayê medyaya herî namerd, herî faşîst, herî qeşmer û herî neyarê kurdan medyaya tirk e. Ji medyaya Îranê û Daîşê jî xerabtir e.


04 december 2017

Çima ez her roj dinivîsim?


Ez nivîsînê wek micadeleyeke siyasî, wek serîhildana li hemberî dagirkeriya welatê xwe dibînim.
Bi nivîsîna her roj dixwazim nîşanî neyarê xwe bidim ez heme, ez teslîm nebûme, ez kurdekî azadîxwaz û serxwebûnxwazim.
Ez dixwazim bi nivîsên xwe yên her roj dijminên xwe, hevkar û xayinên kurd aciz û nerehet bikim, bibim strîyekî di çavê wan da…
Bi rêya nivîsandinê ez her roj bi saetan li ser tiştan, bûyeran, şexsan, siyasetê, dinyayê, mirinê, jiyanê, havalan, hevaltiyê, dildariyê, bindestiyê, azadiyê, Kurdistaneke serbixwe, tifaqê, bêtifaqiyê, îxanetê, welatparêziyê, mêraniyê, tirsonekiyê, serbilidiyê, rûreşiyê axir li ser gelek, gelek tiştan difikirm, serê xwe diêşînim.
Dixwazim bizanibim çima dinya wiha ye?
Çima em bindest in?
Çima em nikanin ji bndestiyê xelas bibin?
Çima her kurd naxwzaze bibe xwedî dewlet?
Çima hin kurd ji bindestiyê û ji kûçiktiya li ber deriyê neyarên xwe hez dikin?
Çima kurd îxanetê dikin?
Çima xayinên kurdan pir in?
Çima kurd tim perçeperçeyî û bêtifaq in?
Çima însan ji îxanetê, ji kûçiktiya dijmin fedî nakin ?
Çima însan ji xayinan ra, ji hevalbendên neyaran ra nabêjin xayin?
Çima însan bexd bi text didin?
Çima însan çend qurişên bêşeref di ser azadiya gelê xwe ra û di ser serxwebûna welatê xwe ra digrin?
Çima însan hewqasî egoîs û pûlperest in?
Çima hin însan ji kûçiktiyê hez dikin û çima hin însan ji kesên kûçik û ji kûçiktiya wan hewqasî nefret dikin?
Yanî her sibe gava ez kompîrora xwe vedikim li ser van titaşn yeko yeko difikirm û dinivîsim.
Û nivîs jî dibe sebebê ez dinyayê, jiyanê bêtir û baştir nas bikim û her ku ez dinyayê û egîd û xayinên wî bêtir nas dikim, daxwaza nivîsînê bi min ra xurttir dibe, agirê nivîsînê di dilê min da gurrtir û geştir dibe…
Ez bawer dikim gotineke min a bibêjim heye, lema jî dinivîsim
Ez dixwazim li ser serdema ez tê da dijîm, li ser tesîra van rojan ya li ser jiyana min hestên xwe û bîr baweriya xwe bibêjim. Bi vê derbirînê(îfadekirinê, dana der)piçekî be jî rehet dikim.
Ji pasîfiyê nefret dikim, dixwazim aktîf bim, nikanim kevirekî bavêjim ji polîs û leşkerên dijmin da, nikanim derbekê bera dijmin bidim, lê bi nivîsê kanim du gotinên tahl ji wan ra bikim. Ev ji min tê, viya dikim...

XXX
Piştî ku însan bû kûçik, xwediyê wî merivekî çiqasî bêşeref û rezîl be jî kûçik ji xwediyê xwe naqete.
Sebebê hin kes dev ji xulamtiya dijminên me bernadin ev qerekterê wan ê kûçiktiyê ye. Kûçik terka xwediyê xwe nake.

XXX
Kerîyê bêkûçik gur vêdikve, kurdên bêdewlet faris, ereb û tirk vêdikevin .
Tu ferqa miletê bêdewlet û pezê bêkûçik tuneye.

03 december 2017

Baweriya min bi serok û siyasetmedarên başûr qet nemaye


Em kurdên Kurdistana Bakur ji kêmaqiliya xwe, xwe di ber siyaseta serok û partiyên başûr da diqeherînin. Bi kêmanî ez bi xwe êdî wiha diffikirim.
Partiyên Kurdistana başûr qismek bi Tirkiyê ra, qismek bi Îranê ra û hinek jî bi herdu dewletan ra bûne goşt û nenûk, ji me bêtir bûne birayên hev.
Em kurdên bakur belaseb xwe di ber wan da diqeherînin, dibêjin çima wiha kirin, çima ev beyan dan, çima Nêçîrvan Barzanî wiha got, çima Selahedîn Bahaddîn pesnê Tirkiyê dide, filan û bîvan...
Birayên delal, partiyên Kurdistana Başûr, serok û siyasetmedarên wan Tirkiyê û tirkan, Îranê û farisan dijminê xwe nabînin, dost û mitefikê xwe dibînin.
Me kurdên bakur ev mesele hîn fêm nekiriye.
Ew û Tirkiye û Îran goşt û nenûk in, em nikanin xwe di nabêna wan ra kin...
Û heta ev kadro û ev serok li ser hukim bin ev îdeolojî ewê serdest be û tirk û faris ewê birayên wan bin. Û em kurdên bakur, rojava û rojhilat jî emê zarokên dêmariyê bin .....
Ev e rastî û heqîqet...
Dibê êdî em viy abibînin û zêde xwe nerûçikînin. Ew zanin ez çi dikin...
Berê min wer bawer dikir partiyên Kurdistana Başûr li gel hin kêmasî û şaşiyên wan jî yekîtiye netewî û Kurdistaneke serbixwe dixwazin, hedefa wan ev e lê di gihîştina vê hedefê da hin şaşiyan dikin. Lê belê hêdî hêdî, gav bi ga ewê çê bibe, dibê meriv hinekî sebir bike…
Lê piştî îxanta 16ê cotmehê û firotina Kerkûkê û hin bajar û deverên din û siyaseta wan ya piştî vê îxaneta mezin, derket ortê yek partî û yek serok jî yekîtiyê, dewletê û serxwebûnê naxwaze, PDK jî, YNK jî û Goran jî li pey petrolê, kursî û berjewendiyên xwe yên şexsî ne.
Hinek ketine himêza Tirkiyê û hinek jî ketine himêza Îranê û derketina ji himêza van dewletan jî halîhazir ne mimkûn e. Çimkî di gelek waran da pir ketine nava hev, bûne wek goşt û nenûk.
Kes serxwebûnê, Kurdistanê filan naxwwze. Şerê hemûyan li ser parvekirina petrolê û kusiyan e.
Em saf bûn, em bi demagojiyên wan dixapiyan, me digot belkî vana bi rastî li pey Kurdistaneke serbixwe ne.
Tiştekî wiha ji bin da tuneye, tu partî, tu serok ne li pey Kurdistaneke serbixwe ye, kes dewlet mewletê naxwze, hemû vir e.
Yê dewletê û serxwebûnê bixwaze, ewê siyaseteke li gorî wê bimeşîne. Lê vana ji Îranê û Tirkiyê bêtir neyarên hev in.
Ne mimkûn e PDK, YNK û Goran dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî berdin, yekîtiyeke netewî çê kin û bi hev ra serxwebûnê bixwazin.
Tiştekî wiha ne mimkûn e.
Çimkî nêteke wiha li ba kesî tuneye.
Di serî da PDK, Barzanî û malbata wî  û YNK û malbata Talabanî û merivên wî hemû jî li pey berjewendiyên xwe yên şexsî ne. Kes naxwaze bi kesî ra bibe yek û dev ji îktîdarê berde.
Ne Barzanî û ne jî YNK naxwazin pêşmergeyên xwe bikin leşkerên dewletê. Çimkî bi pêşmergeyan dest dane ser îktîdarê û petrolê li hev par dikin. Lema jî kes naxwaze yekîtiyê filan çêke.
Lema jî piştî îaxaneta 16ê cotmehê ne kes ji hev xeyidî û ne kesî dilê hev hîşt û ne jî kes ji hev qetiya.
Fena ku qet tiştek nebûbe eynî taxim dîsa li ser hukim e, dîsa bi hev ra ne.
Heger bi rastî serxwebûn bixwestana di nava 26 salan da ewê bingeha dewletê danîna, aboriya xwe bikirana yek, leşkerên xwe bikirana yek, siyaseta xwe  bikirana yek, qase û xezîneya dewletê çê bikira û îro kurd nedikirn motajê pariyeke nan.
Lê derket ortê tiştek nekirine, qurişekî dewletê tuneye, nikanin du mehan meaşên karkiran bikdin.
Bi salan bi milyaran dolar petrol firotine û li hev parkirine. Her yek bi qasî qarûnekî zengîn bûye.
Û yên para xwe ji talanê kêm digirtin di 16ê cotmehê da Kerkûk firotin Bexdayê, gotin madem em naxwin, bira Barzanî jî nexwe, bira Bexda bixwe.
Netîce, ez bi xwe êdî qet bawer nakim li Kurdistana Başûr, heta ev partî û ev serok û kadro  li ser hukim bin tu tişt çê bibe.
Rewşa herî baş ewê wek dema Seddam be. Ew jî ji ber ku Amerîka naxwaze Bexda statuya wan ji kok da ji ortê rake.
Lê partiyên başûr ji vî halê xwe pir razî ne, heger Bexda hineke pere bide wan problem hel dibe. Ji xwe ew jî ne li dû tiştekî zêde ne.
Bi kurtî heger li başûr mucîzeyeke nebe tu hêviyeke min ji van partî û van siyasetmedar û serokan tuneye. 

Dibê meriv blogên xurî bi kurdî û yên tirkî-kurdî tevhev neke


Xortekî bi navê Ezîz Tekîn lîsteyeke blogên kurdî çêkiriye. Bloga min ”Hindik-Rindik” jî xistiye nav û bi meylekê ez agahdar kirime. Mala camêr ava be, krekî baş kiriye.
Berê jî hin kesan ev kar kiriye.
Ev demeke Emer Faruk Baran blogên kurdan di bloga xwe ”Perxudres” da bi kurtî dide nas kirin.
Yanî meriv kane bibêje di nava blogerên kurd da tevgerek, zindîbûnek heye, blog bere bere populer dibe û tê xwendin.
Ji bo blogeran ev yek pêşketineke baş e, kêfameriv tîne. Û di eynî wextê da tesîreke baş li nesîr û nezma/şiîra kurdî, bi gotineke din edebiyata kurdî bi pêş dixe.
Di lîsteyên blogên kurdî da blogên xurî bi kurdî û yên kurdî-tirkî tevhev in.
Bi baweriya min dibê meriv blogên xurî bi kurdî û yên kurdî-tirkî û yên bi tirkî tevlihev neke, dibê meriv bike sê katagorîyên cihê: Blogên xurî bi kurdî, yên tirkî-kurdî û yên tirkî li ser kurd û Kurdistanê.
Esas bi baweriya min blogên bi tirkî xwediyên wan kurd bin jî, li ser kurdan û Kurdistanê bin jî dibê meriv tev blogên kurdî nekin, dibê meriv blogên bi tirkî bi kurdan nedin xwendin.
Meriv kane blogên kurdan bike du beş, blogên xurî bi kurdî(kurmancî, zazakî)beşek û blogên kurdî-tirkî jî beşek.


02 december 2017

Vê îcada ”gawiran” jî ez matmayî hîştim…



Ez nuha rastî îcadeke din ya ”gawiran” hatim him gelkî kêfa min hat û him jî aqilê min sekinî, devê min ji hev çû.
Xwedêjêraziyên van ”gawiran” qelemeke skannerê(scanner)îcad kirine, meriv kane metnekê bêkamîsî pê derbasî telefona xwe ya jî qeydî kompîtora xwe bike.
Meriv qelemê di ser tekstê ra derbas dike, qelem wê tekstê dixwîne û dişîne ji telefon ya jî kompîtora meriv ra.
Xwedê kir li vê dinyayê ewrûpî û xiristiyan hene. Bi xêra îcadên wan dinyayê, însaniyetê ji xwe ra kêf kiriye.
Camêrekî ev qelem zêde baş nedîtiye, gotiye ev ne qelemeke zêde modern e, ev tenê rêzan dixwîne, hin model hene hemû rûpelê dixwîne û qeydî kompîtora te dike.
Erê ez li Swêd, li welatekî pir pêşketî dijîm, lê bawer bikin tiştekî wiha min nuh bihîst.
Lê li gorî umrê min ne ecêb e, normal ez îcadên wiha dereng bibihîzim. Gerek ez çend gavan li pey xortan bim…
Bi navê Xwedê piştî min li vîdeoya reqlamê nêrî aqilê in sekinî.
Tobe, tobe !
Tu dibêjî belkî dema aqil belav bû tirk, ereb û misilman negihîştin ser, hemû bû para îsewiyan.
Lê bi vê îcada ”gawiran” ra kêfa min jî pir hat.
Çimkî di gelek kovar û rojnameyên kevn da gelek nivîsên min hene. Min dixwest wan topî ser hev bikim, lê belê ji nuh ve nîvîsîna wan ji bo min karekî ne mimkûn e.
Lê bi vê îcada malavayên van ”gawiran” ra êdî ezê bikanibim hemû nivîsên xwe yên li vir û li wir topî ser hev bikim.
Ez nekim, ez kanim wê qelemê ji yekî ra bikirim û hemû kovar û rojnameyan jî bidimê, ew kane ji min ra derbasî kompîrorê bike. Ewê li ser min pir erzan rûne.
Magî tirk, ereb û misilman ji bo însaniyetê qet îcadeke wenî baş û bi feyde nakin.
Serê tirk û ereban ne ji îcadên wiha ra, ji diziyê, sextekariyê, kalpazaniyê, qetlê û hîle û xurdan ra dixebite. Ancax hovîtiyê û qetlê bikin û berhemên, avahî û bajarên xelkê ava kirine wêran bikin….

Bi zimanekî tewşomewşo berhemên mezin nayên nivîsîn

Li Kurdistana Bakur ji bo hebûna edebiyateke pêşketî, zengîn û rengîn dibê nivîskar, edîb kurdî baş zanibin. 
Heta li Kurdistana Bakur edîbên zimanê xwe baş zanin dernekevin edebiyata me jî ewê tim zeîf û feqîr bimîne.
Çimkî bingehê esasî yê edebiyatê ziman e, edebiyateke pêşketî û berhemên mezin ancax bi zimanekî zengîn mimkûn e.
Nivîskarê, romannivîsê, çîroknivîsê ne hakimê kurdî(kurmancî, zazakî)be, haya wî ji klasîkên kurdî, ji lehçeyên kurdî yên din tunebe, nikane ”klasîkên îro”, berhemên nemir bixuliqîne.
Asîmîlasyonê zirareke mezin daye me, bûye sebebê nivîskar, edîb zimanê xwe têra xwe nizanibin.
Lema jî gelek nivîskarên me zimanê xwe baş nizanin, bi zimanekî pir qels dinivîsin.
Ji ber wê jî îro gelş û zeîfiya herî mezin ya edîbên kurdên bakur ziman e, di piraniya berhemên edebiyatê da pir hindik ev zeîfiya nivîskaran tê dîtin û di rêza yekeê da tê rexnekirin.
Lema jî dibê her nivîskar zimanê xwe pêş da bibe, baş fêr bibe.
Ji bo pêşketin û zengîniya kurmancî û edebiyatê, werger(tercume) kane kar û feydeyeke pir baş bigihîne kurdî û edebiyata kurdî.
Çimkî ji bo tercumeyê dibê meriv him zimanê tercume dike baş bizanibe û him jî hakimê zimanê xwe be.
Bi rêya tercumeyê zimanê meriv bi pêş dikeve û dewlemend dibe. Form û gotinên nuh, taswîrên nuh dikevin zimanê edebiyata meriv. Lema jî ji bo pêşxistina kurdî tercume/werger îmkaneke pir baş e.
Yanî bi kurdî xwendina eserên biyanî him zimên bi pêş dixe û zengîn dike û him jî feydeyeke mezin digihîne nivîskar, zimanê wî, dinya wî ya xeyalî fireh dike.
Axir bi zimanekî tewşomewşo berhemên mezin û nemir nayên nivîsîn...