05 december 2016

Zû kurtanê min bibînin !


Rojekê Xoce Nesredîn bi hêrs li nava gund digeriya, vir da û wê da viz dibû. Gundî matmayî man, gotin:
-Xoce te xêr e, tu bi hêrsê wiha li çi digerî?
Xoce got:
-Ma ewê çi be, min kurtanê(palikê) kerê xwe wenda kiriye, digerim, nagerim nabînim.
Û dû ra jî bi dengekî bilind got:
Ez ji we hemûyan ra dibêjim, kurtanê kerê min zû bibînin, ya na ez zanim ezê çi bînim serê we !
Gundî him matmayî man û him jî gefa Xoce ew tirsandin. Ji hev ra gotin:
- Weleh Xoce pir qeherî ye, kane her tiştî bike. Îşê wî qet belî nabe, ya baş ew e em kurtanê wî bibînin.
Û hemû gund bi hev ra seferber bûn, qulik bi qulik li kurtanê Xoce geriyan. Ha li vir, ha li wir, axirê kurtan dîtin.
Xoce pir kêfxweş bû.
Lê gundiyan meraq kirin, gotin:
- Xoce, helbet pir baş bû me kurtanê kerê te dît. Lê heger me nedîta te yê çi bikira?
Xoce keniya û got:
-Ma minê çi bikira, minê kurtanekî nuh bikiriya…
Gelek kes wek xoce Nesredîn gefan li Erdogan dixwe, lê kes nikane tiştekî bi mêrik bike. Yanî hemû jî gefên vala ne….
Wî jî ev yek fêm kiriye, lema jî rojê welatekî îşxal dike...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE