13 december 2016

Tiştê hat serê Îraqê û Sûriyê bi vê siyasetê ewê were serêTirkiyê jî

Parlamenterên HDPê Çaglar Demirel û Besîme Konca herdu do bi şev li Anqerê ji alî polîsan ve hatin girtin.
Li gorî medyaya tirk dinivîse, Osman Baydemir jî di nav da, mahkimê biryara girtina 8 parlamenterên din jî daye.
Heger ev parlamenter bi xwe neçin teslîm nebin, polîs wan li ku bigire, ewê bi zor bibe qereqolê û dû ra bişîne mahkimê.
Yanî îro sibe ewê 8 parlamenterên din jî bigrin bavêjin girtîgehê.
Helbet tu heqiyeke qanûnî ya girtina parlamenteran tuneye, mesele zorbatî ye.
Ji ber ku dewlet ya wan e kurdan êsîr digrin. Bi baweriya min parlamenterên, siyasetmedrên girtine hemû jî êsîr hatine girtin.
Ez bawer dikim jimara parlamenterên girtî derket 20an, di rojên pêş da ev jimar peyderpey ewê zêde bibe, heta ku hemûyan dixin zindanê.
BDP bi xwe ji meclîsa tirk venekişiya, ji dêlî wê tirk bi xwe, wan ji meclîsa xwe him davêjin û him jî  bi heqareteke mezin davêjin bin kilîtê.
Heta ji tirkan, ji hukûmetê û dewletê tê heqaretê li kurdan dikin, bi xurûr û şerefa însanan dilîzin, wan rencîde dikin.
Lê belkî wiha baştir e, bira viya bikin, bira ew bi xwe kurdan ji meclîsa xwe biqewitînin û bibêjin ciyê we li vir tuneye, ciyê we zindan e.
Bira vê zulmê, vê çavsoriyê, vê heqaretê li me bikin.
Bira kurdan ji meclîsa xwe biqewitînin.
Bira kurdan nekin mamûrên dewletê û dewletê ji kurdan paqij bikin.
Bira bajarên kurdan topbaran bikin û hilweşînin.
Bira her zulmê, her heqaretê li kurdan bikin.
Bira kurdan bikujin û terorîze bikin.
Bira jiyanê li kurdan bikin zinadin.
Bira hemû kurdan ji canê wan bêzar bikin.
Dawiya dawî ewê netîceyeke vê hebe…
Ev yek di warê psîkolojîk da kurdan ji tirkan û dewleta tirk dûr dixe. Bawerî û hêviya jiyana bi tirkan ra li ba kurdan pûç dike.
Ji bo ku kurd ji tirkan sar bibin û di warê psîkolojîk da ji wan dûr bikevin, li gel zulmê û şer, ev qutbûna psûkolojîk jî şert e; heta bêyî wê nabe.
Dibê kurd di warê psîkolojîk da jî ji tirkan û ji dewleta tirk qut bibin û baweriya wan bi jiyana bi tirkan ra nemîne.
Lema jî piştî 40 sal şerê çekdarî û bedelekî pir mezin û giran, qutbûna psîkolojîk jî hêdî hêdî xwe nîşan dide.
Li Îraqê jî eynen wiha bû.
Berê, şerekî gelkî dirêj û bi xwîn dom kir, bi hezaran kurd kuştin, çekên kîmyayî bi kar anîn, Kurdistan wêran kirin.
Û di dawiyê da kurd gihîştin wê baweriyê êdî nikanin bi ereban ra bijîn, çare veqetandin e.
Ji otonomiyê vegeriyan serxwebûnê.
Li Sûriyê jî heman proses dimeşe.
Berê, zulm, teror, ji hemû mafan bêparî. Û dû ra jî şer û kuştin.
Lê netîce li Sûriyê jî kurd hatine nuxteya veqetandinê û îdareya welatê xwe.
Ji nuha û şûn da bi vî hawî ya jî wî hawî, li Sûriyê jî kurd ewê bibin xwedî desthilat û îradeyeke siyasî, êdî wek berê ewê ne bindest bin.
Ev yek li Tirkiyê jî ketiye eynî konaxê.
Zulm, teror, şer û di netîceyê da qutbûna rûhî, psîkolojîk.
Ev tişt hemû nuha li Tirkiyê bi hev ra dimeşin.
Li Tirkiyê êdî her kurd dibîne û fêm dike heta ku ew nebin xwedî dewleteke serbixwe ya jî federasyon, ewê tu carî rehet nekin, halê wan ewê tim ev halê rezîl be.
Tepa tirkan ewê tim li ser serê wan be, ciyaê wan ewê tim hefs û zindan be.
Garantiya malê wan, canê wan û meqamê wan ewê tu carî tunebe.
Yanî li Tikriyê jî hêdî hêdî milet hazir dibe û şertên der û hundur dikemilin. Tişt kêm û lazim tenê rêberiya siyasî ye, dibê partiyên kurd, hêzên kurd li gorî van şertên nuh bi lez xwe reorganîze bikin. Şoreş, tevgera azadiyê li bende pêşengê xwe ye.

Inga kommentarer: