26 december 2016

Têkiliya di nabêna fikir û zimên da


Li gorî Eflatûn,(Platon, 428 b.Î. Mirin, 348 b.Î) fikir ji zimên, ziman ji fikir dixuliqe, peyda dibe, sadir û zuhur dibe.
Yanî di nabêna zimên û fikir da têkliyeke pir xurt heye, meriv nikane zimên û fikir ji hev cuda bike.
Rast e, meriv bi zimên fikrê xwe sîstematîze û belav dike. Û bi fikir jî zimanê xwe diguhere û bi pêş dixe.
Îcar gava zimanê meriv seqet, zeîf û ne baş be, meriv ne hakimê zimanê xwe be, fikrê meriv jî seqet û bêserûber dibe.
Gava meriv li kurdan guhdarî dike, di medyaya sosyal da nivîsên wan dixwîne, bixwaze, nexwaze meriv heq dide vê tespîta rahmetiyê Eflatûn.
Kesê hakimê zimanê xwe, edebiyata wî xurt, xwediyê fikrên zelal e û tekûz e…
Romana herî mezin jî, ilim û îrfan jî, teknîk  û îcad jî bi zimên dibe, gava tu ne hakimê zimanê xwe bî di warê fikir û ilim da jî tu nikanî bi pêş kevî..
Em dibînin miletên bi pêş ketine, çûne stêrkan û asîmanan berê zimanê xwe bi pêş xistine, bûne xwediyê zimanekî bi ser û ber û tekûz. Edîbê wan jî, alimên wan jî bi xêra zimanê xwe û ji ber ku zimanê xwe baş fêr bûne, bûne edîb û alimên mezin û berhemê mezin xuliqandine û îcadên mezin kirine.
Bi kurtî bêyî ku meriv zimanê xwe baş fêr bibe û bi pêş bixe, meriv ne kane bibe xwedî edebiyat û ne jî tiştekî bixuliqîne.

Em kurdên bakur qet guh nadin zimanê xwe, dixwazin tim miqlaciyê, cokêrê tirkan bin. Ji ziman û edebiyata tirka ra xizmetê bikin, bibin nivîskar,  edîb, şair û dîroknasên tirkan.
Ji kurdan ji sedî 4-5 kes nikane fikrê xwe ne bi kurdî û ne jî bi tirkî xweşik, bi ser û ber bibêje.
Tu devê kîjan kurdî vekî nikane çar galgalên tekûz li dû hev rûz bike, dibe inte zirta wan û xwe wenda dikin…
Hema li TRT6a dewletê binêrin, ji spîkeran bigre, heta bi moderator û mîvanên programan, hemû wek lalûte ne, wek etarên rişmilî, wek turîstên nuh fêrî kurdî bûbin dipeyivin…
Kîjan kurdê tirkîaxêv devê xwe veke, sebê ew bi kurdî nizane û bi zarok û hevalên xwe ra bi kurdî napeyive dixe hustuyê dewletê, dibêje weleh sûc yê dewletê ye.
Bêguman sûcê herî mezin yê dewletê ye, çimkî perwerdeya bi kurdî nade zarokên kurd. Ji bo ku zimanê kurdî bihele, bimre her dek û dolabê digerîne.
Ev hemû rast in.
Lê li alî din wek însan, wek dê û bav tişt û berpirsiyariyên em bikin jî hene. Em wan wezîfe û wacibên xwe naynin cî.
Dewletê di mala me da kurdî li me yasax nekiriye, nabêje bi zarokên xwe ra, bi nas û dostên xwe ra bi kurdî nepeyivin. Di vê nuxtê da wek însan em bêxîretiyê dikin, em qîmetê nadin zimanê xwe, em tirkî hildibijêrin.
Em nikanin bi dewletê, lê em kanin bi xwe. Bira her kes tiştê kane, tiştê jê tê yanî di mala xwe da, bi der û dora xwe bi kurdî bipeyive ev jî baş e, ev jî şerekî li dijî asîmîlasyonê ye.
Yê vê wezîfeya xwe neyne cî, yê li mala xwe bi kurdî nepeyive û tenê dewletê sûcdar bike durûtiyê dike.

Inga kommentarer: