11 december 2016

TAKê dîsa got ez im

Do li Stenbolê dîsa xwîn herikî, 40 mirî û li dora 156 polîs û siwîl jî birîndar in.
Li gorî medya dinivîse, êrîşên do dîsa Bazên Azadiya Kurdistanê (TAKê)girt ser xwe.
Meriv nizane gelo bi rastî TAKê beyaneke wiha daya ya na û ev beyan û naveroka wê çiqasî rast e û çi qasî derew e.
Çimkî em TAKê konkret nabînin, em nizanin ew kî ne.
Em nikanin rastî û nerastiya vê beyanê kontrol bikin.
Tenê medyaya tirk dibêje TAKê bi beyanekê êrîş girtiye ser xwe.
Yanî em nikanin ji beyanê sedîsed bawer bin.
Kane rast be, kane derew be.
Lê em ferz bikin ku bi rastî jî TAK rêxistineke kurd e û êrîşên Stenbolê jî bi rastî ne hinekên din, TAKê kiriye.

Baş e ji bo çi TAK dibêje min kiriye?
Bibêje min nekiriye, ne ez im.
Heger bi rastî te kiribe, ji xwe dijmin zane derb ji te da ye.
De îcar çima tu bûyerê digrî ser xwe?
Bi girtina ser xwe kara te çi ye?
Qey dunya ewê ji te ra bibêje eferim ?
Wek TAK tu li ortê tuneyî, kes nikane te bibîne, kes nikane te bigre û êrîşî te bike.
Lê bi milyonan kurd li metrepolan di nava lepên tirkan da ne. Bi beyaneke wiha hûn kurdan dikin hedefên faşîstên tirk.
Dewleta tirk heta nuha bi hezaran kurd revandin û kuştin, lê heta nuha yek qetil jî negirtiye ser xwe.
Ji sala 1995a û vir da ye, yanî ev 21 sal in Dayikên Şemiyê dixwazin dewlet qatilên zarokên wan bigre û ceza bike.
Lê dewletê heta nuha yek qatil jî negirtiye, yek cînayet jî negirtiye ser xwe. Ev 21 sal in dewlet xwe kerr dike.
De îcar çima hûn her teqînê, heta teqînên Daîşê girtiye ser xwe jî, digrin ser xwe?
Ji roja ev rêxistin(TAK) derketiye ez jê bi şik im, ez dibêjim tiliya MITê di vê rêxistinê da heye. MIT wê îdare dike.
Çimkî bi beyanên xwe yên bi vî rengî zirareke mezin dide kurdan.
Xwezî rewş negihîşta vê nuxteyê û xwezî bûyerên wiha bi êş neqewimîyana.
Xwezî însan nehatina kuştin û dayik negiriyana.
Xwezî hemû gelşên heyî bi riyeke demokratîk û bi diyalogê bihatana çareserkirin.
Lê mixabin hukûmet di şer û şîdetê da israr dike û ev jî şîdetê bi xwe ra tîne.
Bûyerên wiha netîceya siyaseteke şaş e û wisa xuya dike heta hukûmet dev ji siyaseta xwe ya şer û şîdetê bernede, bûyerên wiha bi xwîn ewê tu carî neqedin.
Dera azadî, wekhevî, xweşbînî, heq, huqûq û edalet lê hebe şîdet, kuştin, xwîn lê çê nabe.
Li Tirkiyê îro ev tuneye, hukûmet şîdetê bi kar tîne û bersîva wê jî bi şîdetê û bi kuştinê tê dayin.
Erdogan daye ser riyeke pir şaş, pir xerab û bi xwîn, lema jî bûyerên wiha tên meydanê.
Erdogan, hosteyê xerakirinê, xerabiyê û belavkirina kîn û nefretê ye.
Bi belavkirina kîn û nefretê, bi şer meriv tenê dijminan ji xwe ra çêdike.
Erdogan bi beyanên xwe yên rojane, bi retorîka xwe ya irqçî û ji serî heta dawî mişt kîn û nefret, şîdetê gurr dike, însanan mecbûrî şîdetê dike, dibe sebebê xerabiyê, kuştinê û herikandina xwînê.
Meriv çi bi çîne merivê wê biçine.
Kesê biaqil gelşên xwe ne bi zorê û şîdetê, bi diyalogê çareser dike.
Mixabin li Tirkiyê îro aqil, xweşbînî nemaye, berpirsiayrên hukûmetê tenê bi ço dipeyivin û ev jî dibe sebebê bûyerên wiha bi xwîn.
Heyf, heger hukûmet bixwaze kane rê li ber van bûyeran bigre, kane xwînê bisekinîne.
Lê nake û heta Erdogan li ser hukim be jî ev siyaset ewê dom bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE