04 december 2016

Serpêhatiya Mecnûn û deveya wî



Mecnûn ji bo ku here Leyla xwe bibîne ji xwe arwaneyek(deva mê) peyda kir û ket rê, berê xwe da gundêLeylê.
Mecnûn pir dilezand, derdê wî rojekê berî rojekê xwe bigihîne gundê Leyla xwe.
Hiş û aqilê arwane jî li ser torima wê ya ku li pey xwe hîştibû. Lema derdê wê jî zû ji vê rêwîtiyê zû vegere û bi torima xwe şîr bide û pê şa bibe.
Her cara ku Mecnûn li ser di xew ra çû, arwane paş da vedigeriya û berê xwe da torima xwe. Gava Mecnûn bi xwe dihesiya berê wî dîsa diguhert û dîsa riya xwe didomand.
Vê rêwîtiyê bi vî rengî sê çar rojan paş da û pêş da dom kir, tim gava Mecnûn di xewra diçû, arwane paş da vedigeriya û piştî demkê,
Mecnûn bi xwe dhesiya û dîsa berê wê dinist riya gundê Leyla xwe.
Mecnûn matmayî ma, nizanîbû çi bikira. Fêm kir ku bi vî hawî nabe, bi vê çûyinê ewê tu carî negihîje Leyla xwe. Ji deva xwe daket û jê ra got:
”Arwaneya ezîz, em herdu jî evîndar in, lê belê hezkiriyên me li du derên cihê ne. Lema jî em nikanin bibin hevalên hevê rêwîtiyê. Emê bi hev ra tu carî nikanibin bigihîjin hedefên xwe. Ya herî rast em li vir ji hev biqetin û bira her kes berê xwe bide hedef û evîna xwe”
Û dû ra jî deva xwe berda û her yek ji wan bi riya xwe da çû…
Meriv nikane bi her kesî ra here her derê û bigihîje her hedefê. Gava meriv  êdî hevaltî, rêwîtiya bi hev ra ne mimkûkûn e, dibê meriv xatir ji hev bixwaze û her kes bi riya xwe da here.


Îro em û tirk û ereb hatine wê nuxtê, dibê em ji hev biqetin û her kes bi riya xwe da here. Me kurdan ev yek fêm kiriye lê tirk û ereb hîn vê rastiyê qebûl nakin û bi zor me bi xwe ve girê didin...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE