14 december 2016

Serkeftin ne girêdayî şans e


Serkeftin ne girêdayî şans û tesadufan e, jê ra xebat, ezm û berdewamiyeke dûr û dirêj dixwaze.
Û helbet jîrî û hostayî jî şert e. Jê ra proje û plan lazim e. Tu avahî bêyî plan ava nabe…
Kurd dixwazin ji xwe ra welatekî, dewletekê ava bikin, lê belê plan û projeyeke wan ya muşterek û temam tuneye.
Her hosteyek, her muhendizek bi devkî tiştekî dibêje, projeyeke ne zelal pêşkêş dike. Û tu kes proje û plana tu hoste û tu mihendizî qebûl nake.
Him kes plan û projeya kesî qebûl nake û him jî dixwaze ya xwe bi zor bi yê din bide qebûlkirin.
Yanî ji dêlî ku hemû hoste û mihendizên me bibêjin werin em bi hev ra plan û projeke mişterek çê kin, ketine gewriya hev, şerê hev dikin…
Xwedê aqilekî netewî, aqilekî bi kêrhatî bide wan…

XXX
Kalbûn
Caran meriv ji kalbûnê gazinan dike.
Lê heger mriv dixweze li vê dinya xayin, qahpebav û pûşt bijî dibê kalbûnê jî qebûl bike.
Ji ber ku alternatîfa din xerabtir e....
Çêtir e baş xerab meriv ji kokimiyê gazinan neke, realîtê qebûl bike û li gorî taqeta xwe li ber xwe bide.
Jiyan ne teslîmîyet e, berxwedan e; heta roja dawî…

XXX


Piştî teqîna bombeyên li Beşîktaşa Stenbolê, polîsan 235 kesên, kurdên di tweetên xwe da gotine, ”Ox, çê û xweş bû” girtine!
Gava felaketek tê serê kurdan, gava dewlet qetlîamekê dike, gava Daîş kurdan dikuje, tirk bi hezaran, bi dehhezaran tweetên bi vî rengî û yên gelkî xerabtir dinivîsin.
Di medyaya sosyal da bi hezaran nivîsên kêfxweşiyê tên weşandin.
Lê heta nuha min qet nedîtiye tirkek ji ber tweet û nivîsa xwe, ji bo ku heqaret li kurdan kiriye û bi felaketa kurdan kêfxweş bûye hatibe girtin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE