01 december 2016

Qetlîama kurdên bakur ne meselake Tirkiyê ya hundur e !

 Ez hêdî diçim bela digihîje min, zû diçim ez digihijîm belayê.
Welhasilî kelam bela bela xwe ji min venake.

XXX
Dibêjin Nêcîrvan Barzanî gotiye "mesela kurd meseleyeke Tirkiyê ya hundur e, ew têkilî karê Tirkiyê yê hundur nabin."
Heta nuha ev siyaset bi Erdogan ra bi dizî îdare dikir. Lê wa ye bi vê beyanê ev siyaseta xwe eşkere kiriye.
Ji ber ku Nîçîrvan û PDK hertim başûr tenê Kurdistan dîtine. Ji bo Nêçîrvan, kurdên beşên din tim wek kurmên serê nêkê ne, ya jî tajiyên neçîra wi in, tim karên xwe bi kurdên din kirine, tim bi çavê xulam û xizmetkaran li kurdên din nêrine.
Erdogan ji bo tirkên Iraqê nabêje ew mesela Iraqê ya hundur e.
Lê yê me ji bo tîcareta xwe bi Erdogan ra xera neke li hemberî qetlîama gelê xwe bêdeng dimîne, dibêje ev meseleyeke Tirkiyê ya hundur e...
Dibê her kurd van gotinên Nêçîrvan rexne bike, yê rexne neke, ya jî bi hin qal û qîlan biparêze pir şerm dike...



XXX
Mizgîna min li we, Mehmet Metînerê xayin ne kurd e, li gorî kekê Omer Ozmen gotiye tirk e, terekeme ye.
Min texmîn dikir di vî bêbavî da sextekariyek heye.
Tu nabêjî bêbav gurekî ketiye postê berx.
Di nav kurdan da xayinên wiha pir in, tirkên mahcir in, lê bi zanetî xwe vedişêrin, xwe wek kurd nîşan didin. Û di bin ra jî gorra kurdan dikolin.
Dibê meriv her kesê ji Kurdistanê otomatîkman kurd nehesibîne.
Pir kêfa min hat ji ber ku ev namerd(alcax)ne kurd e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE