11 december 2016

Nikane meaşê pêşmergeyan bide lê bi balafira xusîsî dihere li Stenbolê li mixazeyên herî luks alvêrê dike

Bi meriv ra biçek ûjdan û şerm hebe meriv wiha nake…
Nêçîrvan Barzanî nikane meaşê(mehaniya)pêşmerge, mamûr û mamosteyên xwe bide.
Ev serê mehan e li kuçe û kolanên Kurdistanê ji birçîna qareqara malbatên mamoste û pêşmergeyan in.
Lê belê Nîçîrvan Barzanî, bêyî ku şerm bike, wek şêxekî ereban yê dinya nedîtî, bi balafira xwe ya xusûsî û bi qefleyek zilamên li pey xwe , sirf ji bo alvêrê hatiye Stenbolê.
Nêçîrvan Barzanî, li Senbolê li Şîşliyê, yanî li taxa Stenbolê ya herî luks, ji bo ku ew û zilamên xwe bi rehetî û bi bîna fireh alvêra xwe bikin, mixazeyeke herî luks daye kilîtkin. Û bi saetan tenê wî û zilamên wî alvêr kirine.
Ez nizanim ev pere û ev debdebe ji ku tê?
Siyasetmedarekî kurd di nava çend salan da çawa kane hewqasî zengîn bibe?
Heta çend sal berê Nîçîrvan Barzanî û hemû malbata Barzaniyan li serê çiyan pêşmergeyên feqîr bûn.
Lê di nava çend salan da Nêçîrvan Barzanî bi qasî prensê Siûdî zengîn bûye û bi balafira xwe ya xusîsî(şexsî) tê li Stenbolê, li mixazeyên herî luks alvêrê dike.
Li welatekî wek Kurdistanê hewqasî feqîr, hewqas pere ji ku hat?


Ez niznim çi bibêjim, li hemberî risim û xeberê ez lal bûm…
Lê dîktator û talankarên Kurdistanê şerm jî nakin…
Bi meriv ra biçek ûjdan û şerm hebe meriv wiha nake…

Lînka yekem.
Lînka duyem.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE