18 december 2016

Musebîbê şer ne PKK ye, hukûmeta AKPê ye


Helbet şer û kuştina însan ne baş e, ji bo tirkan jî û ji bo kurdan jî malwêranî ye.
Kuştina leşker û polîsan jî û ya gerîla jî mesela kurd û Kurdistanê çareser nake û feydeyê nagihîne kesî.
Bi kuştinê ne tirk kanin me biqedînin û ne jî em kanin tirkan biqedînin û dewleta wan teslîm bigrin.
Viya êdî her kes zane û fêm kiriye.


Lê tiştek jî pir vekirî ye, PKK şer rawestîne jî û ranewetîne jî mesela kurd û Kurdistanê çareser nabe.
Îro hêza kanibe him şer rawestîne û him jî mesela Kurdistanê çareser bike dewleta tirk û hukûmet û AKPê ye.
Heta ku dewlet, aliyê tirk dev ji siyaseta înkar û îmhayê, ”yek milet, yek al, yek welat, yek ziman” yanî siyaseta tirkkirina kurdan bernede û hebûna miletê kurd û Kurdistanê bi rengekî qanûnî qebûl neke, PKK çi bike jî şerê kurdan û dewleta tirk naqede.
Tiştê dewleta tirk ji PKKê dixwaze ne çareserî û dîtina riya aştiyê ye, teslîmiyet e, dibêje werin teslîm bibin û bi cezayê xwe razî bin. Mezinayiya miletê tirk û edaleta me qebûl bikin.
AKP bixwaze kane di nava hefteyekê da şer rawestîne, kane tavilê rê li ber teqîna bombeyan bigre.
Lê nake û naxwaze bike.
Çimkî naxwaze dev ji siyaset û îdeolojiya resmî ya înkara kurdan û Kuristanê berde.
Problem ev e.
Lema jî dibê ji PKKê bêtir dewlet, aliyê tirk xwe biguhere.
Hetata nuha dewletê ji Abdula Ocalan çi xwestibe, Ocalan ew daxwaz bi PKKê daye qebûlkirin.
Dewletê xwest şer raweste, PKKê şer rawestand.
Dewletê xwest gerîla derkevin dervayî sînorên Tirkiyê, PKKê daxwaza dewletê bi bedelekî pir mezin bi cî anî.
Di dema derketinê da dewletê bi sedan gerîla kuştin. PKKê dengê xwe nekir.
Dewletê xwest hin gerîla teslîm bibin, PKKê ji Ewrûpa, ji hundur û ji Qendîlê bi dehan gerîla û kadirên xwe radestî dewletê kir.
Dewletê jî ji dêlî ku wan berde, bi dehan sal ceza da wan.
PKKê dîsa dengê xwe nekir.
Dewletê xwest PKK veqetandinê, Kurdistanake serbixwe, federasyonê û heta otonomiyê jî nexwaze, PKKê ev daxwaza dewletê jî qebûl kir û dev ji daxwaza Kurdistana serbiwe berda û siyaseteke li dijî serxwebûnê meşand.
Dewletê xwest PKK ala Kurdistanê wek sembol bi kar neyne, PKKê ev daxwaza dewletê jî qebûl kir û hildana ala Kurdistanê li heval û endamên xwe yasax kir.
Dewletê xwest PKK partiya kurd BDPê fesh bike û partiyeke Tirkiyê ava bike, PKKê ev daxwaza dewletê jî tavilê bi cî anî û partiya Tirkiyê ava kir.
Dewletê ji Ocalan xwest bi qasî kurdan, tirk jî di nava birêvebiriya HDPê da cî bigrin û PKK- HDP bi dewletê ra prtokolekê, li gorî şertên hukûmet dixwaze îmze bike.
PKKê ev daxwaza dewletê jî bi îmzekirina Protokola Dolmabahçeyê bi cî anî.
Lê Erdogan piştî çend rojan li dijî vê protokolê derket û got dewlet bi terorîstan ra tu protokolan îmze nake û ew peyman Dolmabahçeyê çirand.
Dewletê bi riya Ocalan xwest PKK, organîzasyoneke nuh ava bike. PKKê, KCK ava kir.
Dewletê bi sedan ajanên xwe xist nava KCKê û piştî demekê bi hezaran kurd girtin û bi salan(4-5 sal) di zindanan da rizandin.
PKKê dengê xwe nekir, ne got çima we wiha kir?
Dewletê xwest PKK, ne bi namzetên serbixwe, wek partî têkeve hilbijartinên 7ê hezîrana 2015a.
PKKê got baş e û wek partî ket hilbijartinan.
Çimkî li gorî texmîna Erdogan, HDPê ewê nikanibûya benda ji %10 derbas bikira.
Lê tesaduf derbas kir.
Li ser vê, Erdogan got texmîna min şaş derket, lema jî ez vê hilbijartinê qebûl nakim û him hilbijartin dubare kir û him jî dest bi siyaseta şer kir.
Welhasilî kelam heta nuha dewleta tirk û hukûmetên çûne ya nuha li ser hukim, ji Abdula Ocalan çi xwestibin, Ocalan ev daxwaza dewletê û hukûmetan herfiyen bi PKKê daye qebûlkirin.
Lê dîsa jî netîce neguherî ye, dîsa jî şer û kuştin nesekinî ye.
Hin şaşî û kêmasiyên PKkê hene, lê sûcdarê esasî dewlet û hukûmeta AKPê ye, ew naxwazin şer rawest e û aştî were.
Ji ber ku dewleta tirk, hukûmeta AKPê naxwaze hebûna miletê kurd û Kurdistanê qebûl bike û mafê kurdan yên netewî di qanûnan  da bi cî bike.
Hemû siyaseta wan li ser asasê xapandinê ye. Çimkî ne samîmî ne, naxwazin fafê kurdan qebûl bikin û bidin.
Lema jî her carê bahaneykê dibînin.
Siyaseta AKPê ya aştiyê jî û ya şer jî hert tim ji bo tunekirina kurdan bûye, hedefa Erdogan tim û tim tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî û belavkirina, qedandin PKKê bûye; ne ku bi PKKê ra li hev bikin û şer rawestînin.
Lihevkirina bi PKKê ra û dana mafê kurdan tu carî nebûye hedefa AKPê û dewletê.
Lema jî ji PKKê zêdetir dibê dewleta tirk, hukûmeta AKPê îdeolojî û siyaseta xwe ya kurd û Kurdistanê biguhere, hebûna miletê kurd û Kurdistanê qebûl bike.
Gava viya bike şer mer namîne, sebebekî ku PKK şer bidomîne, bombeyan biteqîne namîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE