06 december 2016

Mîr, mihîna boz û retorîk


Di wext û zemanekî da mihîneke(hespeka) boz ya mîrekî hebû. Mîr ji mihîna xwe pir hez dikir.
Rojekê li oda xwe ji xulam, seyis, karkir û cimata li dora xwe ra got:
-Hûn giş zanin ez ji mihîna xwe ya boz pir hez dikim. Dibê hûn zanibin yê rojekê xebera mirina wê bide min, ez kanim xwe wenda bikim û serê wî jêkim.
Lema jî dibê haya we ji we hebe.
Ez bi qasî rohniya çavên xwe ji mihîna xwe ya boz hez dikim. Xebera mirina wê kane min dîn bike.
Wek her benderuhî, rojek hat û mihîna(hespa)boz mir. Hemû seyis û xulamên mîr ji tirsan ketin hev, nizanîbûn çi bikin û çawa ji mîr ra bibêjin. Kesî newêrîbû xebera mirina mihîna boz bida mîr. Çimkî mirin tê hebû.
Lê dibê yekî xebera mîr bigîhandayê.
Seyis hûr fikirî, kûr fikirî û got ezê herim xeberê bidim mîr.
Di dilê xwe got, ez çi bikim jî ewê serê min here. Lê mecbûr im jê ra bibêjim.
Û rabû çû huzûra mîr û ji mîr ra got:
-Mîrê min, tu zanî mihîneke te ya boz hebû…
Mîr got, ”belê.”
Seyis:
-Ew nuha li erdê ye, raketiye, nigên wê li hewa ne, çavên wê girtî ne, zikê wê werimî ye, qet hilmê nagre û nestîne…
Mîr, ji ciyê xwe hol  bû û bi hêrs got:
-Seyis, seyis, çima tu nabêjî mihîna min a boz miriye !
Seyis got:
-Ez ketime bextê te mîrê min, min negot miriye, te got.
Û bi vî hawî serê xwe ji firandinê xelas kir.
Yanî hawê gotinê pir muhîm e, kane gelek tiştî biguhere. Zimanê şîrîn kane mar ji qulê derxe.
Carnan ji tu çi dibêjî bêtir, tu çawa dibêjî muhîm e.
Lema jî dibê meriv bizanibe kînga, çi çawa bibêje.
Lê zimanê şîrîn, gotina maqûl û bi hosteyî her tim baş e.
Li Ewrûpayê berê di dibistanan da dersa retorîkê(belagetê)yanî axaftina xweş û bi tesîr hebû.
Di medyaya sosyal da gava kurd bi hev ra bi tirkî minaqaşe dikin zû dilê hev dihêlin, zû gotinên nexweş ji hev ra dibêjin. Lê gava bi kurmancî minaqaşe dikin çêr, heqaret û peyvên ne xweş pir kêm dibe.
Çimkî devpîsî, gotinên ne xweş û giran li ba tirkan normal e. Tirkên hevalên hev bi rehetî û bi henek ji hev ra dibêjin “oxlim, lawê min, pûşt, gotoş, îbne, qûnek, gotveren” û gelek tiştên din.
Ev yek li ba piraniya tirkan bûye kulturek. Dibê kurd xwe û zarokên xwe ji vê kultura tirk ya lûmpen dûr xin û di minaqaşeyên siyasî da retorîkek xweş û dîplomatîk bi kar bînin…

Inga kommentarer: